19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sabro dibe hêviya gelê suryan

Mirov kîjan rûpelê dîrokê vedike bi qirkirinên gelên qedîm ên Mezopotamyayê re rû bi rû dimîne. Kurd, ermen, xiristiyan, elewî, asûrî-suryan-keldanî û hwd. Wekî tê zanîn bi pergala netewe dewletê re serdestan li Rojhilata Navîn bend xistin navbera gelan û bi vê yekê re ew anîn ber devê kêrê. Gelo çand, ziman û pirrengiya van gelan çawa dibe ku hovane hatin tunekirin. Çawa di derbekê de ew dewlemendiya li ser vê axê bû wek ‘yên ne ji me’, ‘kafir’, ‘şeytan’, ‘necis’ û hwd. Ev polîtîkayên ku gel li hevdû sor kir/dike hê jî didomin. Li Rojava êrîşên li ser kurd, suryan, xiristiyan, ereb, tirkmen û gelên din didomin. Bi hezaran sal in ku ev gel bi israr, bi biryar bi hevdû re dijîn û ji bo çand û zimanên xwe li ber xwe didin. Yek ji van gelan jî suryanên ku di sala 1915-20’Î de rastî qirkirinê hatin û dest danîn ser mal û milkên wan. Di roja îro de jî suryan li hin navçeyên Mêrdînê û li diyasporayê dijîn. Hewld didin li dijî asîmîlasyonê çand û zimanê xwe bi rêya rojname û kovaran zindî bihêl in. Ji bo xwînerên Xwebûnê vê hefteyê em bûn mêvanê rojnameya suryanan a bi navê Sabro. Em bi êdîtora rojnamê Marta Somek re axivîn.

Marta tu dikarî hinkî behsa xwe bikî. Mesela her kurdek di zaroktiya xwe de di navbera zimanê zikmakî û yên din de maye. Ev yek ji bo te jî wisa bû gelo?

Ez bi eslê xwe hem suryan hem jî ermenî me. Em suryaniyên ji Semsûrê ne. Di nav malbatê de bi awayekî rêk û pêk tenê ez hînî zimanê suryanî bûm. Wek hûn jî dizanin di sala 1915’an de dema qirkirina ermeniyan û ya Seyfoyê de polîtîkayên çewisandin û tunehesibandinê li ser ermenî û suryaniyan pêk hatin. Malbata min jî yek ji wan malbatan bû ku bi awayekî fizîkî ji qirkirinê difiltin, li ber xwe didin û heta îro jî li ser vê axa xwe ne. Lê mixabin ermenkî û suryankî ber bi pêlên asîmîlasyonê ve diçin û malbata min axaftina bi ermenkî û suryankî ji bîr dike. Yanî piştî qirkirinê malbata min jî wekî gelek malbatên ermen û suryanan bi polîtîkayên mislimankirinê re rû bi rû dimîne. Lê di vê pêvajoyê de tenê weke malbateke suryanî jiyana xwe didomînin.
Min jî di temenê biçûk de dest bi perwerdeya zimanê xwe kir û heta 12 salan jî perwerdeya zimanê suryankî berdewam kir. Mesela ji bo perwerdê hûn jî dizanin ku li Tirkiyeyê perwerde tenê bi tirkî ye. Ji bo zimanê suryankî malbat bi giştî zarokên xwe dişandin manastiran. Lê tenê lawik dikaribûn li manastiran perwerde bibin. Ji me re qedexe bû. Ez jî di temenê biçûk de li Dêra Suryaniyan a Stenbolê perwerde bûm û zimanê xwe hîn bûm. Di nav malbatê de niha tenê ez zimanê suryankî dizanim, ez dixwînim û dinivîsînim.

Rêwîtiya te ya rojnemaya Sabro çawa dest pê kir?

Di sala 2019’an de min berê xwe da nav xebatên Sabro. Berê jî haya min ji vê rojnamê hebû, min dişopand. Peyva ‘Sabro’ tê wateya ‘Hêvî’yê. Her wiha ev Sabro ji bo min jî bû hêviya ku ez li ser zimanê xwe yê suryankî kar û xebatê bikim û ji hebûna zimanê xwe biafrînim. Di destpêkê de min bi mîzanpajê dest pê kir. Piştre jî bi dest bi nivîs û nûçeyan kir. Niha dikarim bêjim ku hema di rojnameyê de çi kar ji destê min tê, dikim. Êdî Sabro parçeyekî jiyana min bixwe ye.

