23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Evdalê Zeynikê, yuzbaşiyê îngilîz û kolera

Nexweşiyên perokî ne tenê pirsgirêkên serdema me ne, ji destpêka mirovahiyê heya roja îro bi çendan nexweşî li ser rûye erdê peyda bûne û bi milyonan mirov ji ber van nexweşiyan mirine. Helbet  Kurdistan jî di herikandina dîrokê de ji van nexweşiyan bêpar nemaye. Bêtir  nexweşiya kolerayê (kurdên hêla Serhedê jê re dibêjin “qolerek” an jî “hêtereş”) an jî ji çavqulke (veba) bi milyonan kurd kuştine.  Alim û zanayên kurdan yên wek Îdrîsê Bitlîsê û Şêx Muhemedê Arwasî di serdemên xwe de li ser van nexweşiyan lêkolîn kirine û encamên van lêkolînan wek pirtûk jî çap kirine. (bawerim di alema îslamê de yê ku bi avayekî sîstematîk li ser nexweşiya çavqulke (veba) sekiniye û tedbîrên wek “karantîna” pêşniyar kiriye Îdrîsê Bitlîsî ye . (Risâletü’l-ibâ ʿan mevâḳıʿi’l-vebâ. Sal: 1512)

Di destpêka salên 1860’î de li Anatoliya û Kurdistanê careke din kolera belav dibe, dewletên Ewropayê dema vê xeberê dibihîzin bi dehan bijîşk û hekîmên xwe dişînin dewleta Osmanî, seva ku ew ji aliyê tendûristiyê ve alîkariya Osmaniyan bikin, lewma di van salan de tu bijîşk û hekîmên Osmanî ji termên wek “anatomî” , “otopsî” û “karantîna”  tiştek fehm nedikir. Lewma dewletên Ewropayê hewl didan ku hekîm û bijîşkên Osmaniyan perwerde bikin û bi vî awayî bikaribin nexweşiyên perokî di erdnîgariya dewleta Osmanî de îzole bikin.   Di van salan de , di bahara 1865’an de li çiyayê Sîsê (Xozan-Edene) eşîra Kozanoglu (li gor belgeyên rûsî yên  ku ji aliyê  Celîlê Celîl ve hatine dîtin Kozanogluyan xwe wek ‘eşîreke kurd’ didan nasîn) li hemberî dewleta Osmanî careke din  serî radike. Êdî  erka dewleta Osmanî nexweşiya kolerayê ji bîr ve  dike, peyamberan dişîne her çar terefê  dewletê û ji bo sefera li ser Kozanogluyan  leşkeran berhev dike.  Mîrê Kelha Topraqeleyê (gundê Elajgira Agiriyê) Surmelî Memed Paşa  jî guh dide şandeya  dewleta Osmanî  û 400 şervanên bijare yên ji eşîrên derdorê berhev dike, her çiqas serokeşîr û dengbêjê paşê yê binav û deng Evdalê Zeynikê li hemberî vê  mabesta paşê derdikevin jî,  lê paşa tu kesî guhdar nake û Evdal jî bi xwe re dibe herêma şer, dema Surmelî Memed Paşa  bi rê dikeve, lawê wî yê mezin, Evdila Beg bavê xwe  hişyar dike ku ev hevok  ji aliyê  Evdalê Zeynikê ve wek kilam gihîştine roja me:

Evdila Begê bi sê denga kire gazî,

Go Surmelî Memed Paşa bavo,

Wê hal û hewalê me çawa be?

Li kêleka me ya rastê eskerê Romê ye

Li pêşya me eskerê Hecî Ûsiv Paşayê Sîpikî,

Sofî Paşayê Hesenî, Temoyê Cibirî ye,

Li xana Çerkeza, bi me ra hûre hûre, gaze gaze,

Surmelî Memed Paşa digo Evdila Beg, lawo, tu bajo

Ez bavê te me, kilê çevê Eyşan Xanimê me

Ez xudanê şanzde eşîrê me, lawo tu bajo!

