Sunday, December 5, 2021

Faşîzmê çav berdaye nanê wan jî

Li Tirkiyeyê li gorî daneyên fermî bi milyonan mirovên betal hene. Bi milyonan mirovên kar û keda wan nayên dîtin hene. Li gorî daneyên DÎSK-AR’ê yên meha îlonê 7 mîlyon û 855 hezar mirov betal in û li kar digerin. Di nava mirovên betal de ji sedî 29,3 kesên betal, jin in. Li gori TUÎK’ê li Tirkiyeyê 3 mîlyon û 965 hezar mirov betal in. Ev dane nîşan didin ku li Tirkiyeyê qeyrana aborî çiqas kûr e. Bi mîlyonan mirovên betal nîşan didin ku li Tirkiyeyê qeyrana aborî çiqas dijwar e. Dîsa nîşan dide ku li Tirkiyeyê ked çiqas erzan e. Ev rewşa betalî û xizaniyê li bajarên metrepol û bajarên ku koçberî hilgirtiye bêtir balê dikişîne ser xwe.

Li Tirkiyeyê ji ber ku hikûmet derfetên kar ava nake û hemû hatina aborî li şer xerç dike, her ku diçe hem betalî û hem jî qeyrana aborî zêde dibe. Welatiyên ku bi derfetên xwe kar ava dikin jî bi astengiyên hikûmet û dewletê re rû bi rû dimînin. Di serê cotmehê de rayedarên hikûmetê xwestin bi zagonan rê li pêş karkerên karton, cam, hesin û plastikan ji ser sergoyan kom dikin bigirin. Piştî daxuyaniyên rayedarên dewletê polîsan li Ataşehîra Stenbolê bi ser gelek fabrîqeyên kartonan de girtin û gelek karkerên kartonan binçav kirin.
Reyedarên hikûmetê dixwazin bi pêşxistina Projeya Bêbermahî (Projeya Berhemên Sifir/Tune), rê li pêş karkerên ku ji neçarî li ser sergoyan karton û plastîkan kom dikin bigirin.

Waliyê Stenbolê jî daxuyanî dabû û diyar kiribû ku wan bi hevkariya Şaredarî û Midûriyeta Polîsan li dijî karkerên bê destûr bermahiyan kom dikin dest bi venêrtinê kirine.
Wekî Stenbolê li Amedê jî karkerên kartonan bi gelek astengî û pirsgirêkan re rû bir û dimînin. Piştî rayedarên hikûmetê Projeya Bêbermahî pêş xiştin, li Amedê jî polîsan motorên nêzî 200 karkerên ku kartonan kom dikin, bi hinceta ehliyet û ruhsata wan tuneye, desteser kirin. Karkerên kartonan ku ji neçarî û betaliyê karên komkirina kartonan dikin, êdî kûr kûr difikirin ku dê çawa debara xwe bikin.
Li Amedê nêzî 5 fabrîqeyên ku kartonan press dikin û dişînin Mereşê hene. Li her fabrîqeyeke kartonan nêzî 100-120 karkerên kartonan dixebitin. Her karkerek rojê 10-12 saetan ji ser sergo û konteynirên sergoyan kartonan kom dikin. Piranî kesên kartonan kom dikin temenê wan di navbera 10 salî û 40 salî de ne. Her karkerek rojê nêzî 100 kîlo karton kom dikin. Karkerên ku bêsîgorta û di şertên pir giran û qirêj de kar dikin kîloya kartonên kom dikin bi 1 lîra difiroşin xwediyê fabrîqeyan. Lê fabrîqe jî kîloya ku bi 1 lîra ji karkeran distînin, bi 1.5 an jî bi 2 lîra difiroşin navendên kargeriyên mezin. Fabrîqeyên ku tenê karê pressê dikin, rojê bi hezaran tl pere li ser pişta karkeran qezenç dikin.

Em nanê xwe ji çopê derdixin

Karkerên kartonan ên ku li Amedê dijîn bal kişandin ser şert û mercên karên xwe. Karker Murat Çetîn ê 27 salî ku saleke vî karî dike, diyar kir ku hem kar tune û hem jî di xaniyê kirayê de dimîne û ji neçarî kartonan kom dike. Çetîn, anî ziman ku her meh 750 lîra dide kîraya xanî û tevî fatûreyên av, ceyran û gaza xwezayî nêzî 1500 lîra lêçûna wî heye û wiha got: “Ez li gundê Gozelî yê Navçeya Rezan dijîm. Nifûsa me 3 kes in. Ez her serê sibê saet di 06.00’an de ji gund têm bajêr û saet ji 07.00’an heta 19.00’ê êvarî kartonan kom dikim. Rojê 10-12 saetan kartonan kom dikim. Ji bo em bijîn em karê herî zor û zahmed dikin. Ji betalî û xizaniyê nêzî saleke vî karî dikim. Em nanê xwe ji çopê derdixin. Rojê nêzî 100 kîlo karton kom dikim. Li Amedê polîsan nêzî 200 motor ji ber plake û ruhsata wan tune bû kom kirin. Yên ku plake, ruhsat û ehliyetên wan tune be desteser dikin. “

Li gundan nan naçe çopê

Murat Çetîn, destnîşan kir ku dema kartonan kom dikin gelek caran nanê sax di konteyniran de dibînin û wiha lê zêde kir: “Herî zêde em nanê avêtî dibînin. Nanê ku em nikarin ji firinê bikirin, gelek kes wî nanî davêjin çopê. Li bajaran pir zêde nan davêjin. Pir xerç dikin. Li gundan tu tişt naçe ser sergo. Li gundan nan qet naçe çopê. Dema em vî karî dikin gelek kes bi çavê biçûk û xerab li me dinêrin. Lê em bi vî karî debara xwe dikin. Li şûna em biçin dizî û xebariyê bikin em bi serfirazî û serbilindî vî karî dikin.”

Çav berdane nanê me

Çetîn, helwest û polîtîkayên hikûmetê jî rexne kir û wiha got: “Niha dixwazin nanê me ji destê me bigirin. Ji ber kar tune em vî karî dikin. Lê niha dixwazin vî karî jî ji destê me derxin. Çav berdane nanê me. Dixwazin em hertim betal bin. Dixwazin em parsekî û diziyê bikin. Lê em ê tu carî mihtacî destê wan nebin.”

‘Em parsekiyê nakin’

Azad Ak ê 22 salî jî anî ziman ku 10 sal in vî karî dike û di nava rojê de rastî gelek zor û zahmetiyan tê. Muhammed Şîmşek ê 13 salî jî anî ziman ku saleke vî karî dike û wiha got: “Em ji malekê 3 kes vî karî dikin. Ji bo em parsekiyê nekin û nebin mihtacî kesî divê em nanê xwe ji kevir derxin. Nifûsa me 6 kes in û em debara malbatê dikin. Ku em kar nekin em ê nikaribin debara xwe bikin. Di aliyê tenduristiyê de ewlehiya me tune. Em çiqas xwe paqij bikin jî em dîsa qilêrî (qirêj) dibin. Mirov ji ber vî halê me bi çavekî biçûk li me dinêrin. Lê em parsekiyê nakin û em bi keda xwe dijîn.