25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Ev bêdengî dibe sedema berdewamiya êrîşên Tirkiyeyê’

Ev ji mehekê zêdetir e artêşa Tirkiyeyê li beramberî PKK’ê li herêmên Zap, Metîna, Avaşînê operasyoneke leşkeri ya dersînor daye destpêkirin. Operasyonên dewlet tirk yên li ser axa başûrê Kurdistanê berdewam dikin. Raya giştî ya kurd û ya cîhanî li dijî operasyonan gelek nerazîbûn nişan didin.

Herî dawî parlamenterên Iraqê bi boneya şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ji Rojnewsê re axivîn. Parlamenteran nerazîbûnên xwe anîn ziman û wiha gotin: “Divê êdî helwesteke zelal hebe û ev yek neyê erêkirin.” Parlamenteran destnîşan kir ku Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hemberî van operasyonan bêdeng in û ser vê yekê artêşa tirk bi berdewamî êrîşên xwe yên li ser şêniyên herêmê xurttir dike.

Bêdengî bêhtir rê li ber êrîşan vedike

Parlamenterê Iraqê Mihemed Bedlawî li ser operasyonên Tirkiyeyê yên li hemberî axa başûrê Kurdistanê axivî. Bedlawî di axaftina xwe de diyar kir ku hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê li hemberî êrîşan bêdeng in û ev yek jî dibe sedem Tirkiye di êrîş û sûcên xwe de bi israr berdewam bike.

Bedlawî di axaftina xwe de bal kişand ser kiryarên dewleta tirk ên li hemberî xwezaya herêmê û got ku ev kiryar çavkaniya xwe ji serdema Osmaniyan werdigire û wiha pê de çû: “Dewleta tirk piştî gelê sivîl dikuje û komkujiyan pêk tîne radibe dest bi jinavbirina xwezaya herêma Kurdistanê dike. Ev karesat nayê qebûlkirin û divê parlamentoya Iraqê di vê mijarê de xwedî helwest be.”

‘Divê parlamentoya Iraqê bicive’

Parlamenterê Iraqê Katî Rikabî jî der barê mijara operasyonên dersînor de nêrînên xwe anî ziman. Rikabî jî sedemê êrîşên  Tirkiyeyê bi bêdengbûna hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê ve girêda û wiha got: “Endamên parlamentoya Iraqê dixwazin parlamento operasyonên Tirkiyeyê ji xwe re bikin rojev û li hev bicivin. Her wiha divê hêzên siyasî li beramberî êrîşên dewleta tirk xwedî helwesteke zelal bin.”

Parastina serweriya niştimanî badilhewa ye êdî

Girêdayî mijarê çavdêrê siyasî Felah Meşel jî axivî û wiha got: “Hinek aliyên siyasî yên li  Iraqê nêzî Tirkiyeyê ne. Li aliyekî behsa parastina serweriya niştimanî dikin lê li aliyê din çavên xwe li beramberî binpêkirinên dewleta tirk digirin. Ev helwesta bêdengiyê ya Bexda û Hewlêrê ya li hemberî êrîşên dagirkeriyê bi xwe re gumanan dide çêkirin.”

Meşel axaftina xwe wiha domand: “Ev bêdengiya herêmê dide nîşan ku di navbera siyasetmedarên tirk û kurd de lihevkirinek çêbûye. Heke ev ne rast be Enqere çawa dikare di van sûcên xwe de berdewam bike? Sûcên li hemberî xwezayê, wê bibe sedema karesata jîngehê û nexweşiyên mezin dê li herêmê belav bibin.”