19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ev çi kîn e!

Bi rastî mirovahî yan jî însan aferîdeyekî pir pîroz û pêşketî ye?
Nizanim!
Belê bi gelek awayan wisa ye, li gel pêşketina mejî, rewşa zindewarî, bikaranîna teknolojiyê û asta niha û hwd. Pêşketin heye û hêja ye.
Lê… Ev mîrat her tiştî serobino dike…. Ne wisa! Ka di asta wijdanî, hezkirin, heqparêzî, edalet, demokrasî, wekhevî, mafên mirovan û candaran, asta parastina xwezayê yanî rewşa ekolojîk û her wekî van mijaran rewş çawa ye!

Mînak, ev çawa pîrozî ye ku qetilkirina birayê xwe rewa dibîne û mîtolojî û qaşo vegotina dînî ji xwe re dike balpişt. Herê Qabîl ji birayê Habîl hesidiye û ew kuştiye, li gorî işareta qijakê (qaşo qijakekê, qijakek kuştiye û erd kola ye û ew xistiye wê koncalê, ser girtiye) ew veşartiye. Fedî nake û ji qetla xwe re Rebê xwe jî dike hevkar, dibêje wî işaret daye, de were û neteqe… ji pêşî ve kîna dilê xwe terbiye nekiriye, li mafdariya vê kînê geriyaye.
Nexasim desthilatdarî… Ji bo desthilatdarî bidome her xerabî û tişta dijmirovî rewa dîtine û kirine zagon; Yekî gotiye ji bona berdewamiya dewlet û desthilatdariyê yekparêzî esas e û kuştina bira, zarok heta zaroka di pêçekê de jî rast û rewa ye, ev kiriye zagon û bi salan e ku çi bi aşkerayî, çi veşartî ev zagon li jiyanê ye. Tew xwe pê dipesinîn jî, bindestî û xulamtiya hinekan ji bo xwe wek tiştekî rast û ji rêzê dibînin. Camêr-necamêran xwe bijartî-spî dibînin û dijberê xwe reşik-xulam-xizmetkar-bende dibînin û dibêjin ev rêgezek xwezayî ye û qet wijdanê wan aciz nabe.

Ma bi rastî wisa ye. Kîjan rêgez dikarê kedxwarî, kuştin û bendîkirina mirovan rewa bibîne ku ne zordestî û pêkarî be, sedem çi be bila bibe. Ma ne her kes ji xwezayî ku roja tê dinyayê wekhev, xwedî mafê jiyanê û xwedî mafê mirovîn tevan e!
Yekî din gotiye; ji bona tu yekî wergerînî ser baweriya xwe, baweriya yê hember biguherînî sê caran jê re bibêje, “were ser baweriya min a rast!” nebû kuştina wî, malê wî namûsa wî li te helal e. Balpişt qaşo wekîltiya xwedê ye. Bi zanebûn baweriyê dikin sedem, lê belê armanc binpêkirina maf û keda mirovahiyê ye, çavberdana ked, mal û namûsê ye. Xwe nabetilîne, tiral e, çek di destan de rûdinê ser mal û keda xelkê û ji xwe re wek maf dibîne û baweriyeke pîroz ji xwe re dike destek. Baş e, ma kîjan bawerî û raman dikare kuştina mirov û kedxwariyê rewa bike. Tev berovajîkirine û navê vê jî pîrozî ye. Ma ev e pîroziya mirov, ya însan û di vê dema qaşo pêşketî de…
Ma ne bawerî-mîtolojî û raman; mirov, candar û hebûnan tev pîroz dibînin û bûn û nebûna wan, man û nemana wan ne bi destên mirov, ne ji mafê mirov e, bi dest û mafê Xweda-Xwezayê ye.

