Thursday, July 29, 2021

Ferhan Turk: Mirov ji bîr nake, bêriya wê dike

Zeynel Bulut

Şahidê Zindana Amedê û siyasetmedar Ferhan Turk  rojiya mirinê ya 14’ê Tîrmehê nirxand û wiha got: “Di 14’ê Tîrmehê ji bo kurdan bû roja rûmetê. Mirov ji bîr nake, wêriya wê rojê dike.”

Di ser berxwedana 14’ê Tîrmehê re 39 sal derbas bûn. Li ser vê berxwedanê gelek nirxandin hat kirin. Hêj jî gelek nirxandin tên kirin. Gelek roman û helbest hatin nivîsandin, stran û fîlm hatin çêkirin. Wekî serdemeke nû di dîroka kurd û Kurdistanê de cihê xwe girt. Kemal Pîr, Xeyrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Elî Çîçek bûn remza vê çalakiyê. Şahidê îşkence tundî û berxwedana zindana Amedê siyasetmedar Ferhan Turk ji bernameya Podcasta rojnameya me Xwebûnê re nirxan.

*Birêz Ferhan di sala 1980’ê de li Tirkiyeyê darbeyeke leşkerî pêk hat. Di Zindana Amedê de îşkenceyeke dijwar li kurdan kirin. Tu bûye şahidê wê berxwedanê. Tu dikare qala berxwedana li Zindana Amedê bikî?

Di sala 80’ê de dema wehşeta 12’ê Îlonê bû em jî hatin girtin. Dibêjin roja nexweş ji roja beriya wê ve diyar dibe. Diyar bû ku ewê çiqas îşkence, tûndî û pêkûtî çê bibe. Ew aşkera bibû. Ewilî pirsgirêka wer mezin tunebû. Tifaqa hevalan hebû, giş li cem hev bûn. Heya pergala xwe ava kirin êdî dest bi îşkence û tûndiyê kirin. Ji kuderê dest pêkir? Ew jî bi hatina Esat Oktay re dest pê kir. Esat Oktay dema hat Zindana Amedê 80-90 eskerên taybet bi xwe re anî bû. Digot, ‘Ez berê li Qibrisê xebitî me’ mirov texmîn dikir ku wehşetek li wê dera jî meşandiye. Got, ‘Ez bi taybetî hatime. Berê hatime Mamakê, min ew islah kiriye niha jî hatime Amedê ezê we jî islah bikim. Bi çi rêyê dibe bibe ezê we islah bikim’. Digot, ‘Li vê dera dewlet ez im. Her tişt ezim. Ez we bikujim, bihêlim kes nikare ji min re tiştekî bibêje’. Demekê hevalan bertek nîşanî wî dan. 7-8 rojana çûn greva birçîbûnê. Wê demê înzibat anîn, dixwestin bi lêxistinê xwarinê bidin hevalan. Bê vê yekê ser neketin. Piştre Esat Oktay Yildiray bi xwe hat. Esker xistin hundir, meş bi wan dida kirin. Di meşê de silogan diavêtin. Stranên nijadperestî dihatin gotin. Ev ji bo xirakirina derûniya hevalan bû. Di qowişan de zext kirin. Ên ku diçûn hevdîtinan di çûn û hatinê de îşkence li wan dikirin. Ên diçûn hevdîtina parêzer, di çûn û hatinê de îşkence li wan dikirin. Hêdî hêdî yên dihatin naskirin, pêşengên tevgerê, yên wekî Mazlum Dogan, Xeyrî Dûrmûş, Kemal Pîr, vana ji nav hevalan veqetandin. Armanca wan diyar bû. Li cem xwe difikirîn ku ew yên pêşeng teslîm bigirin ên din jixwe bêyî pêşeng nema dikarin tiştekî bikin. Ji hev qetan din. Berê wan birin hucreyan. Piştî wan birin jî hevalên mayî gelekî li ber xwe dan. Wekî çend mehan bi xwîn û tehdeyî li ber xwe dan. Zilmeke mezin kirin. Di vir de êdî lê nerîn ku bi vî rengî nabe, got, ‘Hûn eskerin û şertê eskeriyê çi be hûnê wêya bikin’. Di vir de hinek ji hevalên me ji hereketa gel bûn. Ên 90 salî jî hebûn, ên 15-16 salî jî hebûn û yên biçûktir jî hebûn. Wê deme Xeyrî jî li cem me bû, got, ‘Wellehî vêya destpêka, ewê berdewama vê bê’. Piştî ku heval ji me veqetandin êdî wehşeta ku naye gotin dikirin. Li malbatên ku dihatin serdana me jî îşkence dikirin. Li gorî wî li derve jî ev tundî hebû.

