25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ev dinya hanê cihê xeman e!

Agîd Yazar
Agîd Yazar
Di sala 1973'yan de li gundê Banqîrê bi ser navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ji dayik bûye. Di sala 1997'an de li Mêrsînê di rojnameya Azadiya Welat de dest bi rojnamegeriya kurdî kiriye. Rojekê di xewna xwe de dibîne, di nava kevne-bajarekî dêrîn de, axa kendalekî dikole. Her ku axa kendêl vedixepirîne, qelemên her yek bi rengekî cûda, bi dest wî ve tê. Ew dem û ev çax, miqîm di nava kar û barên nivîs, lêkolînerî û geştiyariyê de ye, ne kêm ne zêde.

Xewa li welêt, sivik e. Ango meriv li welêt zû xewa xwe dişikîne. Kesên li Çuqûrovayê, yan jî yên li perê deryayê dijîn, vê yekê baş dizanin ku meriv zûbizû têrxew nabe. Îklima deryayê, meriv gevlerî dike; tu 18 saetan razêyî jî meriv têrxew nabe; dîsa meriv cangiran û kavarî ye. Çaxa meriv ji xew şiyar dibe, meriv dibêje qey mar bi meriv vedaye. Bi gotineke din, meriv timî nola xewgerokan, bi vir de bi wir de dihênije û ditewtihe, lê xewa li welêt ne wanî ye. Nexasim jî gava meriv li Dêrsimê radizê! Hema tu bîstikekê çavê xwe bidî ser hev, tu xewa xwe dişikînî. Laşê meriv nola pîşo û melhemê nerm, nola perê nahma sivik û nola şivterkekê jidyayî ye. Bi vê hilkeftê, heke tu li welêt bijî temenê te dirêj e. Heke tu li Dêrsima welêt bijî, temenê te dirêjtir e. Loma jî em di sawgura sibê de rabûn ser xwe. Yek û du me xwe nola çipiskê tevjidand. Ez berî ekîbê daketim jêr.

Cotek qijalk, bi raterqa hev ketibûn, bi qijeqij, di bin ewrê belek û kurîşk kurîşkî re derbas bûn. Kûçikekî qilçixşîn ê qurma devê wî reş, ji bin sêncê rabû ser xwe, tevzînek da xwe, xwe ji hev rakişand. Paşê devê xwe qîç kir, têra dilê xwe bawîşkî û zimanê di devê xwe de kokevanî kiribû, ber bi dawiya gewriya xwe ve gindirand û dengekî nola dengê giriyê zarokekî li ber şîr, di gewriya xwe de kûzkûzand. Hênkahiya şîrgermî ya berbangê, ji çiyayê li derdorê, bêhna gezo ji daristanên berû û mazî bi xwe re dianî û em jî nola bêhna wî gezoyî, dadinizilin kolanên Dêrsimê…

Heybeta Pîr Seyîd Riza

Ma meriv biçe Dêrsimê, meriv neçe tewafa pêşengê gewre, Pîr Seyîd Riza dibe qey! Em jî wanî dikin. Em diçin wê parqa li ser navê pêşengê gewre, Pîr Seyîd Riza hatiye nezirkirin û peykerekî wî yê bi hêbet li wir daçikandiye. Em derdikevin huzûra giyanê wî. Gava meriv li sekna wî, li xet û derbirînên li ser rûyê wî dinêre, meriv têderdixîne ev kalemêrê bihêbet, ji kesayetiyeke zanamend wêdetir e. Şik û guman jê re tune ku manewiyata pêşneng pîr Seyîd Riza, di asta qenc û xasên xwedê de bilind e. Lewra li pêşberî bîrdariya wî ya giyanî, hesteke tîr li meriv dadilûse.

Te dît dinya ye. Rojekê hûn biçin Dêrsimê, nebe nebe hûn bi çavê peykerekî bêgiyan, li peykerê pêşengê gewre, pîr Seyîd Riza binêrin! Lewra, hemû kirin û gotinên vî pêşengê me, li wan dewrûberan dizinge. Nexasim jî gotinên wî yên gava ber bi benê sêdarê ve dimeşe, delka xwe dide celad û bi wî dengê xwe yê qelew wiha di guhê dîrokê de diqîre: “Ji wî yê li Enqereyê re bibêjin: min serî bi reng û rîpên wî re dernexist, ev ji min re bû kul, lê min jî li ber wî çong netewand, bila ev jî ji wî re bibe kul/Ewladî kerbelayîmo! Bêguneyîmo! Eybo! Zulmo! Cinayeto!…”

Xwînerên ezîz! Di esasê xwe de divê niha ez li ser kelehên li derdora Mazgêrtê bûma û min qala wan bermahîyên pêşiyên me yên Xaltî bikira, lê vaye ji we ve eyan e ku em dikin nakin destê me ji Dersimê nabe.

Dêrsim, bi her awayê xwe sertaca welatê me ye. Em bi van hestan, esnafên wê yên rûken, mirovên wê yên xwenda, kalemêrên rî û simbêl gijik ew çend jî paqij û zanamend; gundiyên bazarvan ku sîrdimên çiyayê Dêrsimê yên yek-serî anîbûn ji bo firotanê, her wiha jinên şelwerê gundiyan li wan û tîşortê Che di ser de berdayî. Em van rengan, van bedewiyan tevan li dû xwe dihêlin û em berê xwe didin Mazgêrdê.

Mazgêrd

Mazgêrd, bi meşa çolbeyarî bi qasî 15 km dikeve başûrê Dêrsimê, lê em di ser bendava kebanê re difitilin. Loma jî 35 km rê dirêj dibe. Li nav Mazgêrdê, kelehek heye.

Her wiha li gundê Kelê jî kelehek heye. Me ji bo keleha gundê Kelê, kir û bira xwe kiribû, lê em naxwazin bi nenasî biçin…

Hema hema li her navenda niştecihan, hin kes hene ji nav civakê pengizîne û bi her awayên xwe dijber in. Gelek kar û xebat ji destê wan tê, lê tu xebatê nakin. Heta meriv dikare bibêje, şerab, bîra û cixareya van kesên wanî, li ser pişta esnaf û mirovên derdorê ye. Gelekî enteresan e, evan kesên wanî misyonên were li xwe bar dikin, tu dibêjî qey ew kes waliyê wî bajarî ye, yaxwud key-meqamê wê navçeyê ye. Kesên wanî, herî zêde bi kêrî mirovên xerîb tên. Hevlatiya kesên wanî, ji bo demeke kurt pir xweş e, lê piştî wextekê, êdî bi meriv e dibe benîştê mezeloq.

Me ji çend kesan pirsî, ka gelo yekî bi herêmê dizane dikare bi me re were an na. Kalemêrekî li parqê rûniştî, gopalê xwe ber bi boyaxkarekî qondereyan ve dike, dibêje “hûn biçin ba wî boyaxcî, ew ê ji we re bibe alîkar”.

Gava em silavê didin boyaxkar, hem firça di destê wî de, hem jî serê wî yê bi firçê re dihezikî, disekine. Em merema xwe jê re dibêjin. Hîn boyaxkar nepeyiviye, hew em dinêrin yek di ber me re derdikeve, dibêje “va me ez heme, ez bi her dera Dêrsimê dizanim!” Camêr dibêje firt û xwe di erebê re dike.

Kesekî amî tam, li gorî tarîfa kesê li jor qalkirî ye. Çawa li erebê siwar dibe, ewil rê ji hevalê ajokar re tarîf dike û paşê dest bi çîroka jiyana xwe dike: hem çiyager e, hem defîneger e, hem hostayê elektirîkê ye, hem sê zarokên wî li dû hev çûne ber rehma xwedê, hem wî û hevjîna xwe hevdu berdane, hem ji hêla leşker ve hatiye birîndar kirin, hem çar salan di zindanê de razaye, hem wextekê çûye Iraqê/başûrê Kurdîstanê, hem li wir ji xwe re evîndarekê dibîne û wesaîre, wesaîre…

Dostê me yê nû, li şîpekê van serpêhatiyên xwe ji me re rêz dike. Di vê navberê de, navê dostê me Kenan e. Min bi şekir gotinên Kenan birî û min ji wî tika kir ku ew derdorê bi me bide naskirin. Kenanê min û we vêdikeve çiya, gelî, şikeft û heta goristanên li herêmê jî ji me re tarîf dike. Çiyayekî li hember destnîşan dike û dibêje: “Li ser kelata wî çiyayê hanê, gelek nivîsên mîxî û îşaretên dîrokî hene, lê her kes nikare derkeve ser wê kelatê. Ez çûm derketim ser kelatê, lê li vegerê encax min dikaribû bi werîsan xwe bera jêr bida û daketama jêr.”

Min devê xwe ji hev vekir, da ku ez tiştekî bibêjim, lê Kenan gotina bin depisîne devê min û dibêje: “Tu qet nikarî derkevî jora wê kelatê. Encax dînekî nola min ji canê xwe acisbûyî dikare derkeve jora vê kelatê.”Kenan, kuleke heft-şaxî berdide ser dilê min û diçe!

Kenanê rêber, me li ber zinarekî, çikîtenê li rastekê disekinîne. Zinar, bi qasî avahiyeke du-sê qatî bilind e. Li jora zinêr devê jûr/odeyekê dixuyê. Ez bi pêpelokêve radipelikim. Ez tiştekî jê fêm nakim. Hem dişibiya tirba bîrdariyê ya navdarên Xaltî-Ûrartûyan, hem jî dişêbiya avahiyeke yekçavî.

Li jêra zinêr, kaniyek ji tahtê diherike. Mûmên nîvçe yên helandî li ser dîwarê kaniyê hebûn. Her wiha quloç û seriyên ajalan, yên hatibûn gorîkirin dixuyan. Ne li cihekî, ne li duduyan. Hema hema li ser her kaniyê, li ber devê her şikeftê bi dest hatine çêkirin, tiştên wanî meriv matmayî dihêlin, tên dîtin. Ev yeka hanê ji ananeyên gelê kurd ji dem û dewranên gelekî kevn daweriviye, heta roja me ya îro hatiye.

Paşê Kenanê rêber, me dibe nav goristanekê. Sêwirandina li ser kêlên wan tirban, sêwirandina pezê biquloç, ango mîh û beranên biquloç hatibûn taswîrkirin, lê keleh ji wan tirbên dîrokî, hatibû talakirin.

Ji ser goristanê em derbasî gundê Kelê dibin. Gund, navê xwe ji keleha xwe wergirtiye. Jê re dibêjin, keleha gundê Kelê.

Şikir ji xwedê re, piştî em li ewqas cihan geriyan, vaye em hatin ser keleha esil a mebesta vê gotarêyê ye. Li kêleka rê, zilamekî bi nigekî xwe dabû ser darê di bin çengê xwe de. Kenan dibêje: “Mayîn bi vî zilamî de teqiyaye û ji nigekî xwe bûye.”

Em tomofîla xwe li jêr parq dikin û bi kelehê ve radipelikin. Gava em derdikevin jora kelehê, dengê virevira droneke leşkerî tê. Diron, tibabekî bilind difire, lê dîsa jî tibabekî me dixîne nav fikaran. Me da ser hev, da ber hev. Me biryar da ku em serbest tevbigerin, ew ê çêtir be. Gumlegê min sorê kur e. Ez di dilê xwe de dibêjim. Baş bû min ev gumlegê xwe yê sor li xwe kiriye.

Piştî em lêkolîna xwe bi encam dikin, em Kenan li Mazêrdê datînin. Ez ji Kenan dipirsim, dibêjim tu telefonê jî li ser xwe nagerînî? Baş e em careke din werin, em ê te li ku derê bibînin?

Kenan dibêje: “Min ji kûçik û pisîkên kolan bipirsin, ew ê we bîne ba min!”

Em lêdixin berê xwe didin Amedê. Dengê strana Seît Axayê Cizîrî ji teyiba me bilind dibû: ew milkê kurda tev xêr û bêr e/alik mehden e tev zîv û zêr e/em îro çi bikin maye ji xelkê re/em îro çi bikin maye ji xelkê re/hey eman eman sed caran eman/xelkê em kuştin avêtin çeman/tev şêr û hakim nav em de neman/her kes awakî em her ya xwe man/ew milkê kurda temam kanîne/ew milkê kurda temam kanîne/her mêrik kurda bi hefsed mêrî ne/îro em çi bikin me kesik nîn e/her mêrik kurda bi hefsed mêrî ne/îro em çi bikin axxx em bêxweyî ne/ew milkê kurda hemû seyran e/ew milkê kurda hemû seyran e/ew cihê henê cihê xeman e/ev dinya henê cihê xeman e

Kelaha gundê Kelê

Keleh, li gundê Kelê ye û 12 km dikeve rojhilatê Mazgêrda Dêrsimê. Keleh, nola hêlîna teyrê baz, li ser kelateke bilind hatiye avakirin. Dîroka wê ya di ser e tê zanîn, xwe dispêre du hezar û 800 sal beriya niha. Heta niha, tu kolandineke arkeolojîk lê nehatiye kirin. Ev keleha hanê, ji hêla pêşiyên me yên Xaltî-Ûrartûyî ve hatiye avakirin. Li van derdoran, ji her 20-30 km’yî, keleheke ji hêla pêşiyên me ve hatiye lêkirin tê dîtin.

Li jora kelehê, tunelek tê dîtin. Tunel di tahtî de hatiye kolandin û ber bi bakûr ve berjêr dibe. Tunel, ji bejna meriv bilintir e. Gava meriv li tunelê difitile, derdikeve jor. Menzelek derdikeve pêşberî meriv û sarinceke kûr di binê wê menzelê de tê dîtin.

Bîst metre li rojavayê tunelê, tirbeke bîrdariyê ya hukumdarê Xaltî/Ûrartûyan heye. Ev tirba hanê duçavî ye. Di her çaviyekê de, nîşek tê de heye. Li ser dîwarê tirbê hêla hundir, gelek sêwirandin hene. Mixabin pir ji wan hatine herifandin, lê gava meriv dikeve hundirê tirbê, li ser milê rastê xaçek tê dîtin. Ev xaçê hanê, vê dema dawî li ser hatiye kolandin, lê li ser milê çepê nivîseke mîxî tê dîtin û ev nivîsa mîxî, vê kelehê girîngtir dike. Tê texmînkirin ev nivîs di serdema Menûa yê keyayê Xaltiyan de hatiye kolandin.

Gava meriv derdikeve ser jora kelehê, meriv qadeke taybet dibîne. Tahtekî yekpare heye. Ser wî tahtê hanê re kirisandine. Li hêla rojhilat, dîwarekî bilind hiştine û du nîş di dîwar de vekirine. Ev qada hanê, bi her awayî dişibe qada pîroz a li paytext Tûşpayê. Rêveberê Xaltî, di van qadan de rêûrismên fermî pêkdianîn. Gava şandeyeke fermî pêşwazî dikirin, gava hikumdar text diguhert, yan jî gava îbadetên xwe yên olî dikirin, ew rêûresmên fermî li vê qada pîroz li dar dixistin.

Li kelehê gelek avahiyên din yê balkêş hene. Yek ji wan jî sarincên wê yên balkêş in. Di navbera tirba bîrdariyê û tunelê de, sarincek heye. Sarinc heta nêvîxetimandî ye, lê dareke berû di wê sarincê de şîn hatiye û tibabekî mezin bûye. Gava meriv lê dinêre, dişibe guldankekê. Dara berû, sembola esaleta kurdan e. Esaleta kurdên kevnar, di sarinca dîrokî de şîn hatiye û geş bûye. Bi hêviya esaleta miletê me yê kevnar, qet neçilmise û îlelebed mayînde be!

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê