Saturday, October 16, 2021

Evîna Bêcirekî

Ev romana duyem a Serkan Brûsk e ku ez dixwînim. Min der barê romana wî a bi navê “Sê Terîş” gotarek nirxandinê nivîsîbû û di pirtûka xwe ya bi navê “50 Romanên Kurdî” de weşandibû. Romana wî ya bi navê “Evîna Bêcirekî”, weşanên “Lîs”ê li Amedê weşandiye. Roman 108 rûpel e.

Di destpêka romanê de birîndarekî evînê derd û kulên xwe, êşa xwe ya evînê rave dike. Lehengê romanê ku ev bixwe vebêjê romanê ye jî, di zaroktiya xwe de tiştên dîtine, bûyerên hatine serê wî, serencama dîmenên jiyana xwe ya biçûkahiyê û rewşa malbata xwe, karê qaçaxî yê bavê xwe, girtina xwe û xalê xwe, qala wan dike.

Bûyerên tên serê vê malbatê, lêdana leşker û polîsan, zilm û zordariya dewletê ya li ser gelê kurd di nav rûpelên romanê de baş hatine ravekirin. Jixwe tiştên ku tên serê malbatê hatine serê gelek malbatên kurd. Romannivîser baş kiriye ku serborî, serpêhatî û serencama malbateke kiriye mijara romanê.

Temaya romanê bi giranî der barê evîna platonîk de ye. Evînên platonîk ango evînên yekalî ji bo wê/wî evîndarî derd e, kul e, keder e, êş e. Evîndarên weha gelek êş dikişînin û derûniya wan xirab dibe, serobin dibe. Derdê êşa evîna platonîk dikişîne û ji qehran dikeve kuçe û kolanan rastî meyxwirekî tê û pê re dibe dost û bi hev re mey/şerab vedixwin. Der barê evîna platonîk de zilamê meyxwir van gotinên balkêş dibêje: ”…şîreta min li te hîn ku tu ciwan î, heger evîn yekalî be, xwe ji ber bide alî, ji ber ku evîna yekalî mîna şerê li dijî dijminê nexuyayî ye, tenê mirov xwe birîndar dike. Heger du alî be, heta dawiyê bi egîdî li ber xwe bide. ”

Di romanê de hinek peyvên tirkî hene, di şûna wan peyvan de peyvên kurdî bihatana karanîn hîn baştir bû. Wek mînak; peyvên mendîl, zengîn.

Kurdiya wan; desmal û dewlemend e.

Xwendevan hetanî rûpela 32’an navê vebêj û her weha lehengê romanê nizane çi ye? Di rûpela 32’yan de diya wî dibêje, “Binêre Merdano” û mirov fêr dibe ku nav “Merdan” e. Vebêj û lehengê romanê Merdan gelek qala birayê xwe dike. Çawa ku polîs û leşker lêdidin, çawa ku derûniya wî xirab dibe, tirs lê peyda dibe. Hetanî rûpela 30’yî navê birayê wî çi ye nediyar e. Di rûpela 30’yî de diyar dibe ku navê wî “Rêzan” e.

Di gengeşe û minaqeşeya di navbera Merdan û bavê wî de, Merdan li hêzên çep, li kemalîstan rexneyên di cî de rexneyên biheq û rast pêşkêş dike, lê çi heyf ku ew ji bo çareseriya pirsa kurd hedefên şaş nîşan dide, çareseriyê di tirkên îslamîst ên sîyasî de dibîne. Ew dibêje ev pirs bi “birayên me yên tirk ên misilman,..biratiya îslamî wer çareser kirin.” Tirkên îslamî jî kemalîstên bi rû ne û di pirsa çareserkirina neteweya kurd de ferqa wan û kemalîstan tune. Li Îranê 40 sal in ku îslamî û li Tirkiyeyê 20 sal in ku îslamîstên sîyasî li ser hikum in, desthilatdar in û di pirsa kurdan û Kurdistanê de tu çareseriyek pêk neanîne û tu tiştek hel nekirine. Îslamîst ji kemalîstan xedartir in, hovtirin, xwînxwartir in.

Merdan di nav cemaeta îslamîstên sîyasî de /ku ji wan re Fetocî tê gotin/ demekê dimîne û dibîne bê tirkên îslama sîyasî yên şoven, nijadperest û yobaz çiqasî li dijî kurdan in. Yek ji wan gotinên nebaş li dijî kurdan dibêje, Merdan li hember wî derdikeve pê re pev diçe, lê dixe û ew jî wî ji nav xwe diqewirînin, ji mala ku lê dimîne dikine derve, wî diavêjin kuçeyê. Merdan ji bo ku bi malbata xwe re pev çûbû û malê terk kiribû, ya rastî malbata wî ew ji malê qewirandibû, loma jî çûbû li cihê razanê yên cemaetê radiza, li wir dima. Piştî pevçûna wî û zilamê cemaatê, ew bi alîkariya dostekî xwe diçe li cem yekî ku navê wî Riza ye dimîne û li dikana wî dest bi kar dike. Riza zilamekî çepgir e, lê malbata wî faşîst û îslamî ye.

