20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ev sedsal sedsala kurdan e

Parlamenterê HDP’ê Îmam Taşçier êrîşên li ser başûrê Kurdistanê wekî dagirkeriyek mezin nirxand û wiha got: “Pêwistiya kurdan bi yekitiyê heye. Ku kurd bibin yek ev sedsal dê bibe sedsala kurdan.”

Êrîşa ku dewleta tirk di 23’ê nîsana 2021’an de li dijî qadên Metîna, Avaşîn û Zapê yên herêma başûrê Kurdistanê daye destpêkirin nêzî 4 meh in didome. Tirkiye bi salan e bi heman rêbazê dixwaze encamê bigire. Bi taybetî jî desthilatiya AKP-MHP’ê bi polîtîkayên xwe yên li dijî kurdan tu exlaq û pîvanên mirovî nas nake û binpê dike. Dewlet Tirkiyeyê û hikûmeta AKP-MHP’ê di vî şerê dijî kurdan de hin hizb û partiyên siyasî yên kurd jî bi kar tîne. Di şerê li dijî PKK’ê yê li başûrê Kurdistanê PDK’ê wekî nûnerên xwe bikar tîne. Hêzên girêdayî wê jî li dijî PKK’ê bi kar tîne. Li ser daxwaza Tirkiyeyê PDK’ê hêzên girêdayî xwe sewqî herêmên ku di bin kontrola hêzên PKK’ê de ne kir û bi awayekî çalak tev li êrişên Tirkiyeyê dibin. Ji ber vê helwesta PDK’ê xetereya şerê di navbera hêzên kurd de derket holê. Di raya giştî ya kurdan de li dijî PDK’ê bertek û nerazîbûn pêşketin û gelê kurd, partiyên siyasî, hunermend, rewşenbîr, rojnameger û kesayetên navdar her roj banga ji vê rewşê vegere li PDK’ê û malbata Barzanî dikin. Lê dengê vê bangê naçe PDK’ê. Ji sekna xwe ya ji hevalbendiya Tirkiyeyê gavê şûnde navêje.  Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier jî ji bernameya Podcasta Xwebûnê re axivî. Taşçier helwesta rêveberiya Başûr rast nedît û êrîşên li ser başûrê Kurdistanê wekî dagirkeriyek mezin nirxand. Taşçier diyar kir ku pêwistiya kurdan bi yekitiyê heye û wiha got: “Ku bibin yek ev sedsal dê bibe sedsala kurdan.”

 * Tu bi cihbûna hêzên Tirkiyeyê û êrîşên wê yên li ser başûrê Kurdistanê, weke xeteriyeke çawa dibînî?

Êrîşên li Başûr û bi cihbûna dewleta tirk dagirkerî ye. Yanî welatê kurdan dagir dike. Ev dagirkerî ev sed sal e berdewam e. Lê îro bi cihkirina 30 hezar leşkerê xwe û avakirina 70 qereqolên xwe ev dagirkeriyeke mezin e. Lê li hemberî vê dagirkeriyê bi rastî partî û rêxistinên Başûr jî bêdeng dimînin û dinya jî bêdeng e. Di hidûdê Iraqê de herêmeke federal a Kuristan heye. Hidûd kifş e, tevî Iraqê ye, lê Iraq jî bêdeng dimîne, ereb jî bêdeng dimînin û Amerîka jî li wê derê xwedî hêz e, ew jî bêdeng e. Ev ne tiştekî dirust e. Ji bo kurdan di pêşerojê de xeteriya ku statuya başûr here heye. Em wekî miletê kurd li ku derê statuyeke me hebe divê wekî çavê xwe em lê xwedî derkevin. Lewre ev statu gelê kurd bi dinyayê dide nasîn. Ez wisa bawer im li Başûr jî gel lê xwedî dertê. Lê hinek rêxistin wekî berjewendiyên şexsî li hemberî vê dagirkeriyê dengekî dernaxin. Gerek partiyên li Başûr, hikûmeta Başûr dinya rakiribûna ser piyan. Li ser rûyê erdê mînaka vê tune ye ku biçin welatekî din û têkevin nava axa wê. Li wir qereqolan ava dikin. Dagir dikin. Daristanan dibirin û dişewitînin. Ji bo xwe rêyan çê dikin. Bombe dikin. Ev dagirkeriyeke herî mezin e. Gerek em li dijî vê dagirkeriyê bêdeng nemînin.

