23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ez kor im

Serê biharê ye, kelekela heywanan e lê kelekela me ciwanan e jî. Mal hêdî hêdî barê xwe didin hev û derdikevin zozanan. Ew çi eşqek, kelecanek mezin bû; min çiqas hez dikir ez her tim li zozanan bijîm. Tu li wan zozanan bêdawî azad î. Azadiya li wan zozanan li tu derê tune ye. Li wan zozanan, serê biharê hemû der hêşnahî ye; bêhna gul û sosinan, bêhna aşotî yê. Tu dibêjî qey, di nav bihuşteke din de dijî. Bi rastî jî wisa bû. Dîsa ewila biharê malên barê xwe danîn ser pişta ker û hespan û berê xwe dan wan zozanên li ber pala çiyayan. Konê xwe vegirtin, koza berx û golikan çêkirin, stêrên nivînan qat bi qat di bin konî de hiljenîn, li ber konê reş agirekî gur pêxistin, xwarineke xweş û çayeke bejî çêkirin; de were di nav vê bihuştê de nejî, qet dibe!

Rojekê ez û qîza cînara me Cemê, em çûn ser  ‘Kaniya Ziyaretê’. Ew kanî di nav daran de bû, ava wê şîrîn û xweş bû. Ew roj pir germ bû. Ez û hevala xwe çûn ser kaniyê, ew dem kesek li wan der û dora nîne. Me dikarîbû bi dilekî rehet em bikevin gola li ber kaniyê. Cemê got, ez ê derkevim ser vê darê, ka binêrim li der û doran şivan û gavan hene an na? Wê mêze kir li nêzîk kesek tune ye. Me xwe tazî kir û em ketin golê. Bi vir de û wê de Cemê got, diya min li benda avê ye, ez ê herim malê dîsa vegerim û bêm cem te.

Cemê vêdrokên xwe tijî av kir û berê xwe da malê lê dema ew çû dîsa tirsek kete nav dilê min, hema min xwest ez bi tena serê xwe di nav wê avê de zêde nesekinim û derketim. Li nêzîk dengek, wek tiştek bike xişînî hat ber guhê min. Min wisa li der û dora xwe nihêrt. Wîîî, kurê Şefîqê xwe ji ser darê avête erdê. Ez hinekî tirsiyam lê dîsa jî ew li van deran çi digere? Wî got, netirse ez kor im, çavê min nabînin. Min bi ser de kir qêrinî, bi paşila stûyê wî girt û bi lez çûm ba diya wî. Min got, waye hal û meseleya kurê te ev e. Vê carê dengê xwe nakim lê careke din ez ê dev û diranên wî bişikînim. Hema çi hate ber devê min, min got. Gede li min vegeriya û gote min, tu xwişka min î… De here kotiyê heram, ez çima xwişka te me? Me şerekî mezin kir. Piştî çend mehan şûn de dîsa rojekê ji ser darê dikeve û her du çavên wî jî kor dibin. Ew jî nizane wê kengî çavên wî vebin!