Merdan ji keça xalê xwe Periyê hez dike. Hezkirina wî, evîna wî evîneke platonîk e. Ew ji Periyê hez dike lê belê Perî jê re dibêje ku ew bi çavên biratiyê, bi çavên birayê xwe lê dinêre. Periyê lê bêbextî dike, derew lê dike, wî di bin tohmetê de dihêle û dibe sedem ku Merdan û diya xwe, malbata xwe bi hev bikevin û malbat wî ji malê diqewirîne. Loma jî ew neçar dimîne ku here li wargehên cemaeta Fetoyiyan razê. Helbet meyla wî ya îslamî jî heye û ew limêjê jî dike, lê di ruhê wî de hesta kurdîtiyê, ango kurdayetiyê jî heye.

Merdan vêca di mala Riza de dimîne. Riza zewicandî nîn e. Ew ji Merdan re behsa evîn û evîndara xwe dike. Li vir mirov evîndariyeke qedexe ku li gor edet, tore û tradîsyonên civakî gelek astengiyên dijwar li pêşiya wan hene, dibîne. Riza tirk e û sunî ye, keçik kurd e û elewî ye. Her du jî ji bajarê Çorumê ne. (Kurdên bajarê Çorumê bi tevahî elewî ne, lê çi heyf ku hinek ji wan xwe tirkmen dihesibînin û dibêjin em tirkmen in û ji Xoresanê hatine.) Keçik, navê wê Ebrû ye. Ew bi dîtin û ramanên xwe keçek komunîst e. Bavê Riza û malbata wî jî dîndar in, olperest in, mirovên wî faşîst in.

Di pirtûkê de wek bingeh du çîrokên du zilamên ku evîna wan têk çûye bi şêweya vegotineke çîrokî tê ravekirin. Yanî roman ji çîrokên her du zilaman (Merdan û Riza) pêk tê. Bi gelemperî ji pirtûkên weha re dibêjin kurteroman.

Riza serborî û serpêhatiya xwe ya biêş û kuştina evîndara xwe Ebrû ji alî mirovekî wî yê faşîst ve ji Merdan re qal dike. Evîna wî dibe qurbana nakokiyên siyasî û şer û pevçûnên di navbera çep û faşîstan de.

Merdan ji alî polîsên tirk ve tê girtin û bi saya Riza tê berdan. Riza bertîl dide polîsan û wî dide berdan. Merdan li ser pêşniyara Riza biryar dide ku bi keçxala xwe re biaxive û pirsgirêka xwe çareser bike. Merdan Periyê dibîne û Perî jê re qala hemû tiştan dike. Ew sedemên bêbextiya xwe yeko yek ji Merdan re rave dike, lê belê Perî nabêje ku ew bûye destgirtî.

Bi şev hevalekî Riza tê mala wan, Riza wî û Merdan bi hevûdu dide nasîn. Hevalê Riza ku navê wî Sîpan e, malbata Merdan dinase û ew dibêje ku dîlana birayê wî û keçxala wî heye. Malbatê ew vexwendiye dîlanê. Dema Merdan dibihîze ku evîndara wî Perî bi birayê wî re dizewice, ew şaş dibe û bêhnteng dibe ji malê derdikeve diçe derve.

Li derve çi tê serî, çi dike nediyar e, lê tiştê ku diyar e ew dimire. Çawa dimire? Gelo wî xwe kuşt?

Bi kurtî û wek gotina dawî; mijara romanê du evînên trajîk e û dil û kezeb li mirov dişewitîne. Dema mirov romanê dixwîne û diqedîne, dilê mirov bi Ebrû, Delal û Merdan

dişewite.

Di romanê de ziman li gor jargona kesan û kesayetiyan, li gor tîp û lehengan hatiye bi kar anîn. Bi tevahî yan jî bi gelemperî zimanê romanê zimanekî serketî ye û herikbar e. Naveroka serborî û serpêhatiyên Merdan û Riza balkêş in, bi meraq in û mirov xwendina wê didomîne, dixwaze bizanibe ka encam çi ye, çawa ye, fêr bibe.

Dema ez romanek dixwînim naveroka wê bala min dikişîne û ez di dilê xwe de dibêjim xwezî ev roman li zimanê tirkî, îngilîzî, almanî bihata wergerandin. Ev kurteromana Serkan Brûsk xwezî li tirkî bihata wergerandin ku kurdên îslamîst ên di nav terîqet, cemaet û hêzên îslamî de ne, ji îslamîstên hov re xizmet dikin bila bixwînin û bibînin bê îslamîstên siyasî yên tirk çawa li dijî kurdan in!

Naveroka berêŞeva Yelda
Naveroka ya piştî vêBijarteyek ji albumên salê

Naveroka berêBager
Naveroka ya piştî vêSalvegera Xwebûnê li me hemûyan pîroz be!