20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ev 40 sal in stran û filmên kurdî arşîv dike

Îbrahîm Elî Sabir bi nasnav Îbrahîm Xurmalî ev 40 sal in stranên klasîk û filmên kurdî arşîv dike. Îbrahîm Elî Sabir ji sala 1977’an ve li bajarokê Xurmalê yê ser bi parêzgeha Helebceyê ve bi arşîvkirina stranên kilasîk û filmên Kurdî mijûl dibe. Heta niha 7 hezar û 500 kasedên stran û fîlmên kurdî yên her çar parçeyên Kurdistanê arşîv kiriye.

Îbrahîm Elî Sabir der barê arşîvkirina çanda kurdî de wiha got: “Xwesteka min ew e ku bikaribim hemû stranên çanda kurdî, bi taybetî stranên kurdî yên resen kom bikim. Bi vê xwestekê ji sala 1977’an ve min dest bi komkirin û arşîvkirinê kiriye. Xwesteka min hatiye cih û min kariye heta niha ji sedî 90 stranên klasîk ên kurdî li cem xwe kom bikim.”
Elî Sabir diyar kir ku di nava arşîva wî de ji hemû parçeyên Kurdistanê stranên hunermendên kurd hene û wiha domand: “Me çandeke dewlemend heye, dewletên herêmî gelek stran û awazên kurdî birine û xistine malê xwe. Ji ber ku ew dewlet in û derfetên wan hene ji xwere dikin mal. Wekî mînak; sirûda niha ya Tirkiyeyê sirûda Hesen Zîrek e ku di sala 1969’an de li Bexdayê tomar kiriye. Navê sirûda wî jî ‘Ey Kurdîne ey merdîne.’ Heman awaza Hesen Zîrek li ser danîne.”

Îbrahîm da zanîn ji bilî 7 hezar kasetên stranan, 500 kasetên bi dîmen ku di dema xwe de ji televîzyona Kerkûkê ya berê girtiye, niha li cem wî hene.

Di berdewama axaftina xwe de Îbrahîm Elî Sabir da zanîn ku di vê dema teknolojiyê ya pêşketî de divê çanda kurdî were pêşxistin, parastin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dagirkerên Kurdistanê hertim dixwazin çand û hunera kurdî tine bikin. Bi taybetî ciwanên kurd divê xwe ji çanda biyanî dûr bixin û girîngiyê bidin parastin û pêşxistina çanda kurdî. Ji ber ku dema çand û hunera gelekî nebe nasnameya wî gelî jî tune ye.” SİLÊMANÎ