*Hem li derve hem li hundir, hem jî li malbatên ku dihatin serdanê zext û îşkence dikirin bi vê yekê çi armanc dikirin?

Em bêjin Esat bi serê xwe dikir ne mumkun e. Kemal Yamak wê demê serfermandarê baskê artêşê bû. Bêyî van miheqeq nedikir. Lê pêywireke zêde dabûnê. Digot, ‘Bêyî min mêşek nikare li vê dera bifir e. Ezê we teslîm bistînim, bi temamî wê vê hereketa bê vemirandin’.  Mehna wê jî ew bû, yanî yekî ku bêje ez kurd im di hedefa wan de bû. Niyeta wan pir eşkere bû. Ez dibêjim qey 12’ê Îlonê jî li ser vê armancê pêş ket.

*Wê demê PKK hatibû damezirandin û piştî wê bi du salan ev darbe pêş ket. Dewlet dizane wê ev partî pêşî li çi biger û li çi vebike. Gelo di despêkê de armanc dikirin ku PKK’ê tune bikin?

Rast e. Bernameya wan aşkere bû. Roj bi roj teqtîkên nû diceribandin. Roj bi roj rêbazekî nû yê tundiyê pêş dixistin. Li zindanê hin siyasetên (kom û partî) din jî hebûn. Li gorî min wan bi awayekî aşkere pêşiya xwe nedidîtin.

*Gelo ew hizb û partiyên din teslîm bûbûn an na?

Belê rast e. Ji xwe re nedigotin teslîmîyet lê ji derve te lê dinêrî tam jî teslimiyet bû. Ji ber ku li ser wan çi dida ferzkirin pêk dianî. Ji xwe piştre wan jî ji hev qetan din. Ên li ber xwe dan li ber xwe dan ên din jî teslîm girtin. Yê me destpêkê de qowiş ji hev parçe kirin, piraniya pêkhateyên me gel bû. Hinekan baş fêhm nedikir. Mahne bi berxwedanê jî nedidîtin. Digotin, ‘Ma dewlet e. Em di mista wan de ne û çi bike wê bike’. Di wir de ên li ber xwe dan birin xistin hucreyan. 80’ê hucre hebûn. Carna her yek ji wan hucreyan jî bi qasî 10-15 kes dixistinê.

*Hin çalakî pêş ketin li dijî vê îşkence û vê zilmê. Bi taybetî jî li dijî teslîmiyetê. Çalakiya Mazlûm Dogan, a Çaran û piştre jî 14’ê Tîrmehê Rojiya Mezin a Mirinê. Te bi xwe şahidî kiriye, tu dikare hinekî van çalakiyaan vebêje?

Wê demê di navbera qowişan de têkilî bi temamî hatibû birîn. Kes pir bi hev bawer nedibûn. Lê li ser rewşê nîqaş dihatin kirin ku mirov dikare çi bike? Heta dereng kes bi çalakiya Mazlûm Dogan nehesiya. Di çûn û hatina mehkemeyan de hêdî hêdî belav bû. Wê demê ez bi xwe jî li qowişa Ferhat Kurtay bûm. Em giş li cem hev bûn. Qowişa me li ser nîqaş dikir. Em hatibûn tecrîdkirin lê me li ber xwe dida. Me birin hucreyan û em dîsa bi bev re xistin qowişê jî. Xêncî yên wekî Xeyrî Dûrmûş û Kemal Pîr wan. Di qowişa me de nîqaşên li ser rê û rêbazên berxwedanê dihat kirin. Mirov çalakiyên çawa dikare li dar bixe. Kesî vê rêveşûn qebûl nedikir lê bi çi rê û rêbazî mirov dikare li dijî wan raweste ev dihatin nîqaşkirin.

*Nîqaş aşkera dihatin kirin an na?

Na. Ên ku bi hev bawer bûn û bi hev re hereket dikirin niqaş dikirin. Piştî çalakî û şehadeta Mezlûm Dogan, bêtir Ferhat Kurtay civîn çê dikrin. Nerîna hevalan distend. ‘Mirov dikare çawa bike, çi dikare bike? Çareseriya vêya çi ye?’ Rojekê ji min jî pirsîn ku mirov dikare çi bike. Li pêşberî vê çalakiya Mazlûm Dogan. Min got, wele ev ranzayên me yên ku em li ser radizên pir fire ye. Hema em tevan kom bikin, agirekî pêxin û yek bi yek em xwe biavêjin ancax bi çalakiyeke wiha mirov dikare bibe bersiv ku dengê me bigihêje dinyayê. Piştre ji xwe Ferhat ew bername çê kirin  û her çararan bi hev re xwe kirin nobedar û serî li çalakiyeke wiha dabûn. Necmî Oner berpirsyarê qowişê bû. Berdevkê me bû. Beriya çalakiyê her tişt eyer kiribûn û li dora saet 04.00’an her çaran (Ferhat Kurtay, Necmî Oner, Akîf Yilmaz, Mahmût Zengîn)  bi hev re agir berdan bedena xwe. Bi çalakiyê re êdî silogan û şewata agir qowiş veguherîbû rewşeke din. Li aliyekî agir, duman, qîre qîra mirovan, silogan hemû tevli hev bûbûn. Hevalên qowişê xwestin agirê wan vemirîne lê gotin, ‘Ên agir vemirîne avê li me bike ew xayîn e. Vê çalakiya me bi dilê xwe kiriye. Wiha hewce kiriye me kir’. Li wê dera wehşeta Esat Okta xuya dikir.

*Li aliyekî îşkence li aliyekî berxwedan û li aliyê din hevalên we çalakiyên wiha li dar dixist. Derûniyeke çawa bi we dida avakirin?

Elbete bibê nevê psîkolojiya mirov xirab dibe. Me digot hevalên me wiha dikin îca ka mirov dikare çi bike. Ew derfetê ku tu bêje ezê çalakiyekê bikim êdî nedida me. Piştî çalakiya çaran qowişa me tije av kirin. Em sê rojan di nav wê avê de man. Ew çalakî li dijî wê wehşetê bû.

*Em hinek qala berxwedana 14’ê Tîrmehê bikin. Tu dikare hinekî wê atmosfera ku 14’ê Tîrmehê pêşket vebêje?

Piştî çalakiya Ferhat Kurtay wan em birin hucreyan. Ji xwe têkilî kêm bû lê ya heyî qedandin. Têkiliya me ji hev qut kirin. Pişt re em hîn dibin ku wê demê heval çûne mehkemeyê û li mehkemeyê gotine, ‘Em dest bi rojiya mirinê dikin’. Di destpêkê de Xeyrî Dûrmûş vê biryarê radigihîn e, pişt re Kemal Pîr û Elî Çîçek jî dibêjin em tevli Xeyrî dibin. Pişt re Akîf Yilmaz û hin hevalên din biryara xwe radigihînin. Ji xwe rêyeke din a berxwedanê tune bû. Wan jî ev anî cih. Yanî di ruhê kurdan de berxwedanî heye. Îca dema mirov diqulipîne aliyê siyasî wateya vê berxwedanê hêj zêde bû.

* Berxwena 14’ê Tîrmehê, ruhekî çawa li ser kurdan ava kir?

Elbete vêya semboleke mezin e. Ji wê demê pê ve ruhekî mezin di nav kurdan de ava kir. Da xuyakirin ku li dijî pergaleke wiha ya faşizan têkoşîn û berxwedanek wiha bimeşîn e. Ev yek her kesî difikirîn e.

*39 sal di ser berxwedana li Zindana Amedê de derbas bû. Îro jî li dijî îşkence û tecridê li tevahî girtîgehan berxwedanek heye. Hûn vê çalakiyê û 14’ê Tîrmehê çawa didin ber hev?

