19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘EZDA’ malzarokeke derbkirî ye

Her serdem xwedî sembolên gelekî taybet in. Bi gelek remz û nîşanan tê nasîn û bibîranîn. Carinan çîroka pîrejinekê, carinan kilama dengbêjekî, stranek, helbestek û carinan jî bi ‘dolmîşeke şîn’… EZDA çîroka serdemeke tijî êş a bajarekî ye.
Bi romana Rengîn Kardelen a bi navê EZDA, nifşek ji nişka ve li zarokatiya xwe, li ciwaniya xwe vedigere. Çîrokeke gelekî tê zanîn a dawiya sedsala borî ye ku mekan Amed e. EZDA jî bêhemdê me, me dibe û li sûka Amedê digerîne û rê li ber ‘serboriyên’ çizîniyê ji dil tîne vedike.

EZDA di eslê xwe de navê lehenga Kardelenê ye û navê xwe daye romanê jî. Ezda wekî semboleke ji mîtolojyê hatiye danisilandin û di dawiya sedsala bîstan de li bajarê Amedê vepejiliye hatiye vegotin. Qewimînên di wan salan de ku li Amedê rûdidin, bi vegotineke samîmî li derdora Ezda, Amed Kîtabevî, Şênê û Dolmîşa Şîn û hwd tê hûnandin. Her yek ji wan bi mîsyonekê di romanê de cih digire. Ezda keçek e û wekî ruhê hebûn û xwebûna civaka kurdan ku ji serdema mîtolojîk û heta wê demê, bi serboriyên miletekî hatiye strandin tê vegotin. Amed Kîtabevî, wekî şikefta ku Platon lê rastî dîtiye û ji bilî yên wek wî kes newêre nêzîkî wê şikeftê bibe bûye mekanekî xurt. Şênê jî wekî siya di şikefta Platonî de hem rastî ye hem jî xeyal e, lê her dem hêvî ye. Di vê atmosferê de ew “Dolmîşa Şîn” ku sembola xerabî û windakirinê ye tim û daîm tirsa wê wekî ya hûtê heftserî di dilê şêniyên bajêr de ye. Wekî kozika “nêçîrvanên mirovan” an jî kana xerabiyê ye. Kesên ku gelek caran rûpoşkirî ne… Carinan tajiyên ji serdema arkaîk in ku nêçîra xezalan dikin û carinan jî kewên dijminên qewmê xwe ne ew ên rûpoşkirî.

Rengîn Kardelen, bi têkiliya hişî ya Ezdayê ku ligel Achilles ê lehengê mîtolojiya grekiyan e hewl daye serdestiya mêrane ya civakî û ya li ser jinan jî vebêje.

Her çiqas çîrok bi awayekî sembolîk li derdora Amed Kîtabevî, jina ciwan a bi navê Ezda ku sembola nasnameya jinan here û were jî, di bingeha xwe de hişyarbûna civakî di ser êşekê re vedibêje.

Romanûsê di ser Ezdaya lehenga romanê re rewşa exlaqî, ruhî û dilînî ya cografyayek fireh a Mezopotamya û derdora wê vedibêje. Bi Achilles ê ku “lehengê” Ezdayê ye jî aliyê pozîtîvîst ê Rojava bi awayekî ji awayan digihîne hawara wê cografyayê.

EZDA, romanek bîra civakî ye. Rengîn Kardelen, di ser lehenga xwe Ezdayê re, şerê tarîtî û ronahiyê vedibêje. Lê qada şer malzaroka derbkirî ya jinekê ye.

Di wêneyê giştî yê romana EZDA’yê de, xwîna ji malzaroka derbkirî ya Ezdayê tê dibe lehiyek û dolmîşa şîn tev li kesên rûpoşkirî dide ber xwe û berê cografyayeke berfireh dide ronahiyê…

*EZDA, Rengîn Kardelen, Roman, Weşanên Lîs, 2020