Welhasil Surmelî Memed Paşa guh nade lawê xwe Evdila Begê û jina xwe Eyşan Xanimê, dide pêşiya şervanên eşîran û diçe  herêma şer .  Li wir şerekî çetin diqewime, eşîra Kozanoglu li ber xwe dide, bi sedan leşkerên Osmaniyan tên kuştin. Her wisa hozanê Kozanogluyan Dadaloglu li ser qehremaniya Kozanogluyan stranan dibêje. Di vî şerî de şervanên kurd jî li hemberî Kozanogluyan êrîşên serkeftî pêk tînin. Dengbêjê Surmeli Memed Paşa Evdalê Zeynikê jî li ser qehremaniya kurdan stranan dibêje (lê nizanim gelo ev her du dengbêj û hozanên efsanewî li wir rastî hev hatine yan na ). Çend meh şûn de nexweşiya kolerayê di nav leşkerên Osmanî û şervanên kurd de  belav dibe.  Şervanên kurd peyder pey dimirin. Her wiha Surmelî Memed Paşa û Evdalê Zeynikê jî bi kolerayê dikevin.  Çend meh şûn de Evdalê Zeynikê baş dibe lê Surmelî Memed Paşa ji ber vê nexweşiyê li wir dimire. Li gor Ahmed Aras, Surmelî Memed Paşa ji aliyê marekî dêm ve hatiye kuştin. (Bnr: Ahmed Aras, Evdalê Zeynikê: Şairê Kurda yê Efsanewî. Nûbihar, Stenbol, 2018, lê li gorî arşîva Osmanî ew ji ber kolerayê canê xwe ji dest daye. Lê bi çi şiklî, di kîjan dîrokê de û  li ku wefat kiriye ne dîyar e B.O.A. BEO .1263/94692-H. 24.9.1316) Evdalê Zeynikê di dawiya rêwitiyeke pir zor û zehmet de vedigere Serhedê. Piştî wefata Surmelî Memed Paşa, pozîsyona begtiya kelha Topreqeleyê vala dimîne, hemû eşîrên devdorê û malbata Surmelî Memed Paşa di wê hêviyê de ne ku begtiyê bidin lawê paşê yê mezin Evdila Beg.  Lê dewleta Osmanî mîna wan nafikire, firset ew firset e ji bo dewletê ku êdî ji aktorekî wek Surmelî Memed Beg xelas bûye. Dewlet çendekî şûn de, dewsa wî çerkezekî bi navê Omer Beg wek qaymeqam dişîne herêmê. Ev yek pir li zora eşîrên kurd û malbata paşê diçe. Lê nexweşiya kolerayê xelkê derdorê qir kiribûn, taqet di tu kesî de tinebû ku li hemberî Romê serî rake. Evdalê Zeynikê jî di van salan de kor dibe, xizan dikeve û bi destê Temoyê lawê xwe digire û gund bi gund digere.

Di van salên kolerayê de pisporekî îngilîz Captain Frederick Gustavus Burnaby û xizmetkarê wî Radford di sala 1876’an de tên Kurdistanê.  Her çiqas pisporê îngilîz îdia dike ku ew tenê ji bo gereke tûrîstîk çûye vê mintiqê, lê di vegotina wî de diyar e ku ew ji bo peyvireke îstîxbaratî tevgeriyaye (her dem ji me re digotin ku di her terefê împaratoriyê de mesîhî dihatin kuştin). Yuzbaşî Burnaby di zivistana 1876’an de li Stenbol Uskudarê li hespê xwe siyar dibe û gund bi gund, bajar bi bajar digere, di Serheda Kurdistanê re derbas dibe  û heya Batûmê diçe. Burnaby vê rêvitiya xwe salek şûn de, dema vedigere Brîtanyayê- wek 2 cild pirtûk jî çap dike (Captain Fred Burnaby , On Horseback Trough Asia Minor II, Gilbert and Rivington printers, London ,1877).  Burnaby li nêzî Topreqeleyê , ji gundê Zêdxaneyê dema diçe gundê Molasilêmanê, di rê de rêberê wî yê ermen kelha Topreqeleyê nîşanê wî dide û dibêje ku “çend meh berê li vir trajediyek qewimiye” yanî di sala 1876’an de. Paşê Burnaby ji deve rêberê ermen behsa tirajediyê dike. Li gor gotina Burnaby , çar sal berê (di 1872’an de) qaymeqamê Topraqeleyeyê kurdek bûye (yanî kurê Surmelî Memed Paşa Evdila Beg).

Kalê wî qralê Bazîdê bûye. Malbat bi riya zewacê xwediyê çendan xizmên stenbolî yên di dewletê de bi bandor bûne. Lê bi dehan gilî hatine kirin di der barê qaymeqam de û dewletê peywira qaymeqamtiyê ji wî standiye û daye yekî çerkez. Ev sedem bûye mijara gengeşî û aloziyê di navbera rêvebirê berê û yê nû. Evdila Beg her tim aniye ziman dê ku rojekê ji çerkez heyfê vebike. Di van rojan de Surmelî Memed Paşa wefat kiriye û di heman demê de daweta  ermenekî hebûye. Ermen diçe ji Evdila Begê îznê dixwaze ji bo ku di dawetê de def û zirne bên lêxistin.  Dema def û zirne lê dixe, jina Surmelî Memed Paşa Eyşan Xanim derdikeve pêşiya lawê xwe Evdila Beg dibêje “ev çi bêedebî ye li taxa filehan di şîna bavê te de tê kirin!” Evdila Beg feremûş dibe û çend xulamên xwe dişîne taxa filehan da ku dengê def û zirnê û guleyan bidin sekinandin. Her wiha mirovên Evdila Begê diçin taxa filehan û dengê def û zirnê didin sekinandin. Li ser vê yeke ermeniyê xwediyê dawetê diçe bal qaymeqamê çerkez û şikayeta Evdila Beg dike. Qaymeqam jî dibêje “here daweta xwe bidomîne bila vê carê dengê def û zirnê bêtir xurt bibe ji cara din û li ber barûdê jî nekevin, heya ji destê we tê guleyan biteqînin, ka em dê bibînin qaymeqamê eslî kî ye?” Li ser van gotinên qaymeqamê çerkez, ermen vedigere malê û dawet careke din dest pê dike. Evdila Beg meseleyê fahm dike û birayên xwe hildide vê carê rasterast diçe koşka  qaymeqamê çerkez û qeymeqam di odeya razanê de diqefilîne. Di navbera wan de şer dertê, di dawiya şer de Evdila Beg û tevî sê mirovên xwe tên kuştin. Qaymeqamê çerkez jî bi xeterî birîndar dibe. Burnaby dibêje li ser vê yekê kurdên hawirdorê ji çiyayan berhev dibin û dadikevin Topreqeleyê û sond dixwin ku heyfa Evdila Begê hildin. Çerkez jî li kelha Topreqeleyê dicivin û li hemberî erîşên kurdan haziriya xwe dikin. Lê Burnaby dibêje, ew mirovê ku ji min re ev bûyer got, siyarekî dişîne bal waliyê Bazîdê da ku pêşiya vî şerî bigire, walî jî leşker şandine Topreqeleyê da ku di navbera kurd û çerkezan de şer raweste. Wek wisa nebûya kurd û çerkezan dê koka hev biqelandana.

