24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Êzîdiyên Efrînê helwesta PDK’yê şermezar kir

Li dijî hewldanên destwerdanê yên PDK’yê yên li ser Şengalê, êzidiyên Efrînê daketin qadan. Girseya gel li navçeya Til Rifatê ya Şehbayê kom bûn û meşiyan çerxerêya Şehîdên Til Rifatê.

Girsê di meşê de bi dirûşman gef û destwerdana PDK’yê ya li ser Şengalê şermezar kirin. Çalakgeran piştî meşê li çerxerêya Şehîdên Til Rifatê, ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girt.

Piştre jî li ser navê Yekitiya Êzidiyên Efrînê Silêman Cafer û ji Reveberiya Meclisa Navçeya Til Rifatê Mihemed Henan axivîn. Cafer û Henan destpêkê şehîdên şoreşê û Kurdistanê bi bîr anîn û êrişên PDK’yê şermezar kirin. Hate ragihandin ku ev hewldanên PDK’yê ji bo qirkirina Kurdan a li Şengalê ye. Çalakî bi berzkirina dirûşma “Ji xiyanetê re NA” bi dawî bû.