*Tirkiye di vî şerî de çima kurdan tîne beramberî hev û kurd çima tên van lîstikana û bi taybetî jî PDK çima tê van lîstikan?   

Di dîroka Kurdistanê de dem bi dem dewletên ku Kurdistan kirine çar parçe serî li rêbazên wiha dane. Lê heke mirov nikaribe bi dijminê xwe jî divê mirov nebe alîkar jî. Armanca vê dagirkeriyê raste rast pêkanîna politikaya Neo-osmanî ye. Bi destxistina sînorên  Mîsakî Mîllî ye. Ew jî Başûr û Rojava dixe nav xwe. Dixwazin bi vê yekê dewleteke mezin ava bikin. Divê neyên van lîstikên Tirkiyeyê ku dibêjin ji bo PKK’ê hatine. Armanc dagirkeriyeke mezin a li ser axa Kurdistanê ye.

*Di van êrîşên li ser Başûr de gelek welatiyên sivîl tên kuştin. Komkujî pêk tên û zirarek mezin didin xaka Başûr. Rêveberiya Başûr van êrîşên Tirkiyeyê çima rewa nîşan dide û dibe alîgir?

Ew xeletiyeke herî mezin e. Bi tu awayî ev ne rewa ye. Tirkiye bi zanebûn gundan û sivîlan bombebaran dike. Dagirkeriya xwe rewa nîşan dide. Lê kes ji wan re nabêje îşê we li vir çi ye? Çima diçin welatekî din bombebaran dikin û  sivîlan qetil dikin? Kes behsa vê ye nake. PDK dibêje hûn (PKK) ne li vir bûna Tirkiye nedihat. Na, tiştekî wisa tune ye. Sedam dema li îqtidarê bû pêşmergeyan li hemberî wan şer dikir. Sedam digot,  “Şerê me ne li hemberî kurdan e. Şerê me li hemberî pêşmergeyan e.” Lê di esasê xwe de şer li hemberî kurdan bû. Di Enfalê de zêdeyî 180 hezarî kurdên sivîl hatin qetilkirin. Li Helebçeyê zêdeyî 5 hezar kurd bi kîmyasalê hatin qetilkirin. Îro şerê Tirkiyeyê jî bi heman rengî ye, ew jî li hemberî kurdan e. Şerê Sûriyeyê û yê Îranê jî li hemberî kurdan e. Gerek em vê rastiyê baş zanibin. Dewletên dagirker şerê kurdan dike û li ba wan jî di navbera kurdan de tu ferq tune ye. Divê em jî tu ferqê nexin navbera dewletên dagirker. Bêyî îradeya xwe em kirine çar parçe. Lê dema meseleya kurdan tê holê her çar dewletên ku Kurdistan dagir kirine dibin yek. Divê em kurd jî yekitiya xwe ava bikin. Heta ku kurd yekitiya xwe ava nekin dê rewş wiha be.

*Ev şer çiqasî dişibe Komploya Navneteweyî ya li dijî birêz Ocalan? Mirov dikare wekî berdewamiya vê komployê binirxîne yan na?

