25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ev 4 roj in daristana Dêrsimê dişewite

Di 9’ê gulanê de li derdore navçeya Xozatê ya Dêrsimê artêşa tirk dest bi operasyona leşkerî kiribû. Piştî operasyonê li cihên ku operasyon lê hatî kirin de agir dest pê kir û ev 4 roj in ku daristan dişewitin. Têkildarî şewata daristanan jî ji gelek derdoran bertek hatin nîşandan

Miduriyeta Giştî ya Daristanê piştî bertekan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parvekirin kir. Di parvekirina xwe de şewata daristanê derewand û îdia kir ku nûçeyên derbarê şewata daristanê de ne rast in.

Berovajî parvekirina Miduriyeta Giştî ya Daristanê rayedarên Miduriyeta Daristanê ya Dêrsimê şewata daristanê erê kirin. Parêzer Bariş Yildirim jî di parvekirina xwe de diyar kir ku bi Miduriyeta Daristanê ya Dêrsimê re hevdîtin kirine û dê mudaxaleyî şewatê bê kirin.

Hin ji van bertekan wiha ne;

Hunermendê Dersîmî Ferhat Tûnç: “Li Dêrsimê  xirabiyên dewletê bi dawî nabin. Her sal bi hincetên operasyonan agir bi daristanan dixin û nahêlin tu kes mudaxaleyî şewatê bike. Çima tu kes dengê me nabihîsîn.”

Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Huseyîn Kaçmaz: “Şewatên li Cûdî, li Licê, li Dersîmê û li hemû herêmên me, ne tesadûf in.”

 Komeleya Derdorê ya Mûnzûrê: “Ji ber operasyona eskerî ya hat destpêkirin herema Amûtka ya navçeya Xozata Dersimê sê rojin dişewite. Em dengê xwe ji şewitandina daristanên xwe re derxînin.”

Gundê Mîllî yê Dersîmê Biparêzin: “Ev dîmen derew in! Ji ber ku hinek bû rojev dixwazin manîpule bikin. Herkes dibine ku hûn her roj perçeyekî xwezaya vî welatî çawa talan dikin! Herkesê talana we ya li Çiyayên Qazê, Îkîzdere, Behrareş heta Heskîfê dît. #DersîmDişewitedengbide”

 Federasyona Komeleyên Dersîmê (DEDEF): “Li Dersimê ji ber operasyonên eskerî şewat nehat vemirandin.” 