25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ez mîsantropîst im!

Hogir Ar

Derûnnasî yan jî psîkolojî, zanîna li ser qanûn, pêşveçûn, rûdan û çalakiyên derûnî yên mirov e. Derûnnasî, zanîsteke nû  ye ku li ser rûyê cîhanê belav bûye. Heya destpêka serdema 20’emîn jî wekî dîsîplîneke biyolojî, felsefe, bîjîşkiyê û hwd. bû

Derûniya civakê

Cîhan 4,5 milyar salî ye. Li gorî lêkolînên dawî yên ku pênc fosîlên nû yên Homo Sapiens (mirovên nûjen) ên li Afrîkaya Bakur tên dîtin; anatomiya mirovê îroyîn berî 100 hezar -300 hezar salan çêbûye û 50 hezar sal in ku reftara modern a mirov diyar bûye.

Di pêvajoyên civakbûnê de, fêr dibe ku bibe endamê civaka xwe. Pîvanên tevgerê ku ji hêla civaka wî ve tên pejirandin, nirxên bingehîn ên civakî û çandî ne ku, şikil û şêwaza tevgera mirovan diyar dike.

Pêvajo hem ji bo hebûna civakan û hem jî kesan pir girîng e. Ne gengaz e ku civak bi rengekî bitendurist mezin bibe û bi domandina pergala ku dîktatoran afirandiye bi wê civakbûnê ya bitendurist jiyana xwe bidomîne.

Sosyalîzasyon

Sosyalîzasyon, têgîneke zanistî a civakî ye. Ji aliyekî ve, pêşketina kesan bi navgîniya ragihandinê bi kesên din an derdorê civakî û fîzîkî re; ji aliyekî din ve, ew peywirên ku di dema civakbûnê de çêdibin kes tê de diyar dike. Ew li ser kesayetiyan û her weha bandorên nexşandî, tedbîrên armanc dar û sîstematîkî (perwerdeyî) digire. Pêvajoya civakbûnê tevgerên kesane (kolektîfkirin) û rêwerzên çalakiyê (nasnameya civakî) di jiyana hevpar de pêk tîne.

Mixabin bi qanûn, qedexe, neheqî û nijadperestiyê, civakeke mîsantropîst ava kirine.

Mîsantropî nefretkirina mirovan e. Li gor psîkologan nexweşiyeke derûnî ya  antî-humanizmê tê hesibandin lê ez ne bi vî awayî  dinirxînim.

Bavek dikare kurê xwe bike mîsantropîst an jin dibe dikare ji herkesî nefretê bike. Derûniya mirov hesas e, ji ber vê yekê zû teşe digire. Ji bo ku civak hebûna xwe biparêzin pêwîst e jiyana xwe ya siyasî, civakî, aborî, çandî û teknolojîk organîze bikin. Nirxên civakî bi fikr û afirîneriya  hezar salan çêbûne. Hebûnên dîrokî bûne sedema qonaxên nû. Loma jî dewlet an serwerên serdemê hez ji mihalefetê nekirine û nêrîn û helwestên dijber asteng kirine. Qedexekirin rêbazeke sereke ya sansûrê û têgîneke dadî ye. Her wiha di şerê psîkolojîk de jî tê bikaranîn.

Tirkiye jî di warê sansûr û qedexekirinan de gelek navdar e. Ji avabûna komara Tirkiyeyê ve, ziman û çanda kurdî û saziyên kurdî her tim hatine qedexekirin û bi vî awayî ‘kurdekî nû’ hatiye afirandin. Ev kurd, kurdekî mîsantropîst e ku kesê wî qedexe dike li pêşya wî her tim asteng datîne û hebûna wî tune dihesibîne.

Car caran dema di televîzyonê de nûçe derbas dibin, zarok çêr û pêçariyan dikin; an dema mijarên polîtîk derbas dibin li qehwexaneyan bi sendeliyan li hevdu dixin. Îro ne tenê kurd, bi gelemperî li cîhanê binêrin her dîktatorek civakeke mîsantropîst ava kiriye.

Derûniya garanê

Derûniya garanê di sala 1848’an de ji bo pergala siyasî ya amerîkî tê bikaranîn. Palyaçoyeke bi navê Dan Rice di demên rêwîtiyê de li ser rêwîtiyek bandwagon dikir. Otomobîla bandê bi muzîka dilşewat derbasî tûrîstan bû û bi dirûşma “beşdarî bandê bibe” bala wan kişand. Ji ber populerbûna wî, wî di hilbijartinan de serkeftineke mezin bi dest xist. Ev bûyer li ser vê ramana bingehîn e û ji ber vê yekê ji psîkolojiya herdemê re bi îngilîzî “Bandwagon Effect” tê gotin. Li gorî zanista psîkolojiyê; ev nav li ser bingeha rêgez û mercan tê danîn ku hin bawerî di nav komên civkê de bi cih dibe. Li vir tişta sereke ev e ku kes li gorî nêzîkatiya rastiyê ya piraniya gel wê rastiyê qebûl dike û baweriya xwe pê tîne.

Yek ji wan sedeman ev e ku mirov ji ber tirsa ji tenêtiyê dikeve nav civakê û li gorî derûniya garanê tevdigere. Heke hişê me bi tirsan neyê dagirtin, em ê her gav bi aşkere bifikirin û fikrên xwe vebêjin.

Derûniya garanê mêjiyê civakê ditevizîne. Em bandora vê yekê bi taybetî di siyasetê de, di gelek waran de dibînin. Em dikarin bi hêsanî vê têgînê wekî xalîçeya civatê binirxînin û xwe neçarî komek mezin an jî dîktatoran nekin.

Em newêrin dengê xwe derxin.  Hilbijartina vê riya şaş, piştî demeke dirêj bêtir zirarê dide. Ji dengên cuda netirsin da ku hûn dikaribin rastiya rastiya xwe biparêzin!

Hilweşandina civakê!

Pirsgirêkên civakî gelek in û civak tê hilweşandin. Gerdûnîbûna rûxîneriyê, hebûna xwe di warê siyasî, aborî û çandî de dide hîskirin. Ev tenê şêweyek ji sazkirina kapîtalîzmê ye.

Ev têgîn mîna bûqalemûnan e ku xwe li gorî her rewşê dikare biguherîne. Mirov hema bi vî awayî tên dorpêçkirin lê haya wan jê tune ye.

Dema ku tên Kurdistanê bi rêbazên xapandinê çarikan didin serê xwe, piştre dayikên aştîxwaz li kolanan qetil dikin. Ev hilweşandina civakê ye!

Ev yek bi sedan salan e pêk tê. Dejenerasyona çandî civak û hiş ji desthilata hêza olî xilas nekir û bû hilweşîna civakî. Rejîma dîktator ku di nav gel de pêk hat û bû “kuştina girseyî”, bi dawî bû. Ne ew dibin şivan û ne em gavan û gopal!

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê