20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Eyşe Hiso: Tirkiye têkçûna DAIŞ’ê tehamûl nake

Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Eyşe Hiso, têkildarî êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, polîtîkayên dorpêçkirinê û rola Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) nirxand. Hiso, anî ziman ku Tirkiye ji ber têkçûna DAIŞ’ê tehamul nake êrîşî Kobanê dike.

Hevseroka PYD’ê Eyşe Huso têkildarî êrîşên dawî ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re axivî û nirxandinên girîng kirin.

Eyşe Hiso, bi bîr xist ku Tirkiye di 25’ê kanûnê de li Kobanê komkujiyek kiriye û wiha got: “Êrişa dewleta Tirk a li ser ciwanên Kobanê divê ji êrişên din ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cuda neyê nirxandin. Dewleta Tirk beriya niha êrişî yek ji welatparêzên naskirî yên Rojava Yûsûf Gulo û malbata wî jî kiribû. Ev êriş divê ji aciziya dewleta Tirk a ji Şoreşa Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cuda neyê nirxandin. DAÎŞ yek ji projeyên herî girîng a wan bû. Kobanê jî sembol, nîşaneya Şoreşa Rojava bû. Bi berxwedana Kobanê re pêvajoya têkçûna DAÎŞ’ê dest pê kir. Bêguman dewleta Tirk tu carî nekarîbû xwe li vê rabigire. Ji Kobanê her dem gelekî aciz e. Her cara ku firsendê dibîne dixwaze êrişî Kobanê bike û êriş dike. Yek ji armancên van êrişan jî ew e ku li herêmê nearamiyê çêbikin û tevlîheviyê biafirîne. Haya xelkê Kobanê ji van polîtîkayan hemûyan heye. Her dem bi çalakiyên girseyî hêrsa xwe ya li dijî van êrişan nîşanî her kesî bi taybetî jî nîşanî dewleta Tirk dide”

PDK provoke dike

Eyşe Hiso, der barê polîtîkayên PDK’ê yên li dijî Rojava û dorpêçkirinê de jî wiha axivî: “Ji Rojava heta Mexmûrê li gelek herêman ambargo hatiye girankirin. Têkildarî girtina Deriyê Sînor ê Sêmalkayê çalakiya ciwanan weke hincet  nîşan didin. Çalakiya ku li wir hate lidarxistin, ji bo wergirtina cenazeyên ciwanên kurd ên şehîd hatine xistin bû û çalakiyeke sivîl bû. Teslîmnekirina cenazeyan ji bo malbatên şehîdan, bi tena serê xwe pirsgirêkeke. Gelê me jî ji bo vê çalakiyan li dar dixe. Ya ku êrişî ciwanan kir û bûyer provoke kir PDK bi xwe ye. Piştre jî ev yek kir hincet û deriyê sînor girt, ku careke din nîşan da ew jî di nava polîtîkaya dorpêçkirina herêmê de cih digire. Pêwendiya van hemûyan bi hevdîtinên li Astanayê heye. Her çend ev yek ji xwe re kiribin hincet jî biryarên siyasî yên ku li Astanayê hatin wergirtin û xizmetê ji berjewendiyên dewleta Tirk re dikin, bi destê PDK’ê bi cih têne anîn. Mijar divê bi vî rengî bê nirxandin.”

Eyşe Hiso, der barê pêşeroja Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî wiha lê zêde kir: “Sala 2021’ê ji bo Rojava bû saleke berxwedaneke bêhempa ya li dijî êrişên giran. Ne tenê li Rojava, li tevahiya cîhanê guhertinên mezin çêbûn. Rêveberiya Xweser a li Rojava ava bû li gel her tiştî xwe hîn bêhtir bi pêş ve bir. Di nava vê pêvajoyê de rûniştandina sîstema me û destpêkirina qebûlkirinê li qada navneteweyî pêvajoyeke mayindebûnê bi xwe re anî. Ji niha ve diyar e ku sala 2022’yan wê bibe saleke hîn girîng û xurt. Her wiha ji niha ve tê dîtin ku em ê bi êrişên giran ên dagirkeriyê û kiryarên şerê taybet re rû bi rû bimînin. Aşkere ye ku li hemberî van hemûyan wê berxwedan û têkoşîneke bêhempa jî bê dayîn. Li dijî van êrişan û polîtîkayan em ê sîstema xwe biparêzin û xurt bikin. Sala 2022’yan wê ji bo Rêveberiya Xweser bibe saleke girîng.”