Rojnameya Heftane

Eynika Virginia Woolf

Divê jin binivîsin, mijar çi dibe bila bibe cûre çi dibe bila bibe bila jin binivîsin; da ku zanibin ew ne tenê ne ji çîrok û nivîsên hev hêzê bigirin û ew yek bibe sedema serkeftin û bixwebawerbûna jinan

Derya Ozdemîr

Qurana ku yek ji kitêbên pîroz a bawermendan e, bi vê ayetê dest pê dike: Bi navê Xwedayê mihrîban û dilovan ”Bixwîne”. Lê mirov ayetê bi xwe binêre tê wateyên ‘vekirî, şop, îşaret, nîşane’ yê. Di Quranê de Xweda bi şop û nîşaneyan rê nîşanî mirovan dike û nîşaneya destpêkê jî xwendin e ‘Bixwîne’.

Ev mijar ji bo jinên xwedî bawerî û bêbawerî jî derbas dibe. Şop û nîşaneya têgihiştina jiyanê ya ewil xwendin e lê şop û nîşaneya watedarkirina jiyanê jî nivîsandin e. Nivîs ji bo jinan ne tenê çalakiyeke entellektuelî ye, nivîs rêyeke îspatkirina hebûna xwe ya civakî ye. Nivîskara jin a îngîlîz a bi navê Virginia Woolf beriya sed salî ev pirsgirêka jinan dîtiye û pirtûka xwe ya bi navê ‘Odeyeka Aidî Xwe’ de balkişandiye ser vê mijarê. Di vê pirtûka xwe de Woolf jinan wekî eynikekê pênase dike. Di van demên dawî de gelek civaknas û nivîskar jî jinan wekî eynika civakê nîşan didin. Azadî, nirx û mafên civakê li ser azadî, nirx û mafên jinanê heyî de dinirxinîn. Lê eynika civaknasan û eynika Woolf ne heman eynik e. Eynika Woolf eynikeke bi efsûn e û Woolf jinê weke eynika xwe ya efsûnî dinirxîne û dibêje “bi sedan salan e jinan cihê eynikekê girt û hebûna zilaman(mêr) jî du qat mezintir da xuyakirin. Ev eynik eynikek bi efsûn bû. Ger ne hêzeke bi vî awayî bûya dinya hîn hemû pêngav û daristanên darnebirî bûn û ji qadên şeran xeberên serkeftinê nedihat bihîstin. Çar û mîran ne tac li xwe dikirin ne jî ji wan textên xwe dihatin xwarê.” Bi van gotinan nirxandina xwe didomîne “Ji ber van sedeman e Napoleon û Mussolini di kêmtirbûyîna jinan a li gorî zilaman de ewqas israr dikin. Ku jin ji mêran ne kêmtir bûyana ew bi xwe ewqas mezin nedibûn.” Belê di eynika Woolf de jin binpê kiriye û zilam li ser milên jinan de bilind bûne. Lê divê jin êdî vê eynika efsûnî bişîkinin û maskeyên zilaman daxînin, deq û dolabên wan aşkera bikin. Ji bo şikandina eynika efsûnî jî hem ji aliyên pêdîviyên debarkirina jiyana xwe hem jî ji aliyê ferasetê ve divê xwe ji zilaman rizgar bikin, bêyî xema gelo zilam dê li ser çi bifikirin divê binivîsin û neşibin zilaman. Ev rewş jî bi nivîsê û xweîfadekirinê  pêkan e.

Dîroka jinan jî wekî dîroka gelê bindest nehatiye nivîsandin. Dîrok, dîroka serdestan e û ya mêran e. Divê jin dîroka xwe ji nû ve binîvisin û dudiliyên wekî beden û hiş, qadên taybet û qadên civakî ji holê rakin. Bi ruh û hiş li malê û nava civakê bi îradeya xwe, fikr û ramanên xwe, hestên xwe, beden û xwezaya xwe û bi tevayî HEBÛN’a xwe bidê qebûlkirin. Ji bo nifşên nû, ji bo civakeke nû ava bikin û di wê civaka nû de jin; bi awayekî azad, xwedî îrade û serkeftî be, divê xwedî roleke çalak be. Di rêberiya zanista jineolojiyê de di hemû qadan de aborî, tenduristî, teknîk, zanîn, siyaset, estetîk, çand, huner û civaknasiyê de divê jin binivîsîn. Ji bo jin û dinyaya jinê bi qedr û qiymet bibin; hêma, têgeh û şaşitiyên wêje, dîrok û zanîna pozîtîvîst nedomînin û bandorê li keç û xortên endamên civaka nû nekin.

Divê jin binivîsin, mijar çi dibe bila bibe cûre (çîrok, raborî, wêje, zanîn, felsefe, ger, roman, bîranîn, biyografî) çi dibe bila bibe bila jin binivîsin; da ku zanibin ew ne tenê ne, ji çîrok û nivîsên hev hêzê bigirin û ew yek bibe sedema serkeftin û bixwebawerbûna jinan.

Divê jin binivîsîn, da ku ji nivîsan re tenê nebin mijarên weke hezkirî, dayik, xwişk, namûs, kevneşopî, kuştin û alîkarên zilaman.

Divê jin binivîsin da ku nivîs bibe terapiyek ji bo derketina pêvajoyên trawmayan. Binivîsin ku ew êş û derûniya wan a xirab derbasî keçên wan nebin, di heman demê de kêfxweşî û serkeftinên xwe jî binivîsin ku keçên wan bi xwe bawer bin xwedî maf û azadiyên xwe derkevin û bi hêz bin.

Divê jin binivîse da ku dem û dîrok şahidiya hebûna hest, hiş û laşên wan bike ku înkarkirin, durûtî û qirêjiya civakê ya vê mijarê de aşkera bibe.