Ma ne di baweriyê de zordarî-zordayin tune ye! Di raman de wisa, lê rastî, rastiya jiyanê, heqîqet, pratîk?! Eger û sedeman nedin pêş, zikê heqîqet-rastiyê têr e.
Vê mirovahiya qaşo pîroz-eşref-î mehlûqat; çermesor-inka-maya tev qetil kirin, li gorî wan paşdemayî ne, lê çav berdan zêr û hebûna wan. Incil xistin destên wan, dest danîn ser xakê. Li Afrîka-Awusturalya jî wisa, aborjîn dan ber guleyan, reşikên afrîqayî jî… Ka wijdan? Bakurê dinyayê jî rûs-çîniyan ma çi neanîn serê gelan? Tatar-Moxol-Selçûqî-Xaçperestî –Emewî û lîste dirêj e. Tevan çi kir? Kuştina mirovan, ji holêrakirina çand û baweriyên hember wek zagona semawî şanî dan. Ev e heqîqet, ev e pîroziya mirovatî?! Û di serdema 21’emîn de rewşa me kurdan, nexasim a êzidiyên kurd…

Êrîş, kuştin û talan, kîna nijadî naqede li ser wan. Jenosîda hemdemî heye li hember me kurdan, lê qet dengê mirovahiyê nayê; ka mafê mirovan? Ka rastiya Derbirîna Mafê Mirovan a Gerdûnî, UNESCO, YM-YE. Çima dengê we dernayê, mesele aborî-berjewendî ye, ne!
Dewletên qaşo herî demokrat ji bo frotina çekan, wan çekên komkujiyê, xwe ker, lal û kor dikin. Mirov tên serjêkirin. Serjêkirin! Mirov, bi kîjan wijdanî seriyan jê dikin, ling datînin ser û wêneyan dikişînin, vîdeoyan parve dikin û teşhir jî dikin, ka yê ku ruh dabû ew ê wî ruhî bistenda! Tê gotinê ku dibêjin ‘Xwedê da ew ê bistîne jî’ ma wisa ye! Nexwe çi îşê însên û kuştinê ye! Helbet li gor wan qaşo sedem pir in. Ma ew sedem însanî ne! Ev çi psîkolojî ye. Tu sedem nabe sedema qetilkirina-kuştina-tunekirina însan. Ka rihma dilê însên, ev çi dil e! Ma ev e mirovahî, tew pîroziya mirovahî…
Ev çi kîn e? Ev çi kîn e ku ew ê mirovahiyê bibe ku? Ma hûn ji xwînê, ji talana xwezayê ya ser erd û binerdê têr nabin? Ev çi kîn e?

Kuştinê, nexasim kuştina jinan, tecawizê ,talanê, serjêkirinê, dîlgirtin, heps û zindanê, tecrîdê û bi her awayi xisletên dijmirovahiyê rewa dibîne.
Ka bi rastî mirov, berê me li ku ye! Ev çi kîn e? Ev çi kîn e lo…
Ev kîn dê te tune bike, mirov! Divê em mirovahî xwe perwerde bikin, bi ya mirovahî…
Bi rohnayî û însaniyetê xwe bişon. Wijdan, îrade, îradeya rastî-rohnayiyê lazim e. Em bibin xwe, xwebûna mirov û xwebûna civake; divê berê me bide gerdûnê-gerdûniyê…
Divê ev kîn perwerde bibe, bibe wijdanê mirovîn! Mafên Xwedayî-Xwezayî pîroz in. Divê tu kes di tu şert mercan de dest van mafan nedin û binpê nekin. Mirov, divê tu ewqasî ne pozbilind û qure be. A va rastiyek; Di sala 1847’an de lêkolîneke zanistî ev encam derxistiye holê;

Însan=10 Galon AV+7 qalib RÛNê sabûnî+KOMIRa têra serê 1000 pênûsî(Pênûsên Qelemzirîç)+HESINê têra bizmarekî ne pir mezin+KILSa têra ku mirov koxek biçûk biseyîne+Hinek MAGNEZYUM+ KUKURTa têra ku mirov kûçikekî ji kêçan xelas bike–5

Şîlîn

Ha va qîmetê te/me ev e, bi daringî…5 Şîlîn.. Herê 5 Şîlîn!
Dev ji pozbilindiyê berd e, kînê bavêje û li heqîqeta XWEDA-XWEZAyî vegere!
Ma ne bes e…