Şeş salên dawiyê li ser birêz Ocalan tecrîdeke zêde şidandî heye. Naxwazin dengê xwe bigihîne derve. Ev dewletên navneteweyî jî li dijî vê tecrîdê bêdeng in. Li ser kurdan operasyoneke navneteweyî heye. Li ser PKK’ê jî ev heye. Çimkî kîjan hêz xurt bibe ew dibin hedefa hin hêzên din ên mezin. Vêga gerîla xurt bûye. Di heman demê de ew hêzên emperyal ên ku hesabên wan li ser Rojhilata Navîn hene bêyî gelê kurd nikarin tu gavan biavêjin. Ev yek piştî şerê li rojavayê Kurdistanê kifş bû. Lê van dewletên emperyal dixwazin vê hêzê lewaz bikin. Ji xwe nikarin biqedînin. Dema çareseriyekê li Rojhilata Navînê pêş bixin heke hêzeke lewaz li pêşberî wan hebin zêdetir dikarin daxwazên xwe bi wan bidin qebûlkirin û  mafên gelê kurd ew ê kêm bidin wan. Yan jî nadin. Lê hêzeke xurt be û tifaqa yekitiya kurdan hebe wê demê ew ê statuyeke li gorî daxwaza kurdan çê bibe. Ji ber vê ev hêz dibêjin bila kurd hebin lê bila ne xurt bin. Îro êrîşên li ser PKK’ê ji ber vê yekê ye. Lewma jî divê kurd vê yekê baş bizanibin û yekitiya xwe ava bikin. Ne wisa be, îro ev operasyona li dijî PKK’ê dê sibê li ser PDK’ê pêş bikeve. Ev bi pirsgirêka kurd ve girêdayî ye. Kî hêzeke xurt be li ser wan ev êrîş zêde dibin.

* Di rewşa heyî de mirov dikare bibêje tevgera azadiyê di şexsê Tirkiyeyê de li dijî NATO û hêzên emperyal şer dike?

Tirkiye di aliyê leşkerî de, di nav NATO’yê de hêza duyemîn e. Heke Tirkiye li derveyî sînorê xwe operasyonan çê bike, şer bike bêyî NATO nikare. Ji ber vê jî şerekî li dijî Tirkiyeyê li dijî NATO’yê ye jî. Lewre Tirkiye hêza xwe, çekên xwe, balafirên xwe ji NATO û dewletên endamên NATO’yê distînin û vê yekê bi vê hişmendiyê tê li hemberî gerîlayan şer dike. Ji ber vê Tirkiye bi hêza NATO’yê li vir (Başûr) e. Tesîra li ser Tirkiyeyê li NATO’yê jî dike.

*PDK ji ber êrîşên li ser Başûr PKK’ê sûcdar dike û di heman demê de hevkariya Tirkiyeyê dike. Ev helwest çi nîşan dide?

Li hemberî dewleta tirk sûcdarkirina PKK’ê ne rast e.  Dibêje, PKK ne li vir bûna dewleta tirk nedihat vê derê. Baş e. Ma li Efrînê, Serêkaniyê, Girê Spî PKK hebû? Na. Lê dewleta tirk çûye van deveran dagir kiriye. Mesele ne ew e. Bila vê ya PDK jî û gelê kurd jî baş zanibe ku dewleta tirk dema ku siyaseta xwe li ser kurdan dimeşîn e, ne tenê li ser partiyekê ye. Li ser tevahiya kurdan siyaseta xwe dimeşîn e. Yanî yek şîv be yê dinê paşîv e. Di dîroka Kurdistanê de jî mînakên vê ya zêde çê ne. Wekî Osmananiyan, tirkan û farizan hêzek kurdan girtiya ba xwe û bi hêzeke din re dide şerkirin.

*Di vê serdema heyî de wekî we jî anî ziman Tirkiye hesabê xwe yê Mîsakî Mîllî dike. Di vê sedsalê de lazime ku kurd çawa tev bigerin?

Dibêjin peymanên li dinyayê çêbûne piştî sed salî ji holê radibin. Lê li gorî çi ji hol radibin? Ku tu hêz bî dikarî wan peymanana ji holê rabikî. Ku tu ne hêz bî ew peymanana dê heta heta berdewam bikin. Lê ew hêzên ku Kurdistan dagirkirine vê ya ji bo kurdan hesab nekin û li gorî berjewendiyên xwe tev digerin. Li gel vê niha dewleta tirk dixwaze Rojava û başûrê Kurdistanê jî tev li axa xwe bike. Li gorî vê rewşê heke gelê kurd jî bi hêz bin dikarin ew peymanên li ser Kurdistanê pêş ketine rabikin. Heke xwedî hêz bin dikarin mafên xwe bi dest bixin û biparêzin. Ev jî li ser hêzê dimîne. Li dinyayê pergaleke li gorî mafên gelan dimeşe tune ye. Ji bo ku pergal li gorî mafên gel tevbigere divê ew gel xwedî hêz be û bi tifaq be.

*Te qala tifaqê û hêzê kir, di rewşa heyî de girîngiya yekitiya kurd di çi astê de ye?

Di salên Şerê Cîhanê yê Yekemîn de heke wê demê pêşengên gelê kurd ên ku mafên kurdan diparastin yekitiyeke wan hebûya dê xwedî hêz bûna û wekî hemû neteweyên din bibûna xwedî statuyek. Dîsa di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de û dema ku Komara Mahabadê hat avakirin di wir de jî yekitiyek hebûna dê kurd xwedî hêz bûna, dê îro statuyeke kurdan hebûna. Ên ku daxwaza mafên kurdan dikin, dixwazin bila eşîr bin, dixwazin bila partî bin an jî şexsiyet bin divê yekitî yekrêziya wan hebin. Heke tifaq û yekitiya kurdan tune be kurd pêş nakevin û bi ser nakevin. Di navbera gelê kurd de pirsgirêk tune ye û wekî neteweyekî bi hev re ye. Lê hinek rêxistin û partî ji bo berjewendiyên xwe yên biçûk yekitiya kurdan dipelişînin. Her wiha dewletên dagirker bi rêya partiyên kurd naxwaze yekitî ava bibe. Di sala 2013’an de li ser banga birêz Abdullah Ocalan em li meqama birêz Barzanî bi temamî patiyên kurd re civiyan. Me dît ku di navbera me de pirsgirêkek tune ye. Em dikarin bicivin. Daxwaz heman daxwazin. Ew xebata me çar mehan berdewam kir lê dawiyê xebat sekinî. Çima xebat sekinî? Lewre dewletên navneteweyî bi awayekî bandor li vê xebatê kir û xitimî. Lê em vê jî dizanin bêyî yekitî kurd bi ser nakevin. Di meseleya yekitiyê de ne ku hemû partiyên kurd wê bibin yek. Na. Dê her partî siyaseta xwe bike lê dema mesele bû berjewendiyên gelê kurd dê biparêzin û bibin yek. Ji ber vê yekê jî heta yekitiyek neyê avakirin zehmet e kurd mafên xwe bi dest bixin û bibin xwedî statu. Ger em karibin vê yekitiyê bi ser bixin ev sedsal sedsala kurdan e. Meseleya me ew e ku em li welatekî azad li ser axa xwe bi nasnameya xwe bi çanda xwe û bi zimanê xwe bijîn. Ev jî di yekitiyê de derbas dibe.

*Wekî partî HDP him ji bo yekitiyê him jî ji bo ev êrîşên li Başûr diqewimin di demeke nêz de hevdîtinên we bi PDK’ê an jî bi birêz Mesûd Barzanî re çê bû yan na?

HDP ji bo yekitiyê di hemû xebatan de cihê xwe girtiye. Di platformên mezin de bi partiyan re hevdîtin kiriye. HDP’ê him li Bakur bi hemû partiyan re hevdîtin kirine û dike him jî li Başûr. Her tim vê xebata me heye. Em dem bi dem Kek Mesûd jî di nav de hemû partiyên li Başûr ziyaret dikin. Her wiha di van deman de jî bi temamî partiyên Başûr re bi PDK’ê re jî wekî diyalog hevdîtinên me hene.

* Xuyaye we di demek nêz de ev hevdîtin kiriye. Di hevdîtinên dawî de we encamek çawa  girt?

Em dikarin wiha bibêjin, di navbera kurdan de diyalog pêwîst e. Kurd encax bi diyalogê dikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin. Ev derket pêş. Yanî dibe ku di navbera hin partiyên kurdan de, di navbera hêzên kurdan de hin pirsgirêk hebin, ji hev dûrketin hebe. Lê ev jî encax bi diyalogê, bi çûn û hatinê û dîplomasiyê mirov dikare çareser bike.