23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ferhenga herî mezin a gotinên pêşiyan derket

Berhema nivîskar Mehmet Oncu ya bi navê Gotinên Pêşiyan ku ji 4 cildan pêk tê, ji aliyê weşanxaneya Sîtavê ve di cotmeha 2020’an de hate weşandin.

Edîtorê weşanxaneya Sîtavê nivîskar Qahir Bateyî der barê vê berhemê de axivî û wiha got: “Ev berhem, ferhenga herî mezin û berfireh a gotinên pêşîyan e. 50 hezar gotinên pêşiyan di vê berhemê de cih digirin. Ji vana nêzî 30 hezar gotin, ji hêla nivîskar (berhevkar) ve ji qadê hatine berhevkirin.  Berhem ji 4 cildan pêk tê. Her cildek di navbera hezer û 214 û hezar û 248 rûpelan de ye.”

Bateyî diyar kir ku gotinên pêşiyan li gor beşên wan beş bi beş ji hev hatine cudakirin û wiha axivî: “Bi giştî ji 235 beşan pêk tê. Mînak: Gotinên pêşiyan ên li ser jinan, gotinên pêşiyan yên li ser mêrxasiyê, gotinên pêşiyan ên qencî û xerabiyê û hwd.”

Di vê berhemê de zêdetirî 2 hezar çîrokên gotinên pêşiyan hene. Her wiha zêdetirî 4 hezar peyvên ku zêde nayên zanîn an jî di ferhengan de cih nagirin bi dîpnotan hatine şîrovekirin.

Ev berhema ku ji aliyê nivîskar Mehmet Oncu ve hatiye amadekirin, Serwet Deniz û Qahir Bateyî edîtoriya wê kirine.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê