19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Ez li muxataban digerim’

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Li Tirkiyeyê krîzeke siyasî heye. Ev krîz bandora xwe li ser rêveçûna siyaseta welat jî dike. Partiyên siyasî hewil didin ji vê qirîza heyî sûd bigirin û ji bo dengê xwe zêde bikin peyaman didin. Tam di rewşeke wisa de serokê giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu got: “Ji bo çareseriya pirsgirêka kurdan pêdivî bi aliyekî rewa heye” û ji bo vê yekê jî HDP’ê îşaret kir.
Beriya ku em nirxandinên xwe bikin divê em bizanibin ku li Tirkiyeyê CHP ne partiyeke ji rêzê ye. Di pêşveçûna siyaseta welat de û di parastina têgeha tirkbûnê de jî xwedî roleke diyar e. Bêguman di van çend salên dawî de wek tê xwestin derneket pêş lê ev nayê wateya ku ji mîsyona xwe dûr ketiye an jî bi perspektîfa çareseriya hin pirsgirêkan radibe.
Hevkariya AKP’ê û MHP’ê pergala rêvebirina Tirkiyeyê guhert. Di vê mijarê de CHP’yê her çendî xwe wek dijî vê pergala “serokatiyê” dabe nîşandan jî wek dihat xwestin li pêşiya wê nebû asteng. Bi lawazbûna tifaqa AKP-MHP’yê, CHP’yê ji nû ve pergala parlamenteriyê anî rojevê. Ji bo nîqaşa vê mijarê û nîqaşa stratejiya hilbijartinan, CHP li Stenbolê bi nûnerên hin partiyên siyasî re rûnişt. CHP’yê bi tirsa partiyên din dê bertek nîşan bidin HDP dawetî vê civînê nekir.

CHP’ya ku cesaret nekir HDP’yê vexwîne civînê wê bi çi cesaretê doza kurd çareser bike? Di vê mijarê de CHP hîn bi zihnîyeta serdest tevdigere û wisa difikire ku wê bi hin hevdîtinên nemeşrû siyasetmedarên kurd bixapîne. Hema bi gotinekê, ev înkara herî mezin e.
Serokê giştî yê CHP’ya ku ji bo çareseriya doza kurd heya niha tiştek nekiriye di nirxandineke xwe de digot: “Ji bo çareseriya doza kurdan pêdivî bi aliyekî meşrû heye.” Di roja me de her kesê/a ku li Tirkiyeyê siyasetê dike di mijara doza kurd de baş dizane ku yekane muxatabê vê dozê Rêber Abdullah Ocalan e.
Têkildarî heman mijarê Rêber Ocalan di hevdîtineke xwe ya li gel şandeya Îmraliyê de gotibû: “Ev mijara herî girîng e” û bal kişandibû ser girîngiya fermîbûna muzakereyan a di parlamentoyê de.

Îdeolojiya fermî, têgeha tirkbûnê û Kemalîzma ku li Tirkiyeyê ku îro CHP jê re pêşengiyê dike dê çiqas bikaribe li parlementoyê ji van muzakereyan re zemînekî fermî ava bike?
Di bingeha xwe de wekî Rêber Ocalan jî gotî: Gelek faktorên doza kurdan hene. Di mijarên cuda de muxatabên cuda dibe ku çêbibin. Lê di mijara çareseriya dozê de aliyê kurd bi awayekî zelal nûnerê xwe destnîşan kiriye. Ew jî Ocalan e.

Îca li Tirkiyeyê rewş cuda ye. Li Tirkiyeyê muxatabek ku aliyê kurd pê re mijarê muzakere bike nîne. Ji ber ku beşên di nav dewletê de li gor berjewendiyên xwe yên desthilatdarî û takekesî tevdigerin ne di wê astê de ne ku diyalogekê pêş bixin. CHP jî yek ji van aliyan e.
Li ser mijarê Rêber Ocalan di hevdîtineke xwe ya li gel parêzaran de gotibû: “Ez li muxatabekî digerim”. Bawer dikim ne Kiliçdaroglu û ne jî partiya wî di vê mijarê de, ne di wê astê de ne ku bibin muxatabê vê mijarê.