Li gor Ahmed Aras, “çend rojan piştî mirina Surmelî Memed Paşa (1865) li taxa çerkezan def û zirne lêdixe û şahiyek çêdibe.”  Evdila Beg bi dilekî saf diçe bal çerkez Omer Beg û heya her dû tevê hev qehweyê jî vedixwin û jineke çerkez diçe gazî çerkezan dike, çerkez di hundur de êrîşê mêvanên xwe Evdila Begê dikin û wî bi bêbextî dikujîn. Her wiha dema mirov Burnaby û Aras berawird dike, nakokiyek derdikeve holê. Li gor Burnaby ev bûyer “çend meh berê” yanî di sala 1876’an de “li taxa filehan”  qewimiye û Evdila Beg ne bi dilekî saf, bi mebesta şer avêtiye ser mala  qaymeqamê çerkez. Yanî di navbera mirina Surmelî Memed Paşa û çêbûna şerê di navbera Evdila Beg û Qaymeqamê çerkez de 11 sal heye. Mixabin vê gavê li ber destên me zêde “dukumanên nivîskî” tunene ku em  li ser vê mijarê qerarekê bidin, lê wek “soz û deng” ev bûyera dîrokî ji aliyê Evdalê Zeynikê ve wek kilam hatiye gotin û gihîştiye roja me :

(…)

Kela Topreqelê bişewite wê li kef e

Qaza û qulinga li bintara kelê girtiye ref e

Kevirê dîwana Memed Paşa mermer e, tev sedef e

Evdila Begê digo Eyşan dayê ev sê roj e bavê min miriye

Li taxa çerkezan nizanim ev çi zurne ye, çi def e

Ez ê herim dîwana Çerkez Omer jê ra bêjim ev ji te ra ne şeref e

(…)

Evdila Beg û Çerkez Omer li dîwanê rûniştî ne

Evdila Beg dibê yeqîn Çerkez Omer vê dewetê biterkîne

Ji dîwanê derdikeve êrbeteke giran bi çavê xwe dibîne

Bîst mêrê çerkeza li ser serê Teyar û Dilo qema dihejîne

Evdila Beg dibê, dême Çerkez Omer mi li vira dixapîne

Evdila Beg vedigere , destê xwe  li tûncika  Çerkez Omer dişidîne

Çerkez Omer davêje  ber qema, serê wî ji gewdê diqetîne

(…)

Kela Topreqelê bişewite li hember e

Evdila Begê ji dîwanê derket der e

Qema Huseynê Çerkez hinde gir e

Ewqas dirêj e ewqas jî bi ber e

Qeme tûj e mîna jehra mer e

Qemek avête Evdila Begê, pir xedar e

(…)

Heyla wayê heyla wayê

Wey felekê wey dinyayê

Di wan rojên ku Evdalê Zeynikê dest pê kiribû êdî ev kilama digot, Burnaby jî li ser pişta hespê xwe ber bi Wanê ve diçû. Nêzî Topreqeleyê di berfê de asê mabû û ji ber bagerê  xwe avêtibû gundekî kurdan. Mala ku lê bûbû mêvan, mala axayê gund bû û keça axa ya bedew bala Burnaby kişandibû.  Kî dizane, belkî  ew keçik ji wan “bedewan” bû ku Evdal li ser wan kilam digot.  Welhasil, bavê “keçika bedew” xortên gund li hespan siyar dike û xort didin pêşiya Burnaby; vî şiklî rê vedikin û Burnaby  êdî bi aramî xwe digihîne Wanê.  Burnaby  çend rojan li Wanê dimîne û di vegerê de di Patnosê re derbas dibe û ber bi bakur, heya “gundê Zulfu Livaneli” (navê Artvînê di van salan de “Livane” bû û  nişteciyên wê ji kurdan, ermen û gurciyan pêk dihat) diçe û piştî du rojan  xwe digihîne lîmana Batûmê û bihara 1977’an bi keştiyê vedigere Stenbolê.