spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Eurasia Daily: Tevgera Azerbeycanê li dijî Rûsyayê ye

Rojnameya Eurasia Daily bal kişand ser gotareke girîng a der barê tevgerên Azerbeycan û Tirkiyeyê yên piştî şerê Qerebaxê. Rojnameyê ji pîsporekî leşkerî yê Rûsyayê pirsa “Gelo ew van tevgerên Azerbeycan û Tirkiyeyê yên piştî serkeftina leşkerî ya li Qwerebaxm çawa dinirxîne?” pirsî.

Pîsporê leşkerî Konstantin Sivkov alîkarê serokê Akademiya Rûsyayê ya zanistên fûze û topan bersiv da vê pirsê û wiha got: “Rêveberiya Azerbeycanê bi xwe jî dizane ku di şerê Qerebaxê yê payîza 2020’an de armnacên xwe yên siyasî pêk neanîne. Azbeycanê bi piştgiriya hikûmeta tirk rewşa herêmê aloz dike û deriyê welatê xwe ji avakirina bargehên leşkerî ên Tirkiyeyê re vedike”.

Konstantin Sivkov der barê armanca wan de jî wiha got: “Ji ber ku Asya Navîn ku wekî tê gotin ( Aliyê lewaz ê navtenga Rûsyayê ye), dixwazin meydanê li pêşiya xwe firehtir bikin.  Ev berfirehkirina ku Tirkiyeyê daye ber xwe bi hişmendiya avakirina ‘Turana Mezin’ tê kirin. Ew dixwazin ku Turana Mezin li Tataristan û bakurê Kafkasiyayê ava bikin”.

Sivkov wiha berdewam kir: “Bê guman Azerbeycanê jî bi hemû rê û rêbazan ji bo pêkanîna vê yekê alîkariya Tirkiyeyê dike. Lewre jî ez nikarim Azerbeycanê wekî dostê Rûsyayê binirxînim, bêguman ew li dijî Rûsyayê ye. Dibe ku niha Moskovayê bi rengekî fermî nikaribe an jî naxwaze vê rastiyê bîne ziman, lê li gorî min ji bo her tiştî demeke wê ya guncav heye. Li gorî baweriya min rêveberiya Rûsyayê jî van rastiyan dizane û dê di dem û wexta xwe ya guncav de bersiva Azerbeycanê bide. “