Tu dikarî ji me re hinekî behsa pêvajoya derxistina rojnameya Sabro bikî, we ji bo çi biryara rojnameyeke suryankî da, armanç çibû?

Sabro hejmara xwe ya yekem di sala 2012’an di meha adarê de derxist. Piştî qirkirinê wek berdewama polîtîkayên wê hema bêje hemû weşanxane, pirtûk û amûrên çapemeniya girêdayî çanda suryan- asûr-keldaniyan ji holê tên rakirin û qedexekirin. Sabro jî ji bo bibe hêviya gelê suryan ên ku li çar aliyên cîhanê û yên li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê ne, li ber xwe dide. Dixwaze çîroka her suryanekî ji raya giştî re ragihîne û bi vê îdiayê derkete rê. Bi kurtasî Sabro, bifikre her çiqas ku qirkirin, koça bi darê zorê were qewirandin, kuştinên failên wan nediyar û taciz hebin jî dê li hember wan li ber xwe bide û bibe hêviya gelê suryan, derkete rê. Ji sala 2012’an ve jî her meh bi zimanê suryankî û tirkî derdikeve û bi vî awayî weşana xwe didomîne.

Dema em bala xwe didin weşangeriya kurd, ermen, suryan û hin gelê din ên Mezopotamyayê, hewl didin rojname, kovar an jî pirtûk û hwd. derînin, wek hewcedariyekê mecbûr dimînin an jî em bêjin dikeve nav telaşa ‘hewceye ez zimanê xwe biparêzim’. Gelo em dikarin bêjin ku Sabro jî yek ji van rojnameyên ku ji bo ziman û çanda suryanan biparêze derketiye?
Helbet wek min di pirsa beriya vê de jî got; Sabro bi boneya parastina ziman û çanda suryankî derketiye rê. Em dizanin ku yek ji encama polîtîkayên qirkirinê ya herî dijwar jî ew e ku ziman û pêre jî girêdayî çand dihele, diçe. Îro dema em bala xwe didin hin zimanên ku li ber man û nemanê ne, em rastiya ku suryankî jî yek ji van zimanan e dibînin. Helbet li hember vê yekê jî xeteke ku li ber xwe dide û têkoşînê dike jî heye. Em dikarin bêjin Sabro jî yek ji vê hewldana ziman û çanda xwe parastinê ye. Sabro bi vê peywirê tevdigere û li ber xwe dide. Di kar û barên xwe de bi israr e. Yanî em dikarin bêjin Sabro ne tenê rojnameyek e, xwedî roleke girîng e.

Ji bilî Sabro rojname yan jî kovarên ku bi suryankî tên weşandin hene, di çi rewşê de ne, gelê suryan çiqas dikare xwe bigihîjînin wan?

Ji bilî Sabro kovareke bi navê ‘Neshe’bi zimanê suryankî weşana xwe dike. Lê ji ber sedemên aborî bi zorê li ser pêyan dimîne.

Ez dixwazim der barê civaka suryanan de pirsekê bikim. Civaka suryan li dijî asîmîlasyonê çawa li ber xwe dide, zimanê suryankî niha di çi rewşê de ye?

Çanda suryanan çandeke xwedî dîrokeke qedîm, têr, tije û bi hêz e. Her çiqas ku ji aliyê dewlet û hişmendiya desthilatdar ve rastî êrîşên leşkerî-siyasî hatibe jî rastî, asîmîlasyon, çewisandin û qirkirinên fizîkî û çandî re rû bi rû bimîne jî bi hezaran sal in ku bi kodên xwe yên civakî dijî û li ber xwe dide. Helbet di encama van êrîşan de her çûye qels jî bûye. Êrîş û çewisandin ne tenê ji aliyê desthilatdaran, gelek caran ji aliyê gelên ku bi hevdû re dijiyan jî pêk hatine û li hember van çewisandinan jî suryanan hewldane xwe biparêzin û nirxên xwe yên civakî biparêzin. Gelê suryan her çiqas ku di hin qadan de dev ji berxwedanê berda bin jî bi saya vê berxwedana heta îro jî li ser pêyan e. Ev nêzî 1000 salî ye ku ev gel di bin şert û mercên zor û zahmet de li hember qedexeyan li ber xwe dide, li çanda xwe xwedî derketin û hewldan ku bi hêztir li ser pêyan bin. Her wiha ev nêzî sed sal e ku bi koçberkirin û tunekirinê re rû bi rû ne. Ji ber vê jî hem li welat hem jî li diyasporayê di nav şert û mercên zor û zahmet de li ber xwe didin.
Zimanê suryankî di van demê dawî de gelekî paşketibû. Lê bi pêvajoya diyasporayê xwedîderkitina li zimanê suryankî zêdetir bû. Bala gelê suryan jî pir kişand.

Gelo gelê suryan ango zarokên suryan ji bo perwerdeya zimanê zikmakî çi dikin, li ku hîn dibin, zarok di pêvajoyeke çawan re derbas dibin?

Suryan ji bo ku li Tirkiyeyê bi zimanê xwe yê dayikê perwerde nabin, li bajarê ku dêrên suryanan heyî perwerdeya ziman dibînin. Zarok hefteyê tenê rojêkê dersa ziman dibînin û helbet ev jî ji bo pêşeroja zimanekî ku zarokek fêr bibe têr nake. Li manastirên Turabdînê yên li Mêrdîn û derdora navçeyên wê zarok perwerdeyê bi zimanê xwe dibînin lê tenê law dikarin biçin tev li vê perwerdeyê bibin, ji jinan re qedexe ye. Di encama israr û xebatan de li Stenbolê pêşdibistaneke suryankî vebû. Lê li gel vê yekê dibistana seretayî û lîse tune ye. Yanî civaka suryan dema bixwaze zimanê xwe hîn bibe ew bi xwe û bi şert û mercên xwe û bi ked û hewldanên xwe hîn dibin.

Metirsiya li pêşberî çanda suryanan çi ye?

Polîtîkayên qirkirinê yên ku di her demê de bi destê hişmendiya serdest tên dubare kirin. Bi sedan caran gelê suryan bi polîtîkayên, jenosîd, mişextî, failên nediyar, metirsî, çewisandin û qirkirinan re rû bi rû mane. Bi sedan sal in vî gelî bi travmayan jiyana xwe domand. Bi boneya ku dîn, ziman, çand û rîtûelên xwe yên rojane bînin cih tim di nav dayîna berxwedanekê de ne. Metirsiya herî mezin a ji bo gelekî ew e ku tim bi tirsa rastî jenosîdê bê de bijî. Yek ji vê mînakê jî ew e ku suryan bi metirsiya gelo zimanê li ber tûnebûnê ye dijîn. Ji ber ku gelekî ku zimanê wan ê zikmakî bê tunekirin ew gel jî tune dibe. Ev yek ji bo suryanan jî derbasdar e. Jixwe jenosîd xwe li ser ‘tunekirinê’ ava dike. Mixabin îro gelên xiristiyan, suryan-keldanî-asûrî , ermen û rûm jiyana wan bi metirsiya jenosîd, qirkirinê diçe. Ji ber vê yekê ye ku dema salvegereke qirkirinekê tê bibîrxistin banga ‘lihevkirin’ an jî ‘helalkirinê’ tê kirin. Em vê yekê bi israr dibêjin em jî wek her gelekî qedîm ê li ser vê axa qedîm, em ê di çand, ziman û hebûna xwe de israr bikin. Neyta me ya belavbûn ango man û nemanê tune ye.

Marta Somek kî ye?

Di sala 1995’an de li navçeya Gerger a Semsûr’ê tê dinê. ji 3 saliya xwe ve li Stenbolê dijî. Nêzî 12 salan li Dêra Suryaniyan a li Stenbolê perwerdeya zimanê suryankî dît. Zimanê suryankî bi derfetên xwe hîn dibe. Li Zanîngehê beşa Grafîkê xwendiye. Di sala 2019’an de li Rojnameya Karincayê perwerdeya rojnemegeriyê dîtiye. Piştre jî di rojnameya Sabro’de dest bi xebatên xwe dike. Niha hem edîtora Sabro hem jî li Jinnews’ê bi awayekî aktîf rojnamegeriyê dike.