24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Fanzîna flashhilatê bi navê “coronahilat” derket

Flashhilat fanzîneke fotografiyê ye ku bi naveroka fotograf û nivîsên li ser fotografiyê mehê carekê derdikeve. Fanzîn bi hejmara 15’emîn a meha nîsanê ji bo balê bikişîne ser vîrusa koronayê bi navê “coronahilat” çap bû.

Edîtoriya flashhilatê radigihîne ku wan ji ber metirsiya vîrusa koronayê hejmara 15’emîn bi awayekî e-fanzîn derxistiye û piştî vîrus bi dawî bibe, ew ê dîsa vê hejmarê çap bikin û hin nusxeyên wê li bankên parkên Riha, Amed û Mêrdînê deynin.

Di hejmara 15’emîn a flashhilatê de;

Erol Şaybak bi ‘’Dema Bircên Diyarbekirê Koç Kirin’’ behsa çîrokeke ‘’bi çavê serê xwe dîtiye û bi lensa kameraya xwe qeyd kiriye’’ dike.

Ivor Prickett yê bi fotografekî xwe yê ji Hesekê bûye berbijarê Xelata World Press Contest a 2020’an pirsên fanzînê yên der barê fotografê wî de bersivandine.

Ferît Fîkret, bi wêneyên wênegir Yousuf Karsh serboriyeke wî û Serokwezîrê Brîtanyayê Winston Churchill nivîsandiye.

Li bergên pêş û paş ên fanzînê wêneyên Arina Voronova hene ku wê ji bo hevkariya li dijî vîrusa koronayê ji New Yorka Amerîka berhemên xwe şandine.

Divê bê bîrxistinê ku flashhilat, di cotmeha 2019’an de jî ji ber êrîşa dewleta tirk a li dijî Rojava, hejmara 9’an bi navê ‘’flashava’’ derçûbû.

Hûn dikarin hejmara dawî ya flashhilatê ji www.flashhilat.comê daxînin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê