Saturday, Mijdar 27, 2021

Ez û navê xwe

Xelata Omerî

Beriya demekê min di medyaya tirk de dît ku wan li ser halterciyê xwe Naîm Suleymanoglu (Naum Sulejmanov) filmek çêkirine. Haltercî bi eslê xwe ji turkmenên Bulgaristanê ye. Di vê dokumenterê de, neheqî û çavsoriya li wî û malbata wî dibe, ji me re diyar e. Mirov nikare empatiya xwe ya bi Suleymanoglu re veşêre. Îca, tiştê ji Naîm Suleymanoglu re xêr e, ma ji min re qebehet e!

Ma ne jixwe gotineke pêşiyên kurdan heye ku dibêje: “Şûjina di çavên xwe de nabîne lê derziya di çavên xelkê de dibîne!”

Li cem kurdan her tiştekî xweş û geş dibe nav. Navê min jî Xelatê ye. Çîroka navê min dûr û dirêj e. Ger mecal rê bidin êz ê li pêş behsa vê serpêhatiyê ji we re bikim. Îca bapîra min ya mezin Eyno ev nav li min kiriye. Wateya navê min ev e: Kengî mirov karekî baş bike an jî di mijarekê de bi ser keve, wê çaxê xelatan bi mirov ve dikin.
Hin wateyên din yên Xelatê hene. Navçeya Xelatê, li Serhedê, navçeyeke nêzîkî Gola Wanê û bi ser bajarê Bedlîsê ve ye. Di wêjeya kurdî de, Xelat bi sêvên xwe navdar e û ji Çiyayê Sîpanê re bûye mazûban! Ne bi tenê warê pezkovî, lê her wiha serpêhatiya Xecê û Siyabend li Sîpanê Xelatê rû dide. Xecê û Siyabend ji bo kêf û seyranê, xwe li çiyayê Sîpanê Xelatê digirin. Her dengbêj strana Xecê û Siyabend bi stîla xwe dibêje. Ma kî dikare wek Îsa Berwarî deng bide vê bûyerê?

Çaxa kurd ji herêmekê hez bikin, kêfa wan ji kesekî/ê re bê, navê mezin an navdarên xwe hildidin, navên van li zarokê xwe dikin. Ez nizanim gelo pîrika min Eyno ev agahdarî dizanîbûn an na. Bi qasî ku ez dizanim, navê hogirek ji yên kalikê min Bedirxan, Xelatê bû. Loma jî pîrika min Eyno ev nav li min kiriye.

Rojekê diya bavê min Şikriya bi destê min girt û ez birim cem karmendê nifûsê yê dewleta tirk. Karmendê nifusê navê min yê Xelatê qebûl nekir. Li gor wî ev nav ne bi tirkî bû û loma jî li belgeyên dewletê nenivîsî. Û karmendê dewleta tirk, navê min li şûna Xelatê, binivise Hediye ya erebî nivîsî. Mîna Naim Suleymanoglu min şîmaqeke ku ez ê ji bîr nekim xwar.
Hûn dibînin, neheqî ne tenê li Suleymanoglu bûye, çavsorî li Xelatê û yên wek Xelatê û li kulîlka Sîpanê jî bûye. Hal ew e ku, hilbijartina navên xwe, di peymanên navneteweyî de mafekî mirovan ê rewa ye. Ji roja ez bi xwe hisiyam û heta îro, her cara navê min bûye mijar, min ji dor û berê xwe re, nemazê ji xwişk û birayên xwe re gotiye: “Heyran ji min re nebêjin Hediye, ez Xelatê me!”

Gul û kulîlkên li şaneşînên xwe, neçilmisînin!