Zext û tundiyeke mezin li ser zindanan heye. We ruhê ku 14’ê Tîrmehê daye avakirin di dîrokê de cihê xwe girtiye û wê her zindî be. Dê ev ruh winda nebe. Di heman demê ji bo kurdan jî bû sembola berxwedanê. Siloganeke Mazlum Dohan heye digot, “Berxwedan Jiyan e’. Bi rastî jî berxwedan jiyan e. Ispata wê jî di zindanên wehşetê de nîşan da.

*Tevgera kurd 14’ê Tîrmehê wekî Roja Rûmetê ya Neteweyî pênase kir. Tu vê çawa dinirxîn e?

Ev berxwedan ji kurdan re û ji mirovahiyê re bû rûmetek mezin. Yên ev berxwedan fêhm bikin wê dê bibînin ku li dijî vê wehşetê berxwedanek çawa hatiye dayîn. Bi taybetî ji kurdan re bû rûmeteke mezin û dê ev her tim li ber çavan be. Ev bû sembolek. Ew qehremaniya wan jî wê kurd tu carî ji bîr neke û wê her tim bê qalkirin.

*Li gorî we bi wî ruhî têkoşînek bê dayîn, îro ev yek dikare dawî li vê faşîzmê bîne?

Bele dikare. Ew ruhê berxwedanê li cem gel heye. Lê zextekî zêde jî heye. Ev ruh tu carî winda nabe. Her kes ji aliyê xwe ve hinekî sekinî ye, yan jî ji wan re dixe ser hev. Yanî zilma niha ku mirov bêje gihiştiye asta wê demê, li gorî min çen pîle pê mane. Lê zilmeke mezin heye. Elbete ji bo tu zilmê rake gerek tu li ber xwe bide. Heke tu li ber xwe nede û teslîm bibe wê demê tê bibe wekî lîstokekê di destên wan de. Bixwazin çi şiklî bi te din wê bidin te. Em di nav gel de ne. Gel ji vê rewşê gelekî aciz e. Gel di hundirê xwe de her ku diçe dixe ser hev. Ez di wê baweriyê de me ku wê dawiya vê zilmê jî bê. Dermanê dawî anîna zext û îşkenceyê berxwedan e. Em hêvî dikin dê rojekê berxwedanên mezin çê bibin.

 *Li gel ewqas nexweşiya li zinadanan tu dikare bîranîke xwe ya xweş parve bike?

Dema em nû hatin girtin despêkê de pirsgirêkên wiha mezin tune bûn. Demê xweş ew bûn. Wê demê em Mazlûm Dogan, Xeyrî Dûrmûş bi hev re bûn. Kemal Pîr jî rojekê hat mêvanê Xeyrî min ew jî dît. Wê demê moralê her kesî li cih bû. Her kes li gorî bernameyên wan ên hatibûn diyarkirin tev digeriyan. Hebs em bêjin xweş bû nexweş bû lê bi wan însanan re ew jî xweş bû. Hevaltiya wir xweş bû. Ji xwe piştre herkes ji hev qetandin ew xweşiya wê jî çû.

* Tu bi pêşeng ên tevgerê re ma û îro tu li derve ye, hîsek çawa ye?

Wexta min ew nas kirin bandoreke mezin li ser min kirin. Wan guherandineke pir mezin di mirovan de çê dikir. Ew exlaqê me yî berê û yê piştî em li cem hev bimînin guherî. Ew ji min re bûn mîladek. Piştî wan guherîneke mezin di min de çê bû. Di aliyê mirovahiyê de, di aliyê nêrîna li jinê, di aliyê wekhev û edaletê de. Berê em xwediyê gundan bûn. Lê piştî min ew dîtin min bêtir ji mirovan hez kir. Exlaqê wan bandoreke mezin li ser şexsê min çê kir. Li ser ruhê min çê bû. Ez minetdarê wan im. Carna dibêjim wekî berê mirov tev li cem hev bûya wê çi xweş bûye. Min li derve Ferhat Kurtay nas dikir. Wê demê karê ceryanê dikir, dihat cem me jî. Mirovekî gelekî baş, exlaqeqê wî yê nerm hebû. Zana bû, mamoste bû her tevgera wî ji mirov re dibû mînak. Mirov ji bîr nake, bêriya wê dike.