16 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

EÛINTCEN: Di nava AKP’ê de mîlîtanên DAÎŞ hene

EÛINTCEN a ku yekîneya îstîxbaratê ya YE’yê ye, raporek amade kir û diyar kir ku polîsan otobusên çalakgeran kontrol nekirine û di mîtîngeke mezin de hema bibêje polîs qet tune û wiha got: “Ev jî diyar dike ku hin hêzên di nav AKP’ê de milîtanên DAÎŞ’ê bi taybetî peywirdar kirine.”

Di 10’ê Cotmeha 2015’an de li GAR’a Enqereyê endamên DAIŞ’ê di mîtîna aştiyê de bombe teqandibû. 104 qasidên aştiyê hatibûn qetilkirin. EÛINTCEN  a ku yekîneya îstîxbaratê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) ye di 13’ê Cotmeha 2015’an de raporek şand ji mekanîznmayên biryarê yên asta herî bilind ên Yekîtiya Ewropayê. Di raporê de awayê êrişa DAÎŞ’ê bi kitekit hate weşandin. Beşa herî girîng a raporê ev e ku di navbera qetlîama Pirsûsa Rihayê ya di 20’ê Tîrmeha 2015’an de û di navbera Qetlîama GAR’a Enqereyê de têkilî hate diyarkirin.

Di beşa nirxandinê ya raporê de ev tişt hate diyarkirin:

“*Di hedefa êrişa Enqereyê de ESP hebû. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag jî di navbera avakarên ESP’ê de bû.  Beriya hilbijartina parlementoyê ya di 1’ê Mijdarê de û dema hikumetê li dijî PKK’ê tevgereke leşkerî ya bi şîddet bi kar dianî, ev êriş çêbû.

*Di navbera êrişên Pirsûs û Enqereyê de xalên wekî hev hene. Di her du êrişên bombeyî de hejmara polîsên ji bo parastinê kêm bû yan jî qet tune bû. Di her du mîtîngan de ESP hebû. Her du mîtîng li ser kurdan bû. Di her du êrişan de DAÎŞ gumanbar e.

*Êrişa bombeyî ya li Enqereyê ku çalakgerên aştiyê yên kurd jî di nav de cih digirtin, wê li ser DAÎŞ’ê bimîne ya ku li ser sînorê Tirkiyeyê ya bi Sûriye û Iraqê re çalak e. Lê guman hene ku hêzên ku piştgiriyeke xurt didin polîtîkayên tund ên hikumetê dibe ku tevlî nav êrişê bûne.

*Tarz û awayê êrişê (êrişa bi bombeyan a ku êrişkar bombeyan li xwe girêdide) berê mirov dibe ser DAÎŞ’ê. Lê dema ku mirov dibîne polîsan otobusên çalakgeran kontrol nekirine û di mîtîngeke mezin de hema bibêje polîs qet tune, ev jî diyar dike ku hin hêzên di nav AKP’ê de milîtanên DAÎŞ’ê bi taybetî peywirdar kirine.

Derketibû holê bi fermana endamê DAÎŞ’ê yê bi navê Îlhamî Balî qetlîamên Pirsûs û Enqereyê hatine kirin û midûriyeta polîsan ji sala 2002’an û vir ve wî dişopîne. Dîsa derketibû holê ku piştî qetlîamê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ji bo hin rayedarên polîsan bi sûcê ‘peywira xwe ji bo tiştên xerab bi kar anîne’ lê Walîtiya Enqereyê destûra lêpirsînê nedaye. Di rapora mufetîşan de hatiye diyarkirin ku midûriyeta polîsan ji ber îxtîmala êrişa li mîtîngê xebatkarên xwe hişyar kiriye lê beşdarên mîtîngê û komîteya mîtîngê hişyar nekiriye.

Di çarçoveya lêprsînê de der barê Fermandarê DAÎŞ’ê yê Dîlokê Yûnûs Dûrmaz jî agahiyek derket holê. Hatibû diyarkirin der barê dozeke di 11’ê mijdara 2013’an de Dadgeha Cezayê Giran a 16’emîn a Stenbolê biryara girtina Dûrmaz daye.