19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Ferhenga Felsefeyê’ li kurdî zêde bû

Civaknas û nivîskarê felsefeyê Alî Gurdilî bi navê ‘Ferhenga Felsefeyê/Dictionary of Phîlosophy/Felsefe Sozlugu’ pirtûkek derxist. Pirtûk ji Weşanxaneya Na’yê hat çapkirin.
Di ferhenga ku bi kurdî hatiye çapkirin de ji hezaran zêdetir têgihên felsefeyê, feylesof û tezên feylesofan hatine danasîn. Di dawiya danasîna têgihan de têgihên bi zimanê ingilîzî, fransî û tirkî hatine nivîsîn. Ferheng ji 529 rûpelan pêk tê. Bi qasî hezar û 100 têgihên felsefî û zanistî hatine danasîn.

Ji bo karê xwendakaran hêsantir bibe di dawiya ferhengê de, ferhengok û rêzik (index) jî lê hatiye zêdekirin.
Li gor agahiya ku weşanxaneyê parve kir; Alî Gurdilî nêzî 20 salan li ser pirtûka xwe ya bi navê ‘Ferhenga Felsefeyê’ sekiniye û hê şandiye çapê.
Weşanxaneya Na’yê berê jî ragihandina weşandina rêzepirtûkên êzdiyatî û avestalojiyê kiribû.Heya niha ji wan rêzepirtûkan çend pirtûk çapkirine û niha jî bi beşa felsefeyê cureyên berheman zêdetir dike.

Weşanxaneyê der barê xebatên xwe yên felsefeyê yên bi kurdî de vê tiştê dibêje: “Wekî Weşanxaneya Na’yê em jê bawer in ku felsefe jî yek ji wan nirx û çalakiyên mirovî yê dema me ye û ne kêmtirî zanist, wêje û hunerê ye. Loma jî me biryar daye ku em piştgirîya kar û xebatên felsefeya kurdî bikin. Xebatên koma felsefevanên kurdîziman, bi diruşma ‘felsefe, bi kurdî xweş e’ di bîr û raya kurdî de tê zanîn û hêjayî gotinê ye ku gelek kesên di komê de cih girtine, xizmeteke baş ji bo çand û zimanê kurdî kirine. Mijar û xebatên der barê felsefeyê de, hêja ne ku mirov piştgiriya wan bike, bixwîne û bide xwendin.”
NA’yê aşkera kir ku ew amadekariya çapkirina seta felsefeye jî dikin. Ji bo vê dixwazin di demekê nêz de setê çap bikin û bi vî awayî bikaribin xizmeta çand û zimanê kurdî bikin. ÎZMÎR