Rojnameya Heftane

Ev roman xepartinek durist e

Hevpeyvîna Rizoyê Xerzî ya bi Konê Reş re

Me vê hejmarê berê xwe dîsa da binxetê û me berê pirsên xwe da kedkarekî din ê zimanê kurdî ku ji bajarê Qamişloyê ye. Me ji bo xwînerên xwe, ev hevpeyvîn bi nivîskar û helbestkarê kurd Konê Reş re amade kir.

* Mamoste salên dûvedirêj tu di warên cuda ên zimanê kurdî de xebatên xwe dikî, tu dikarî çîroka xwe û destpêka nivîsandina bi zimanê kurdî ji xwendevanên Xwebûnê re bibêjî?

Têkiliya min bi zimanê kurdî re ji gundê min Doda dest pê kir. Ev gundê ku kesî jê ne bi zimanê erebî û ne bi zimanê tirkî zanîbû. Di nav wê trajîdiya zimanî de mezin bûm, min xwend û bi giyanekî kurdperwerî hatim xwedîkirin. Gelek caran bi Seydayê Cegerxwîn re rûdiniştim. Hingî, min jî wek tevayî nifşê xwe, hin caran bi zimanê erebî dinivîsand. Carekê min jê pirsî; Seyda! Tu bi zimanê erebî an bi zimanê kurdî bêtir karî his û hestên xwe bînî der? Seyda beşişî û li min vegerand; bi kurdî. Ji wê hingê ve nivîsandina bi zimanê kurdî niqutî dilê min.

Di sala 1977’an de li Almanyaya Rojava, bi şahî çav bi rojnameya (Roja Welat) diketim, bi kurdî û tirkî bû. Piştî vegera min a Qamişlo di sala 1978’an de, min dest bi nivîsandina kurdî kir, belê di warekî biçûk de bû, ji ber ku ziman qedexe bû. Bi naskirin û çûnacem van ronakbîr û zanayên kurd: Cegerxwîn, Mele Hesenê Kurd (Hesen Hişyar), Osman Sebrî, Rewşen Bedirxan, Seydayê Tîrêj… bêtir hezkirina ziman bi min re mezin bû û kurdewarî û zimanê kurdî bi min şêrîn bûn.

*Mamoste, gelo ev meseleya nasnavê Konê Reş çawa û ji ku peyda bû?

Sebaretî nasnavê min (Konê Reş); ev nasnav, kalkê min (Ehmed), anku bavê bavê min ê ku di heyama xwe de mixtarê gundê Doda bû, wî ev nav bi wateya sexîbûn, mêranî û dilfirehbûnê li cîranê xwe Ehmedê Pitê kir. Ehmedê Pitê, mirovekî feqîr, comerd û sexî bû, deriyê wî her dem vekirî bû… Hem jî, ji zimanê kurdî pê ve bi ti zimanan nizanî bû. Mirovekî bi cil û bergên kurdî yên orjînal girêdayî bû; kum û kolozekî reş li serê wî bû. Vî mirovî gelek çîrokên kurdî yên folklorî zanîbû. Berê, ez di vî navî de diponijîm û min hezê dikir.  Bijartina min ji vî navî re bi gelek wateya ye; ji rexekî ve, reşahiya ku wê demê konê xwe di ser welatê me re vegirtibû. Ji rexekî din ve, kon her dem vegirtiye. Kon, mirovan ji sermê û germê diparêze. Kon bi vegirtina xwe xuya ye, rêwî, birçî û hejar xwe lê digirin, di bin siya wî de xwe ji germê û sermê diparêzin…

*Di salên destpêka naskirina te ya bi zimanê kurdî de herî zêde bandora kê û çi li te bû?

Roja îro ez Prof. Dr. Celîlê Celîl wek mamostayekî di warê eşq û danheva folklora kurdî de ji xwe re dibînim. Di warê nivîsandina gotaran de jî, ez ji (Tîr) ya Mûsa Anter, ewa ku di rojnameya Welat de li Stenbolê dihat weşandin û ji (Bexçe) yê Kemal Burkayî (Ferhad Can), ewa ku di rojnameya Ronahî de, ew jî li Stenbolê dihat weşandin, fêrî nivîsandina gotaran bûme. Jixwe kêfxweş dibim ku şagirtekî Mîr Celadet Bedirxan bim. Bêguman, rola navtêdana bavê min jî, di vê pêvajoyê de mezin e.

