Rojnameya Heftane

Jina pêşeng a dema xwe; Hypatia

Navenda Nûçeyan

‘Dema mêrek xweşikiya laşê jinan dibîne divê bi şehwet nekeve dû lêgerîna fetihkirina wê. Şûna vê, divê fêm bike ku xweşikbûna wê, rûyê xweşikiya…

Karapêtê Xaço û Yêvaya Hagop

Salihê Kevirbirî

Karapêt wiha digot:”Xwezî min mirina Yêvayê nedîta, xwezî nebûma şahidê mirina wê. Xwezî Xwedê pêşî canê min bistanda. Wê jî zehf kişand. Êşên wê, di…

Femînîzekirina avûhewayê

Ji destpêka sedsala 21’an ve, bûyer û karesatên ku li ser mirovahiyê dibarin, bi têkiliya faktorên femînîstî tên pênasekirin. Wek mînak tê gotin ku di sedsala 21’an de xizanî, penaberî, koçberî, aborî, şîdet û diyardeyên bi vî rengî êdî femînîze bûne. Lewre yên ku herî zêde feqîriyê dijîn û bi encamên wê re rû bi rû dimînin jin in. Yên di rêyên penaberî û koçberiyê de herî zêde perîşan dibin zarok û jin in. Beramberî vê yên bi sedem û encamên neyînî yên penaberiyê herî zêde rû bi rû dimînin dîsa jin in. Her wiha rewşa aboriya xerab herî zêde li ser jiyana jinan bandora xwe nîşan dide. Femînîzekirina fenomenên sedsala me êdî wek tespîteke esasî mohra xwe li hemû lêkolînên zanistî û civakî dixin. Ji ber vê yekê ye ku mirov nikare tu mijareke civakî, aborî, dîrokî û hwd. bêyî perspektîfa genderî (zayenda civakî) zelal binirxîne û ji bo çareseriya pirsgirêkan rêbazeke di cih de bibîne.

Yek ji taybetiyên van fenomenên femînîzekirî ew e ku bandora xwe herî zêde li ser jinên başûrê cîhanê (Global South) dike. Diyardeyên ku li jor hatine rêzkirin li welatên di bin mêtingeriya pergala emperyalîst de ne, zêdetir tên jiyîn. Bi taybetî di pêvajoyên şer de ev diyarde bi carekê li ser jinan dibarin. Lê bi giştî li seranserê cîhanê ev rewş xwe naguherîne. Karesat destpêkê li jinan dixe. Gotina ‘jin mêtingeha herî dawî ye’ ne bê sedem e. Taybetmendiya duyemîn a hevpar a van fenomenan jî ew e ku berpirsiyarên van bûyeran bi giranî hişmendiya serdest a zilam e. Mêr sedeman derdixînin, jin encamê dikişînin.

Ligel mijara şîdeta li ser jinê ku wek ‘şerê cîhanê yê domdar’ tê binavkirin û tu car ji rojevê nakeve, mijara niha ya di rojevê de guhertina avûhewayê û bandora wê ya li ser jinan e.

Dema mirov berpirsiyarên guhertina av û hewayê û yên ku di bin bandora wê de êşê dikişînin bigire ber çavan, hêla wê ya zayendî bi awayekî zelal derdikeve pêş. Lêkolînên di vî warî de nîşan didin ku di navbera guhertina avûhewa û baviksalariyê de têkiliyek heye. Ji zêdebûna bikaranîna karbondîoksîtê heta xerîdariya bi zanebûn, ji şêlandina çavkaniyên xwezayî heta serdestiya li ser xwezayê, mêr di qirkirina xwezayê de roleke sereke dilîzin.

Têkiliya yekser a navbera avûhewa û zayendên civakî, karesata di rojevê de ye dide der. Ji ber lehî, berf û gemahiya zêde jin zêdetir dimirin. Wek mînak qurbanên bahoza Sidrê ya li Bangladeşê, ji sedî 70 jin û zarok bûn. Girêdayî rolên zayendî jin an avjeniyê nizanin, an di mal de ne, an ji ber zarok û extiyaran xwe nadin alî, an jî ji ber ku dereng agahî distînin, dibin qurbanên xezeba xwezayê. Her çiqas bandora guhertina avûhewayê zêdetir li welatên başûrê cîhanê xwe bidin nîşandan jî, jinên bakurê cîhanê jî ji vê yekê bêpar namînin. Wek mînak jin ji bagera bi navê Katrina ya li DYA’yê jî bêtir bi bandor bûn. Faktorên wekî ‘xizanî û temen’ di vê rewşê de dîsa zayend û avûhewayê tîne cem hev.  Jinên pîr zêdetir ji pêlên germê bi bandor bûn. Her wiha ji ber ku mêrên extiyar hîn baştir di nav civakê de tên xwedîkirin derfeta wan a xelasbûna ji bandora hişkayî, bager, bahoz û lehiyê bêtir e.

Dîsa lêkolîn destnîşan dikin ku şîdeta zayendî jî ji ber guhertina avûhewayê zêdetir dibe. Wek mînak keçik û jinên ciwan ên ku di demên hişkahiyê de berpirsiyara malbatê digirin ser milê xwe, neçar in ku –ji bo anîna avê an jî kar- biçin cihê dûr. Û bi vî awayî zêdetir leqayî şîdeta zayendî tên.

Ligel tespîta femînîzekirina bûyerên sedsala me, bi tespîta birêz Abdullah Ocalan ku sedsala 21’an wek ‘sedsala azadiya jinê’ dinirxîne, du nêzîkahî derdikevin pêş: Li hêlekê pênasekirina pirsgirêkan a bi jinan; li hêla din pênasekirina çareseriyê ya bi jinan. Bêguman lêkolînên zayendî ji bo tespîtkirina pirsgirêkan û sedemên wan gelek girîng û pêwîst in. Lê ji hêla din ve ev lêkolîn bi tena serê xwe ji bo afirandina çareseriyê têr nakin. Lewre dirûşmeya lêkolînerên zayendî ya ji bo avûhewayê ku dibêjin ‘bêyî wekheviya zayendî, wekheviya avûhewayê nikare bê avakirin’ çareseriyeke bingehîn destnîşan nake. Lewre me dît ku wekheviya zayendî bi tena serê xwe ne azadiyê tîne, ne jî pirsgirêkên civakî çareser dike. Ya ku pirsgirêkên civakî nikare çareser bike dê çawa pirsgirêkên avûhewayê çareser bike. Ji ber vê yekê ye ku wekheviya divê bê xwestin ne di navbera mirovan de, di navbera hemû hebûnên xwezayê de be. Û ya ku vê wekheviyê dê ava bike, hişmendiya jina azad e. Li dijî wekheviya baviksalarî û karesatên avûhewayê, bi yekbûna xweza û jinê em dikarin sedsala 21’an bikin sedsala azadiya jinê û xwezayê.