19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ferhenga Rengan: 73 hezar navên rengan

Nivîskar Seher Muêzî ev 13 sal in li nav gelê kurd û li nav zarave û devokên kurdî digere û navên rengan berhev dike. Muêzî heta niha ji nav hemû zaraveyên kurdî  73 hezar navên rengan berhev kirine û dê vê xebata xwe wekî Ferhenga Rengan bide çapkirin. Her wiha heta niha di vî warî de ev xebat, xebata herî berfireh e ku hatiye kirin.

Muêzî di hevpeyvîna xwe de ya ku bi Rojnewsê re kiriye destnîşan dike ku wê bi rengê benan û rêsandinê dest bi berhevkariya navên rengan kiriye û ev tişt anîn ziman: “Dayika min tevn dirêst û min navê rengên benan jê dibihîstin, ez diçûm bazara benfiroşan li wir bi awayekî cudatir rengan bi nav dikirin. Diçûm bazara rengrêjan, li wir navên rengan bi awayekî din dihatin bilêvkirin. Min jî got ev çawa dibe, hemû bi zimanekî diaxivin lê her yek bi awayekî dîtir rengan bi nav dike.”

Muêzî ji Sine ya rojhilatê Kurdistanê dest pê kiriye; gund bi gund, bajar bi bajar geriyaye û navên ji bo rengan tên bikaranîn berhev kiriye. Her wiha Muêzî karê xwe yê berhevkariyê li gorî rêbazekê pêk aniye ku li gorî mijûlahiyên jin û mêran navên rengan ji wan pirs kiriye.

Her wiha di ferhengê de navên rengan ên ku di nav biwêj û gotinên pêşiyan û helbestan de derbas bûne jî cî digirin.

Muêzî di vê serhatiya xwe de rastî gelek zehmetiyên aborî û ewlehiyê hatiye lê digel hemû astengiyan û bêderfetiyan xebata xwe kuta kiriye. Nivîskara hêja xebatên xwe yên berhevkariyê di nav gel de didomîne. Her wiha nivîskar Muêzî li bendê ye ku derfetên aborî peyda bike da ku xebatên xwe yên berhevkariyê biweşîne. Nivîskar Seher Muêzî diyar kir ku  ne diyar e ka dê li ku derê çap bike, lê ew niha li benda dizayna ferhengê ne û dê di demeke nêz de çap bike.

Pirtûka nivîskara hêja Seher Muêzî dê ji bo biwarên wekî huner, wêje, çand, civaknasî û dîrokê bibe çavkaniyeke girîng.