* Gelek nivîs û lêkolînên te der barê malbata Bedirxaniyan de çêbûn, tu dikarî bi kurtasî hinekî behsa rola wê malbatê bikî di wêje û zimanê kurdî de ?

Rola Bedirxaniyan zor mezin e. Bedirxanî kurdistanî difikirîn, asoyên wan ji herêmî mezintir bûn, doza wan Kurdistanek tenê bû, ne gelek Kurdistan bûn, banga wan kurdisanî bû. Tevî ku neferên vê malbatê ji sala 1847’an ve di koçberî û sirgûniyê de dijiyan, lê wan qet welatê xwe Botan, warê bav û kalên xwe, ji bîr nekir, ji desthilanîn neketin, li ber xwe dan û gelek xebat û bizav kirin, da ku navê gelê xwe di nav gelên cîhanê de bilind bikin. Neferên vê malbatê di sirgûniyê de, di bin şert û mercên çetîn û dijwar de, xwe berpirsyarê gelê xwe didîtin û kêşeya gelê kurd barê xwe yê yekemîn dinasîn. Bi gotin û kirinê dixebitîn; çi di warê civakî û rewşenbîriyê de û çi di warê siyasî de û wiha tev di sirgûniyê de, dûrî xaka Cizîra Botan mirin her û her daxwaza wan pêşxistina gelê kurd û bilindkirina navê Kurdistanê bû. Wan Bedirxaniyan gelek komele û dibistan damezirandin, gelek kovar û rojname weşandin, hem jî bi saya wan gelek navend û enstîtu ji gelê kurd re hatine avakirin.

Neviyê Mîr Bedirxan jî, Mîr Celadet Elî Bedirxan (1893-1951), hêviyên bav û bapîrên xwe li erdê nehiştin, bi xwe re hilgirtin û hilanîn û di ber wan de xebitî ta roja dawî ji temenê xwe. Wî jî 15’ê Gulana 1932’an hejmara pêşîn ji kovara xwe (Hawar) a bi tîpên latînî, li Şamê çap kir û di nav kurd û biyanyan de belav kir. Wî jî, bi Hawara xwe, qêrîn û gaziya bav û bapîrê xwe gihand  kurdan û got : “Herçî em kurd, me zimanekî delal heye û em pê diaxifin, piraniya me ji vî zimanî pê ve bi tu zimanî nizanin. Bi tenê divêt em hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibin. Îro hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê mader ji bo her miletekî, êdî ne bi tenê wezîfeke şexsî ye, lê wezîfeke milî ye jî.”

* Di navbera salên 1960 û 1980’yî, piştre pêvajoya ji 1980’yî heta sala 2000’î, çi guhertin di warê ziman û wêjeya kurdî de hatin kirin?

Di navbera salên 1960-1980’yî de tu guhertinên berbiçav di warê ziman û ferhenga kurdî de, di nav kurdên Rojava de nahatin kirin. Lê tevî qedexebûna ziman, rewşenbîrên kurd li ber xwe dane, ji desthilanîn neketin. Piştî ku 14’ê hezîrana 1957’an, Partî Demokrat a Kurd li Sûriyê hatiye damezirandin, vê partiyê rojnameya Dengê Kurd bi kurdiya latînî derxistiye. Di sala 1966’an de Mele Hesenê Kurd (Hesen Hişyar) bi tena serê xwe kovarek bi navê Agahî, bi rengekî veşarî diweşand. Û di sala 1968’an de Cegerxwîn kovara Gulîstan weşandiye. Di sala 1979’an de kovara Gelawêj, sala 1983 kovara Stêr, sala 1986 kovara Xunav û sala 1989 kovara Gurzek Gul… Belê ji sala 1990’î û vir ve, hinekî çavgirtin ji çapkirina pirtûkên bi zimanê kurdî hat girtin. Di wan salan de gelek kovar û rojnameyên serbixwe û dîwanên helbestan û pirtûkên têvel ji rex nivîskaran ve hatin çapkirin û her wiha gelek kovar û rojname jî ji rex rêkxistınên kurdî ve hatin weşandin. Ew jî bi dizî û eger bihatina girtin cezayê wê mezin bû.

*Niha di jiyana me de gelek guhertin dibin û bêtir xebatên dîjîtal û online derdikevin pêş. Di van şert û mercan de gelo tu rewşa wêjeya kurdî ya îro çawa dibînî?

Agahiyên min yên berfireh li dor xebatên dijîtal û onlinê nînin. Bêguman sûdeya wan heye. Nexasim ji me kurdan re, lê tiştek nabe wek gotina teka teka anku a rû li rû. Belê li gor rewşa me û qedexebûna ji sed salî ve li ser zimanê me hebû gelekî baş dibînim. Derîkî nû li ber me hatiye vekirin…

*Te seydayê Cegerxwîn jî dîtibû tu dikarî behsa bîranîneke xwe ya bi seyda re bikî?

Sebaretî pêwendiyên min bi Seydayê Cegerwîn re, wek ku min gotiye; di wan salên berî ku Seydayê Cegerxwîn di sala 1979’an de here Swêdê, ez xort bûm, min ji siya xwe re digot bi wir de here…! Devdelingê şerwalê min fireh bû, erd bi xwe re rêş dikir. Porê min dirêj û gijikî bû û cênîkê min wek potînan bûn. Her pêlekê ez û çend hevalên xwe  diçûn serdana wî. Kêfa wî ji me re dihat û digot: “Kêfa min ji xort û keçan re tê. Ew ên rojên hatî ne, yên wek min xêr di me de nema ye. Û ji me re, helbestên xwe yên nû dixwendin û di nav re qala kurdan dikir; qala Mîr Celadet Bedirxan û kovara wî Hawar, Mîr Dr. Kamîran Bedirxan û rojnameya wî Roja Nû, Rewşen Bedirxan, Osman Sebrî, Dr. Nûrî Dêrsimî, Qedrî Can û di nav re dema ku gotin dihat dor stranên Şivan Perwer û helbestên wî yên ku Şivan kirine stran, digot: “Şivano hinekî kela dilê min hênik dike. Ji min xweştir dibêje.”

* Tu dikarî hinekî behsa romana xwe ya Beriya Mêrdînê bikî?

Sebaretî romana min; Beriya Mêrdînê; (Romana Heymên Derbasbûyî): Min bi vê romanê, Beriya Mêrdînê li serad, bêjing û moxilê xistiye! Dema nivîsandina vê pirtûkê min bi firehî hêviyên xwe berdan ser bîra xwe ya zaroktiyê; serwextiya xwe ya niha û bi zanebûna xwe ya îro û ezber; wek şahidê (dîdevanê) demekê ya dîroka me kurdên Cizîrê, min beşek ji bîranên xwe wek romanê di Beriya Mêrdînê de daniye ber çavan. Bêguman, ev roman ne serboriya min tenê ye, serboriya piraniya nifşê min e. Şêweyeke ji şêweyên jiyana min û jiyana hevçerxên min e di Beriya Mêrdînê de… Ev pirtûka min ne romanek pexşaneyî ye, bêtir dikarim bibêjim ku xepartinek durist e ji hebûn û vejandina me xelkên Beriya Mêrdînê re.

*Peyamên te di vê rewşa nazik de bo nivîskar û rewşenbîrên kurd çi ne?

Gotina dawî: Mixabin rêxistinên me, giringiyê nadin zimanê kurdî. Zimanê kurdî wek nasnameya hebûnê di nav gelên dinyayê de nabînin! Qîmeta zimanê me li cem wan nîn e. Mixabin jî, yên ku siyasetê dikin, naxwînin. Eger hinekî bi erebî an tirkî dixwînin jî, lê ew qet bi kurdî naxwînin! Dema ku pêşengên civakê wiha bin, gelo wê civak çawa be!!!

Konê Reş (Selmanê Osmanê Evdo) nivîskar û helbestvanê kurd e. Di sala 1953’yan de li gundê Doda yê bajarê Qamişloyê hatiye dinyayê. Heta niha derdora 20 pirtûkên wî hatine çapkirin, di nav wan de 3 pirtûkên helbestên zarokan hene û pirtûka wî ya dawî romana bi navê Deşta Mêrsînê ye.