25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Femînîzma rojavayî û newekheviya jinan

Jineke alman a derdora 75 salî ji min pirsî: “Ez fêm nakim, çawa ji hêlekê ve jinên kurd ewqas pêşketî û şoreşger in lê li hêla din hîn jî pir paşdemayî ne.” Berî ez jê bipirsim, ka bê çima wisa difikire, wê berdewam kir: “Jin zarokan xwedî dikin û mezin dikin, çima keç û kurên xwe wek hev nagihînin. Her tişt ji dayikê dest pê dike; ger dayik zarokên xwe wekhev mezin bikin, ew ê jin jî bibin xwedî qîmet.” Dû re xwe û nifşa xwe wek mînak nîşan da. Got: “Me wek zarokên nifşa şerê cîhanê pir zehmetî kişand. Lê me gelek tişt jî bi dest xist. Me li ber xwe da û em pir pêş ketin. Erê me jî wekî dayikên xwe destpêkê rolên zayendî pejirand. Lê me zarokên xwe cuda mezin kirin. Di navbera keçik û kurikan de me cudahî nekir. Ji ber vê yekê ew niha di her astê de wekhev in û jin bindestiyê napejirînin.”
Min bêhneke kûr kişand, min nezanî ji ku destpê bikim. Nakokiya femînîzma rojavayî û rastiya jiyana jinan û her wiha serkeftinê li ser binketina kesên din (çewt) şîrovekirin ji nişkave bi awayekî vekirî li pêşberî min aşkera bûbûn. Niha du rê li pêş min hebûn; yan min ê hewl bida ku pê bidim fêmkirin, çima jinên kurd ji hêlekê de şoreşger û pêşketî ne û li hêla din paşdemayî ne. Bi vî awayî min ê xwe biparasta. An jî min ê îdîaya wê ya der barê pêşketina jinên rojavayî çeprast bikira û bidana destê wê. Min rêya duyemîn hilbijart. Ango min ê ne encam, sedema wê bi lêv bikira. Lewre bi vî awayî min ê bersiva pirsa wê ya yekemîn jî bidana.

Stuart Hall di nivîsa xwe ya der barê nasnameya çandî de dibêje ku kesên serdest serweriya xwe bi bindestiya yên derveyî xwe pênase dikin. Wê demê hewce namîne kêmasiyên xwe bibînin. Li bindestan dinêrin û bi pergala xwe careke din serbilind dibin.
Mebesta min ne ew bû ku ez jina pîr a alman bi hişmendiya wê tawanbar bikim. Min hewl da ku ew ji perspektîfa bindest û jinan (ne wek jineke serdest) li mijarê binêre. Min got ‘madem hûn keç û kurên xwe wekhev mezin dikin, çima di hemî civînên dibistanê de û di komên malbatan ên der barê zarokan de tenê jin/dayik xuya dikin? Çima berpirsiyariya mal û zarokan hîn li ser milê jinan e? Çima jin di astên rêveberiyê de, di siyasetê de, di hemû qadên vekirî de hîn ewqas kêm in?’ Herhal ne li benda van pirsan bû, got “Ji ber ku mêr nikare dest ji karê xwe berde yan jî nikare karê xwe daxîne.” Min got ‘çima? Jin jî wekî mêran dişixulin lê dîsa jî yên ku karên xwe dadixînin ew in.’ Wê got “ji ber ku mêr zêdetir qezenc dikin, baştir e ku ew bişixulin.” Min pirsî ‘Gelo çima mêr zêdetir qezenc dikin?’ Ji vir şûn de êdî pêwîstî bi pirsên din tune bû. Ya rast ev nêrînên wê yên der barê wekheviyê de îro di nav femînîstên nifşên nû de nayê parvekirin. Heta ew jî vê nakokiyê baş dibînin û bi ser vê pirsgirêkê ve diçin. Lê mijar li vir ji wekheviya zayendan zêdetir pêşketîbûna jinên rojavayî ligel jinên rojhilatî bû. Lewma jî ez neketim pêy pirsên din ên bi vî rengî. Lê wê pirsa xwe dubare kir: “lê ka tu bibêje, jinên kurd çima bindestiyê dipejirînin?”

Dema mirov pirsgirêkê li ser rewşa neyînî ya hemberî xwe bigire dest, mirov hem ji xwe re, hem jî ji hemberî xwe re kor dibe, rastiya herdu aliyan jî nabîne. Niha van pirsên ku me ji hev pirsî, li seranserê cîhanê kêm zêde hene û bingeha xwe ji newekhevbûna zayendan digirin. Lê dema mirov vê newekheviyê li rojhilat bi baviksalarî, paşdemayî, bi çand û olan girê bide, li rojava bi pergala kapîtalîst sînordar bihêle, mirov digihîje encamên hem ne rast, hem kêm û hem jî yên ku hiyerarşiyan ji nû ve ava dikin.

Yek ji pirsgirêka femînîzma rojavayî jî ew e ku -ji xeynî xwe pêşketî dîtinê-, ji şîret û pêşniyarên kesên li gorî wan paşdemayî re ne, girtî ne. Herhal difikirin ji paşdemayiyan tiştekî pêşketî dernakeve. Tiştê ku tê negihiştîne jî ew e ku ne ew tenê pêşketî ne û ne jî em paşdemayî. An jî berevajî vê, ne ew paşdemayî ne, ne jî em tenê pêşketî. Û ya ku mijarê hîn tevlihevtir dike jî ew e ku paşdemayîbûna me û pêşketîbûna wan ji hev û din ne qutkirî ye.

Yek ji analîzên bingehîn ên jinên postkolonyal ew e ku dibêje jinên rojavayî jî di bindestkirina başûrê cîhanê de rolek lîstine. Ji xeynî mîsyonerî û asîmîlasyona gel û çandên bindest, bi vê pozbilindiya xwe jî rola xwe ya serweriyê berdewam dikin. Lewma ye jî tê gotin, heta jinên rojavayî dest ji serweriya xwe bernedin, berjewendiyên xwe analîz nekin, xwerexneyî nêzik nebin, hêzên di destên wan de ne belav û parve nekin (power sharing) bila behsa hevkariyê û wekheviyê nekin.