spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Fereceke Tebaxê

3’yê Tebaxa 2014’an bi berbanga sibehê re dîkên gundan, li şûna mizgîniya sibeheke aram ku tav tîrêjên xwe bide rûyê zarokên rojê; banga qirkirinê dida bi dengekî hawarî! Şûna geşbûna rojê, rengê reş û tarî yê kirêtî û qirêjiya DAIŞ’iyan siha xwe dida ser dilpakiyên zarokên Tawusê Melek! Li vê xakê ev çendîn car bû mehşera qiyametê radibû, kesî nizaniya lê gotin di cih de be qiyameta bêbextî, xiyanet û rûreşiya dîrokê, şerma mirovahiyê pêk dihat. Êdî qad bibûn meydana bazariya can û giyanan; hem jî bi erzanî, gelek erzanî û bêarî! Dê weladê xwe davêt. Seyê pîr li xwedanê xwe xweyî dernediket. Deşt û berî, gund û bajarên Şengalê veguherîbûn qesabxanê, mirov weke berxikan dihatin serjêkirin. Mirov bi saxî û bi komî dixistin gorên nediyar, hê di temenê nûgihayî ku jiyan û cîhan pênase nekirî! Tema tehl, rûsariya cemidî, dilxedariya bêrehm a tarîtiya bin axê nas dikirin..! Heyyy xwedayoo! Ev çi zilm, çi zordarî, çi hovîtî bû! Ev çi guneh bû ku ewqas xedariya bêpênase heq dikir!

Bi tariya êvarê re, mirovên xwe bi tarîtî û qirêjiya dîrokê pêçayî, bi pêlên reşebaya tarîtiyê re dikevin tevgerê. Êdî navê jiyanê tenê û tenê dibe berxwedana man û nemanê, cenga hebûnê. Mîna dilopek bikeve nav avê, xelekekê çêke û her biçe ew giloverik fireh bibe û heta bigihê peravê golê. Pêla êrîşên DAIŞ’ê jî wisa li gund û deşta Şengalê kêlî bi kêlî belav dibû. Mîna ewrekî reş, mij û moran; lê ne ji ber serma, berf û baranê; ji ber kelekela germa Tebaxa şewat bû ev kel û dûxan, ev mij û moran, ev qêrîn û hewar! Li aliyekî bazara can û mal, li aliyekî rev û beza ber bi jiyanê dest pê kiribû, di nav çirkên demê û qonaxên şevê de. Kesên mecal û derfet dîtî, yên dest li ber rabûyî, dest avêtibû xîretê bergiriya hovîtiyê dikirin. Egîd û mêrxasên leheng çok dabûn erdê, sîng dabûn ber riman, dil kiribûn senger û ala berxwedanê ba dikirin.

Li aliyê dîtir ên ji vê mecalê bêpar, berê xwe dabûn rêka çiya. Bi lingên xwas, bi tena kiras, bê av û nan di kelegerma şeva Tebaxê de dikudandin. Lingan dilezand ber bi şiverêyên çiyayê serberz û enîpak ve. Lê dil, hest, raman, ango tevde hebûna arîşenî li pey dihat hiştin di nav lepên çeteyên har û hov de. Lewre her malbatek, her gundekî nîvê cerg û mêlaka xwe li pey xwe hiştibûn û berê xwe dabûn çiyê neçar! Çiya ku ji dîrokê ve stargeh û aramîgeha gelê kurd, lewma ji wan re digotin ‘Qewmê Çiyê.’ Vaye careke dîtir çiya dibûn şahidê ferman û komkujiyeke dilsoj. Lewma çiya hembêza xwe ya germ ji gel re vedikir bê fikar…

Bi fereca sibehê re şiverêyên çiyayê Şengalê, bi mirovên dil bi kul dagirtî bûn. Lê mixabin ev ne xêliyên dawet û şahiyekê, ne jî qasid û peyamberên cejn û bextewariyekê bûn. Karwanên ji ber şûrên rûreş û diltariyan filîtîbûn, ber bi çiyê ve dilezandin. Bi lingê xwas, bi dilê tazî, bi çavên şil, bi rûyê xembar, bi fikaran… Her gaveke davêtin li ser axa Tebaxê ya ji kelegermê sincirî, mîna bisteke sor bûyî, dax dikir hest û giyana wan!

Bi berbanga sibehê re xebera nexêrê zû belav bû ku hejmara qurbaniyên vê fermana bêyom ji 500’î derbas bûye jî. Belê zimanê deştê nîn e ku olan bide; ew behreyeke çiya û gelî, newal û zinaran e ku dengê hawarê vede û bang bike. Bang bike ku zarokên çiyayî, şervanên dilpak, cengawerên canbexş xwe ji çiyayan berdin beriyê, bên hawariyê..!

Li aliyekî 12 dilşêr û sozdar, 12 şervanên çiyayî, gerîlayên serdemê ku li ser çand û kevneşopiya Derwêşê Mêrxas li Çiyayê Şengalê ketibûn cengê; weke 12 siwariyên Derwêşê Evdî daketin nav qada şer û li hemberî Artêşa Gêsiyan şer û cenga giran danî… 12 mêrxas û egîdan sîng dabû ber neyar û xêrnexwazan, dilê xwe kiribûn mertal. Lê vê carê ne şûr û tîr û rim bûn ku li can dihat dayîn, çekên mor mirin vedireşîn li ser jînê. Li aliyekî gelê ji fermanê filitî û ketî ser riya çiyê digihandin deverên ewle, li aliyê dîtir bergiriya êrîşên hovane dikirin.

Rêber û rêzanên çiyayî  dengê kulîlkên deştê bihîstibûn û soz û qewl dabûn ku dê wan tenê nehêlin; berdêla wê çi be bila bibe dê biçin hawara civaka êzidî û di nav pençên DAIŞ’ê de nehêlin. Rê dûr û dirêj, rê metirsî, rê bi kemîn û dafikan dagirtî bûn. Gerîlayên ji kûrahiya dîrokê derketî, dê xwe berdana deşta Mûsilê û biçûna hawariya civaka êzidî ku ji dîrok û çanda wan emanet û mîras mayî…

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê