Sunday, December 5, 2021

Êşên derûnî û pêwistiya nêzîkdayîna feylesofî

Gava ku em danişin û bi rêyeke rast li ser halê xwe piponijin, divê em an hişê xwe bixwin an jî xwe bikujin. Lê nabe, me nekiriye û em nakin. Em newêrin hevrûyî xwe bibin û lewma jî ji xwe direvin. Dewsa bixwazin hevrûyî kela dilê xwe bibin, an jî eş û kulên xwe bibînin, em berê xwe didin derveyî xwe. Lê digerin ku hinekan bibînin û bikin ber sûcên kula dilê xwe. Ji ber ku heyanî em bi awayekî bi êşa dilê xwe re çareyekî nebînîn, nikarin jiyana xwe ya rojane bi asayî bimeşînîn, an jî ne pêkan e ku wek her gav kar û barên xwe bikin.

Li gorî çanda gel û civatan her kes bi terzekî ji xwe re çareyan dibîne û pirsgirekên takekesî an çareser dike, an piştguh dike an jî taloq dike. Lê tu carî nikarin ji holê rakin. Belkî jî ne pêkan e. Lê ya pêwîst bi hişyarî û bi haydarî binasin û bikaribin pê re bijîn.

Mesela di nava civata me de têgîn û aktorên wek nivişt, şêx, mele, rûspî, dayik, heval, falbêj, derûnnas û hwd xwedî roleke girîng in. Bi diayan, şîretan, falan, niviştan baweriya xwe tînîn, tînîn ku hew zanin bi saya wan em xurt dibin û li hember pirsgirekên rih û canê me kul dikin re dicengin, diçewilin. Her çiqasî veguherîna ber bi modernîzmê ve derûnnas, mamoste, rêber hebin jî hê di nava civata me de negîhiştine asteke payebilind.

Halbûkî jiyana modern, bajarî, ku têkiliyên mîrovan bi nas û nenasan re gelekî zêde ye û tevlihev e; bi serê xwe li ser piya mayîn ne hesan e. Divê hin xwepêgirtinên takekesî hebin ku bikaribe xwe pê ragire.

Wekî pîşe û hunerek hebe, peydakirina kar û xebatê û bi sayê wê jî debara jiyanê hêsan e. Rol û statu, li gor vê jî têkilî û rengê danûstendinê bi civakê re eşkere dibe. Lê ev tenê gavek e. Kesekî ku hemû pirsgirekên xwe yên aborî çareser kiribin jî xwedan derd û kul in. Bi saya serwet û saman û pereyan belkî ji hin êş û derdan re çareyek dibînîn û kela dilê xwe ditemijînîn. Lê ji binî ve çareserî ne hêsan e. Wekî tê zanîn li gor rewşa aborî, statu, rol û têkiliyên kesan jî nexweşiyên cuda yên derûnî peyda dibin. Gava yekî hejar ji belengaziya xwe dilzar e. Yekî zengîn jî ji ber bêgaviya bêalternatîfbûyîna kar û jiyana xwe tengezar e.

Çawa hejar belengaziya xwe dike kul û derdên xwe û ji bo çareseriya vê êşê xwe diêşîne, zengîn jî ji bo guhertina hîm û stûnên pergala xwe diqilqile. Rikebariyê bi hevrikê xwe re dike. Heke bi rê û dirbên asayî li ser nekeve, dest diavêje dek û dolaban an jî zordariyê ku li hember hevtayê xwe ser bikeve. Yek jî nebe li ber xwe dikeve, nexweşiya hiş pê digire.
Di nava civatên pîşesaz ango modern de takekes hewceyî alîkariya profesyonel ango pisporane ye.

Êdî bêyî bijîşk parastina laş ne pêkan e. Jiyana bajarî bi serê xwe çavkaniya stres, şayiş û bandora wê ya ji bo nexweşiyên laşê mîrov in. Giraniya kar, xwarinên dermankirî, xewa kêm, êşên debarê, tengasiyên têkiliyên civakî û çandî bi hêsanî riya êşa derûnî û bedenî vedikin. Hin kes hene ku li hember tengasî û kêşeyan xemsar in. Lê hinek jî hene ku cançûyî û xemxur in. Kêliya tenê bi êşa dilê xwe re rûbirû bimînîn şayişa wan zêde dibe. An hişê xwe dixwin an jî canê xwe. Lê şîretên rûspiyan, parvekirina derd û kulan bi hevalan re, diha û şîretên şêx û meleyan, gotinên falbazan an jî hevdîtin û analîzên derûnnasan dibin destekar ku kes bikare derûniya xwe baş bike.

Tê zanîn ku her diçe rola rûspî, şêx, mele û falbazan kêm dibe. Dewsa wê jî rawejkar/şêwirmend, hosta, mamosta, zanyar û derûnnas cih digirin.

Beramberî danûstendina van kesan jî tengasiyeke din heye ku tu carî teşe nagire. Belkî jî bingeha nexweşiyên jiyana modern e. Kes êş û derdên xwe bizanibe jî wê pê re çawa tekoşînê bike nayê zanîn. Gava kesek bibêje “ji bo siberoja xwe ez ê çibikim?” her tişt mişt dibe, bê liv û tevger dimîne. Hin ekolên derûnnasiyê dibêjin; “hevrûyî be, di bin zimanê te, hişê te de çi hebe vereşîne, derxîne bide pêş çavên xwe û pê re têbikoşe.” Hin ekol jî berevajî vê dibêjin; “kêşeya xwe bin cilk bike, neyne hişê xwe, tu çiqasî zû ji bîr bikî tu yê ewqasî zûtir azad bibî. Lewma dewsa wê bi tiştekî cuda ve tije bike û serê meseleyê bigire û bipêçe.”

Heke em biryar bidin û hevrû bin, lê em ê çawa bi kêşeyê re têbikoşin?

An jî heke em biryar bidin û veşêrin ku divê dewsa wê bi tiştekî din tije bikin, lê biçi? Çawa? Û çima?

Vêca di vê xalê de rola şêwirmendî/rawejkariyê girîng e. Mixabin di nava civata me de hejmar kêm e, ku yên heyî jî ne bes in, ne têrker in. Ji ber ku zanîna hin metodan/rêbazan yên pisporî têrê nakin. Divê feylesofiyek, dîtinek, îdeolojiyek, mentalîteyek hebe. Ev merc ji bo bijîşkanjî, ji bo derûnnas û şêwirmendên aborî, cîvakî, sîyasî jî pêwîst e. Ew pisporên ku li gor perwerdeya pergala heyî, tenê bi tenîkî nêzî merivan dibin û wan wek mişterî dibînîn ku bi vî halî tu carî nikarin ji derdan re bibin derman.

Belê ji bo her kesî mamosta, hosta, rêber, rawejkar, derûnnas, bijîşk hwd êdî lazim in, neçar in, lê kêleka zanîna teknîkî hebûna feylesofî, nirxî, bawermendî, bîrdozî jî merc e.