Rojnameya Heftane

Bi pirtûka xwe civakê rakir ser pêyan

“Dilê min ji ber xemgîniya hovîtî û neheqiyên ku gelê min ji koleyan re reva dibîne, parçe dibe. Hin şevan dema li gel te radizam dayikên kole ku zarokên wan ji destê wan tê girtin difikirim…

Bîlançoya zilma li ser kurdan

Li Tirkiyeyê êrîşên ku ji hêla dewlet û nijadperestan ve li kurdan tên kirin, didomin. Hefteya borî ev êrîş derketin asteke bilind ku dilê kurdan dag kirin û qet nayên qebûlkirin. Di êrîşan…

Êşa zimanê kurdî-I-

Yaşar Eroglu

  • Ziman di bêjinga pêdiviyên vê jiyanê re derbas bibe, dikare têra danûstandinan bike. Ji ber vê rastiyê ziman xwe dispêre ragihandina hêsan. Ziman çiqas hêsan be têgihîştin jî ew qas hêsan dibe

Zimanê kurdî zimanekî gelek kevnar e. Rehên zimanê kurdî xwe digihînin heta pênc hezar sal berê. Taybetiyeke zimanê kurdî heye ku gundewariyê mohra xwe lê xistiye. Vê rastiya heta îro çi erênî, çi neyînî rewşa zimanê kurdî diyar kiriye. Gundewarîmayîna zimanê kurdî xeteke ripîrast neşopandiye. Gelek sedem derdikevine pêş ku ziman di bin bandora wan de maye û dev ji gundewariya xwe bernedaye. Rewşa kurdan a aborî, civakî, siyasî, erdnîgarî, dagirkerî û gelek sedemên din bandor li zimên kiriye.

Em li vê derê rastiyekê jî pêşçav bikin; serdem û deverên zimanê kurdî yên di rewşên serwêriya bajarvaniyê re derbas bûne hene ku ziman jî ji wan sûdwergirtiye. Mirov dikare bajarên mîrekiyên kurdan mîna Cizîr, Erdelan, Şedadî û awerteyên weke wan diyar bike. Hin mînak jî hene mîna bajarê Bazîdê di bin serweriya dagirkeran de rewşên erênî lê qewimîne. Cihê mixabiniyê ye ku li van bajaran gelek berhemên mayînde pêk hatibin, bi riya medreseyên wan bajaran ferhenga kurdî pêşketibe jî, bi giştî li ser zimanê gundewar bandoreke berfireh nekirine. Ev pêşketin di çarçoveya zimanê nivîskî de û di navbera ferhengwêran de maye. Yanî têra derketina ji zimanê gundewariyê nekiriye. Em dikarin bêjin di seranserê dîrokê de berdewamiya zimanê gundewar xira nebûye.

Awarteya rewşa zimanê kurdî ji vî aliyî ve tenê dorhêla bajarên soranîaxêv in. Zaravayê soranî gavên zimanê bajarvaniyê avêtine û gihîştiye qonaxekê. Jixwe, bi dîtina min mirov bi hûrbînî li raboriya zaravayê soranî lê bikole, mirov dê bikaribe gelek sedemên zaravayên ji derveyî soranî mane bê çima weke soranî negihîştine asta zimanê bajarvaniyê. Sedemên ku soranî xistine riya zimanê bajarvaniyê cudabûna wan şert û mercan e ku soranî tê re derbas bûye. Mixabin şert û mercên soranî tê re derbas bûye, li herêmên Kurdistanê yên din derneketine ser bêjinga dîrokê.

Zimanê gundewar

Kurdistan bi gelemperî heta salên 50-60’î yên sedsala bîstan di nav şertên aboriya gundewar a girtî – ku em dikarin jê re bêjin aboriya gundewar a bi gundan sînorkirî jî- de bû. Têkilî bi bajaran re kêm bûn, çûn û hatina bajaran bi hewcedariyên bingehîn sînorkirî bûn. Li gund pêdivî bi dan û standina navxweyî pêk dihatin. Hevkariyeke gundîtiyê hebû. Eger hewcedarî ji barê hevkariyê derbas bibûya hingê trampe dikete dewreyê. Ji kê re çi hewce bûya yan deyn dikir piştre dida yan jî tiştekî ji kesên din re hewce bûya pê trampe dikir. Yanî hewcedarî bi hev re dihatin guhertin; hirî didan genim distandin, berx-kar didan pêdiviyên din distandin. Bi vî rengî jiyana gundewar berdewam dikir.

Jiyana kurdan bi giranî li ser sewalvanî û qasî wê nebe jî li ser cotkariyê bû. Ji ber vê yekê zozan û koçeriyê di jiyana kurdan de cihekî mezin digirt. Mirov dikare bêje heta salên dawiyê kurd nîvniştecih nîvkoçer bûn. Şert û mercên jiyana kurdan di vê çarçoveyê de bi pêş diketin. Zimanê kurdî di nav van şertan de dibû amûra ragihandina kurdan. Kurdan ev dinyaya ku di nav de diherikîn disêwirandin, bi nav dikirin, bi hev re ditêkilîn, hest, raman, hewcedarî, şabûn, liberxweketin û gelek cureyên jiyanê pêk dianîn. Zimanê gundewar têra ragihandina van têkiliyên dikir.

Zimanê kurdî yê gundewar li ser van rastiyan bû zimanê civaka kurd. Ji bo ku dîtinên min ên derbarê zimanê kurdî yê gundewar de bên fêmkirin ez ê ji nêzîk ve çend taybetiyên wî diyar bikim ku mebesta gotarê jî ronî bibe. Zimanê kurdî yê gundewar li gorî çavdêriyên min ên li ser ziman riyeke wiha re derbas bûye:

Taybetiyên wî çi ne?

Zimanê gundewar şênber e. Me li jor diyar kiribû, jiyana kurdan heta salên 50 û 60’î di nav şertên aboriya gundewar a girtî de kemiliye. Têkilî û dan û standinên jiyanê çiqas berfireh û geş bin bergeh û asoyên ziman jî ew qas berfireh dibin.

Çawa ku Lûdvîg Wîttengsteîn gotiye, ‘sînorên zimanê min sînorên dinya min in.’ civakek çiqas bi hev re dan û standinên pêşketî pêk bîne dikare li her alî ew qas asta zimanê wî pêşketî bibe, berevajiyê vê jî ew qas li paş dimîne. Sînorên zimanê gundewar teng in. Ziman ancax di bêjinga pêdiviyên vê jiyanê re derbas bibe, têra van dan û standinan dike. Ji ber vê rastiyê ziman xwe dispêre ragihandina hêsan. Ziman çiqas hêsan be têgihîştin jî ew qas hêsan dibe. Ji ber vê sedemê berê ziman ber bi şênberiyê ve ye. Zanîn, hest, raman, hişmendî ne kûr e. Hewceyiya kûrbûna têkiliyên tevlihev, hevokên giran nîn e. Divê ziman sade be da ku mebesta ragihandinê rasterast bigihîje yên din. Hevok kurt, peyv sivik û hêsan bin. Balkêş e ku peyvên zimanê kurdî yên resen piranî yekkîte ne. Reh û rîşiyên reseniyê xwe digihîne yekkîteyiyê. Nan, av, çem, çiya, ga, cot, êş, jan, dir, doz, dil, nav, rû, reş, spî, sor, yek, du, sê, çar, goşt, xwîn, xav, xar, şil, şor, şûr, kûr, dûr, ling, pê, dest, rast, çep, gor, çal, çav, guh û bi dehan peyv dikarin lê bên zêdekirin, tev jî yekkîteyî ne. Her yek ji van sembol in. Ziman ji her hêmanên esas re sembolek dîtiye û ev sembol bi navekî navandiye. Kengî ku tiştek behsa tiştekî tê kirin demildest hêmayek tê bîra mirov. Zimanên kevnar yanî pêş û paş civakbûnê yanî heta serdema nêzî bidawîbûna feodalîteyê bi sembolan, bi hêmayan îfadeyên xwe ragihandine. Helbet em zimanên dewletan ji van vediqetînin. Ji ber ku ew zimanên bajarvaniyê ne.

Ziman piştî sembolên bingehîn ragihandinê çareser dike, piştî wê di nav xwe de dewlemenkirina ziman dikeve dorê. Êdî dora peyv û lêkerên pêkhatî, çêkirina peyvan bi paşgir û pêşgiran û şibandinê ye. Weke mînak; ji çav, çavî-çavkanî- çavdêrî û hwd, ji avê; avî, avdar, avdew, avzêm û hwd, ji guh; guhdar, guhar, guhik, guhbel û hwd, ji xwînê, xwînxwar, xwînmij, xwînsar û hwd, ji gorê; gore, goristan, gorbihişt û hwd pêk hatine. Peyv bi riya peyvên resen li gorî hewceyiyan cur bi cur û dewlemend bûne.

Ji aliye lêkeran ve êdî em li sembolan nagerin, çimkî ew pêkhatina kiryaran bi nav dikin. Li vir resenî rêbazeke din dide xuyakirin. Em ê li vê derê lêkerên kok bigirin û çawa berfireh dibin bidin xuyakirin. Weke mînak; kirin – vekirin, bûn – rabûn, niştin – rûniştin – veniştin, mirin – vemirîn – damirîn – temirîn, hûrbûn – dahûrbûn, man – daman, girtin – vegirtin – dagirtin, guhestin – veguhestin, şartin – veşartin û dewam dike. Di van mînakên me de şibandin derdikeve pêş. Di kurdî nemaze kurmancî de şibandina peyan bi hev gelek li pêş e.

Şibandina peyvan, şênberkirina herî xurt a zimanê kurdî ye. Peyv dîsa weke sembol tên girtin lê yek a esas e ya din jî li wê tê şibandin. Yanî peyva esas li wê derê weke sembola mînak disekine ya nû li wê tê anîn, tê şibandin. Bi mînakan mijar wê baştir bê zelalkirin. Zêr an jî zer ji hev hatine girtin û binavkirin. Tiştekî me heye, nû ye, tê xwarin û ji erdê tê derxistin a herî girîng jî mîna zer an zêr rengê wê jî ji nav xwe ve gişt zer e. divê em navekî lê bikin. Kurdan navê wê daniye gi – zêr hinek dever dibêjin gi – zer. Çi bû? Me ew tişta nû şibande zer – zêr. Me tiştek nekir tenê pêşgira gi (kurtkirina giştê ye) lê kir bû gizer-zêr. Em li mînakekê binihêrin, em ê bibînin ku gelek peyvên me wiha hatine dariştin. Peyvên kergûşk – kerguh – kergu wisa ne. Guhên kêrgûşkê mezin in. Ew hatiye şibandin bi guhê keran. Tenê bi şibandina guhê keran navê sewaleke nû hatiye çêkirin, dariştin. Eger em guhên keran jê derxin ji navê sewalê tiştek namîne, yanî di bingeha xwe de navekî resen nîn e, bi şibandinê hatiye çêkirin. Peyvên gakovî, pezkovî, kersim, gamasî, pêkazk, gihançêlek, dilse, kundirê bejiyê, mêrkut, gerdenqaz, gerdenzêr, dûvmeqesk, dûvpişk, diranbevş, rûtirş, pozbilind û pê de diçe mînakên din rêz dibin. Weke van peyvan gelek peyvên ne resen bi paşgir û pêşgirên erênî û neyînî çêbûne. Gelek peyvên pêkhatî, dariştî, hevedûdanî û hwd bi vî rengî ne.

Taybetiyeke zimanê kurdî ya din jî koka tewang û ergatîvîteyê gundewarî ye. Bi hezar salan ziman ev taybetî qezenc kirine. Em nakevin kûraya van taybetiyan ji ber ku hûrgiliyên wê pir in. Tenê ji bo zanînê em ê navên wan diyar bikin û derbas bibin… (didome)