19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ev pergal li gorî rengê civakê ye

Ji bo zanebûnên der barê pergala darizandinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, me pirsên xwe ji hevseroka Yekitiya Parêzerên Cizîrê, parêzer Xedîca Ibrahîm kirin. Ibrahîm di bersivên xwe de behsa çawaniya darizandinê, cudahiya vê pergalê ji pergalên din ên Sûriye û welatên derdorê û behsa pîvanên darizandinê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.

Tu dikarî ji kerema xwe hinekî behsa pergala darazê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikî? Kengî û çawa hate damezrandin?

Pergala edaleta civakî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jixwe pêşî li Rojava dest pê kir. Piştî şoreşa 19’ê tirmeha 2012’an hat avakirin. Wê demê valahiyek çêbûbû, rejîma Sûriyeyê ji herêmên kurdan hate derxistin. Ji bo ji pirsgirêkên civakê re çareseriyeke bê dîtin komîteyên silhê hatin avakirin û sîstema edaleta civakî bi vî awayî hat damezirandin. Pirsgirêkên civakê gelekî zêdebûn û hewcebû ku di zûtirîn demê de bên çareserkirin lewma pêwistî bi sîstemeke wiha çêbû. Mînak dema dozek diçe pêş vê pergala edaletê, ev doz ne li gorî qanûnên dewletê li gorî rengê civakê tên çareserkirin. Em dikarin bibêjin ku li rojavayê Kurdistanê sîstema edaletê wiha hat avakirin.

Çi cudahiya vê pergalê ji ya berê ango ya di dema rejîmê de heye?

Bêguman di navbera sîstema edaleta civakî û sîstema dewletê de cudahiyeke mezin heye. Dozên ku tên du beş in. Yek dozên cezayî ne, ya din jî dozên medenî ne. Di nav dozên medenî de pirsgirêkên malbatî, mijarên pere yan jî li ser erdê hene. Ev dozên medenî pêşî di lijneya silhê re derbas dibe. Mînak ku di navbera du kesan de li ser erebeyekê pirsgirêk çêbûbe dê pêşî ew biçin Yekitiya Nivîsgehên Otombîlan. Ango yên karên danûstandina erebeyan dikin. Ji ber vê ew baştir dikarin vê pirsgirêkê çareser bikin. Heke pirsgirêkek ji ber xaniyekî derbikeve wê demê dê biçin ber Yekitiya Nivîsgehan. Heke pirsgirêk li wir çareser nebe wê demê dozê dibin mehkemeyê. Ev cudahiyeke pir mezin e. Li vir tişta esasî ne qanûn in edalet e. Hedefa pêşî di navbera kesên ku pirsgirêk dijîn de avakirina silhê ye. Silh tê hedefkirin ji bo ku di nav civakê de acizî pêş nekeve. Li aliyê din hemû dîwanên ku di nav cîvakê de cih digirin ji aliyê dadgerekî/ê ve nayên bi rêvebirin. Li her dîwaneke sê dadger cih digirin. Ji ber ku keseke tenê nikare edaletê tesîs bike, ji ber vê di her dîwanê de sê kes cih digirin û hewceye di her dîwanekê de jin jî hebe.

Tirkiyeyê pîvanên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) qebûl kiriye. Divê Tirkiye li gorî pîvanên darizandina DMME’ê tev bigere. Pergala daraza Rojava, pergala DMME’yê çawa dibîne. Girêdana pergala daraza Rojava û DMME’yê bi hevre heye yan na?

Rast e, Tirkiye pîvanên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê qebûl kiriye lê di hemû biyarên xwe de li dijî van pîvanan tevdigere. Mînaka vê ya herî berbiçav jî tecrîda li ser birêz Ocalan e. Tevî ku Ocalan 23’ê sal in girtî ye beriya demekê jî diyarkirin ku 6 meh cezayê dîsiplînê lê birîne. Tirkiye tu pîvanên ku qebûl kiriye pêk nayine. Jixwe di hevpeymana Rojava de xalek heye û wiha hatiye nivîsîn: ‘Em hemû xalên hevpeyman, qanûnên navdewletî, mafên mirovan qebûl dikin û pêk tînin’. Qanûneke li Rojava derbikeve û qanûneke mafên mirovan ên navneteweyî hebe, heke qanûna Rojava li dijî qanûna navneteweyî be wê demê herdu qanûn jî nayinê qebûlkirin. Di sîstema edaleta Rojava de ev xal hatiye nivîsandin. Sîstema edaleta Rojava hê ne xwediyê tecrubeyeke zêde ye. Lê hewldanên ku tên dayîn ji bo mafên mirovan in. Heta îmkan hebe di amadekirina qanûnan de ev xal li ber çavan tên girtin. Têkiliyên li ser qanûnan ên di navbera Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ne fermî ne.

Pîvanên daraza Rojava yên sûc çi ne. Daraz kesên sûcdar bêtir bi kîjan rêbazan ceza dike?
Dema giliyek li ser kesekî/ê hebe û sûcek kiribe ev gilî li gel dozger tê qeytkirin. Dozger gilî dişîne Nivîsgeha Têkoşîna li Dijî Sucên Plankirî. Gumanbar li wir îfade dide û hewce be tê girtin. Piştî îfadeyên gumanbar, dosyayê dişînin gel dadger. Dadger îfedeya hem gumanbar hem jî yê ku gilî kiriye digire. Gumanbar li wir bi parêzerê xwe re îfadeyê dide. Piştî dadger heke dosya neyê girtin wê demê dosyayê dişînin Dîwana Edaletê. Parêzer li wir amade ye. Hem kesê ku gilî kiriye hem jî kesê gumanbar li wir parastina xwe dikin. Biryara ku ji Dîwana Edaletê dertê di nav deh rojan de diçe Temyîzê. Li wir jî kes tên guhdarkirin. Li Temyîzê biryara dawî derdikeve.

Darizandina kesan di kîjan pêvajoyan re derbas dibe?

Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê Qanûna Cezayan û Qanûna Pêkanîna Cezayan hene. Gelek xebat li ser van herdu qanûnan hatin kirin û halê van qanûnan yên dawî ev saleke tên pêkanîn. Lê qanûnên ku neyên guhertin jî nînin. Carna li ser pêkanîna qanûnan rexne tên kirin û li ser van rexneyan ji bo başkirina qanûnan xebat tên meşandin. Tu kes li Rojava nabêje wa ye qanûn hatin nivîsîn û nayên guhertin. Di vê mijarê de qanûnên me nerm in. Ev nêzikatiya nerm di hemû saziyên Rêveberiya Xweser de esas tê girtin. Bi taybet jî di qanûnên edaletê de.

Li Tirkiyeyê hezar û 896 zarok girtîne. Li Rojava Pergala darazê çawa li sûcê zarokan dinêre?

Li gorî qanûnên Rojava kesên temenê wan di bin 18 salana de be, weke zarok tên pênasekirin. Ev zarok jî di nav xwe de dibin du beş. Di beşa ku temenê wan di biniya 15 salî de be, dema ku sucekî bikin jixwe nayên girtin. Mînak zarokek çû cama erebeya yekî şikand wê demê ji malbata zarok zirara xwediyê erebê tê standin. Heke zarokên temenê wan di ser 15 salî re be, wê demê qanûnên ku ji bo wan hatine amadekirin lê tê birîn. Cezayê ji bo wan hatiye amadekirin wek yê mezinan nîne. Zarokê ku ji ber sûcekî bê girtin ne ku ji bo were cezakirin tê girtin. Ew zarok li Navenda Hûrî tê perwerde kirin ku bikaribe li civakê vegere.

Kesên tewanbar piştî binçavkirinê di pêvajoyeke çawa re derbas dibin?

Kesên tên girtin hewceye ku di nav 24 saetan de îfadeyê wan bê girtin. Ne raste ku kesek ji bo îfadeyê bê sekinandin. Piştî ku dadger biryara xwe girt û dosyayê şand Dîwana Edaletê hewceye ku di nav 24 saetan de dosya wî li wir jî bê dîtin.
Di binçavkirinê de mafê hevdîtina parêzeran ji bo gumanbar nayê astengkirin. Kesê ku cezayê girtîgehê lê hatibe birîn di girtîgehê de dikare malbata xwe bibîne.
Heke sûcdar cezayê ku hatiye birîn zêde bibîne dikare giliyên xwe li Meclisa Edaletê bike.

Gelek endam û malbatên DAIŞ’ê li ba we girtî ne, pêvajoyeke çawa ji bo darizandina wan heye?

Li Rojava gelek endamên DAIŞ’ê li kampa Holê tên girtin. Ev ji bo me zehmetiyeke mezin e.
Em mecbur in ku xwarin û pêwistiyên wan bi cih bînin. Ew malbatên ku li wir in di nav hev de dijîn û zarokên xwe jî li gorî hişmendiya DAIŞ’ê mezin dikin. Wek tê zanîn Hêzên Sûriyeya Demokratîk(HSD) li hemberî DAIŞ’ê şereke pir dijwar kir.
HSD’ê tenê ji bo parastina Bakur û Rojhilatê Suriyeyê şer kir, ji bo hemû cîhanê şer kir. Ji ber vê yekê pêwistbû ku hemû sazî û dezgehên mafên mirovan ên navneteweyî piştgirî bidana Rojava. Divê her kes ji bo darizandina wan DAIŞ’iyan alîkarî bikira. Lê mixabin di qada navneteweyî de bêdengî heye.

DAIŞ’î jî di nav xwe de dibin du beş. Di beşekê de DAIŞ’iyên biyanî hene li aliyê din jî DAIŞ’iyên ji Reqa, Dêrazor û Minbîçê ne. Ji bo kesên biyanî derfetên Rojava tune ne ku dadgeheke pispor ji bo wan ava bike. Heke ew derfet bê dîtin jî piştî biryarê ew kesên biyanî dê li ku bimînin ew jî ne diyar e. Lê ji bo kesên sûriyeyî dê di demeke kin de darizandin destpê bike.

Xedica Ibrahîm kî ye?

Parêzer Xedica Ibrahîm di sala 1966’an li gundê Dugirê yê girêdayî Tirbespiyê, hatiye dinyayê. Di sala 1986’an de xwendina xwe ya akademiya mamosteyan li bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî kiriye. Di sala 2007’an de xwendina xwe ya beşa hiqûqê li zanîngeha Helebê xwendiye û li wir bi dawî kiriye. Xedica Ibrahîm niha jî li Rojavayê Kurdistanê hevseroka Yekitiya Parêzerên herêma Cizîrê ye.