spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ferhengeke bijîşkî li zimanê kurdî zêde bû

Evîn Hesen

Bijîşkê kurd Diyaeddîn Recep ku akademiya bijîşkatiyê xwend, ji bo pirtûkxaneya kurdî dewlemend bike û pirtûkên zanista tibbî li pirtûkxaneya kurdî zêde bike ferhenga bijîşkiyê ya kurdî derxist.

Bijîşkê kurd Diyaeddîn Receb an jî wekî navê li ser ferhenga hatiye nivisîn Diyaa Receb ku li gundê Cirnika mezin yê Qamişloyê ji dayik bû. Xwendina xwe ya bijîşkiyê li bajarê Helebê xwend. Di sala 1988’an de zanîngeh xelas kir.

Bijîşk Diyaeddîn Receb der barê sedema amadekirina vê pirtûka xwe de wiha gotiye: “Ji ber ku xwendina min ya akademî bijîşkatî bû, min xwest ez di vê biwarê de binivîsînim. Ji ber ku pirtûkxana kurdî hejar û lawaz in û di berhemên tê de bi gelemperî wêjeyî ne. Ji ber vê yekê min xwest berhemeke zanistî pêşkêşî vê pirtûkxanyê bikim.”

Receb di vê xebata xwe de ji gelek ferheng û çavkaniyên beriya niha hatine weşandin sûd girt. Ji zaravayên din ên kurdî jî sûd wergirt. Di der barê xebata xwe de wiha got: “Di hilbijartina zaraveyan de, min tu cawazî nexistiye navbera şêwezarên kurdî yên sereke. Min cudahî nexistiye kurmancî, soranî û zazakî. Lê pîvana min ji hilbijartina peyvekê re, pêrabûna wê peyvê bi wata û têgeha zanistî û bijîşkî ya rast bû.”

Bijîşk Diyaeddîn Recep heta niha ev pirtûkên jêr çap kirine:

1-Ferhenga bibjîşkî ya kurdî.  (Inglîzî – Erebî – Kurdî) û (Erebî – Inglîzî – Kurdî)

2-Peyvên kurdî yên erebîkirî

3-Zaravasaziya di zimanê kurdî de

4-Ar di zimanê kurdî de

5-Zimanê Bîrkariy di kurdî de

6-Peyvên Pevbeş di navbera zimanê somerî û kurdî de

7-Ramanasiya peyvên kurdî

Bijîşk Recep, anî ziman ku ji bo vê ferhenga bijîşkiyê amade bike wî ji Ferhengî Mehabad, Ferhengî Kurdistan ya Kurdî-Kurdî, Ferhenga Inglîzî-Kurdî ya Selaheddîn, Ferhengî Gulzar ya Kurdî-Erebî, Ferhenga Kurdî ya Nûjen, Rêbera Sêzimanî ya Kurdî-Erebî-Inglîzî, Ferhenga Celadet Alî Berdirxan ya Kurdî-Kurdî, Zaravenameya Bijîşkî ya Yekkirî ya Inglîzî- Erebî- Fransî, Giyanî mirovî ya înglîzî-erebî-kurdî, Ferhengî Twêkarî Mirov ya înglîzî-Erebî-Kurdî, Ferhengî Estêre Geşe ya Kurdî-Erebî, Ferhengî Zarawe ya Erebî-Kurdî, Ferhenga Kurdî (Kurmancî)-Farisî, Ferhenga Destî ya Kurdî-Kurdî, Elfebêya Kurdî û Bingehên Gramera Kurmancî, Celadet Alî Bedirxan, WQFerheng ya Kurdî-Pirzimanî, The Sharezoor Kurdish-English Dictionary by Shafiq Qazzaz, Ferhenga Kurdî, Ferhengî Derya ya Erebî-Kurdî, Ferhenga Qazî ya Kurdî-Erebî, Ferhengî Herman, Ferhengî Spîrêz ku Kurdî-Erebî, Ferhengî Şêxanî ya Kurdî-Kurdî, Ferhenga Zimanê Kurdî Turkî ya Ferhenga Muxtar Elsihah ya Îmam Muhemmed Bin Ebû Bekir Elrazî, Elmuncid fî Elluxe, Ferhenga wateyan ya Ereb – Inglîzî, Qamûs Elmewrid ya Inglîzî-Erebî sûd girtiye û wekî çavkanî bikar anîne.

Bijîşk Recep, da zanîn ku rastî gelek astengiyan hat û wiha got: “Ew jî nebûna hemî zaraveyên bijîşkî yên zanistane di ferhengên kurdî de, dihişt ku ez bi xwe pir zaraveyan darêjim di zimanê kurdî de.”

Recep, bibîr xist ku eger xwendina wî ya akademî ne bijîşkatî bûya nedikarî van berheman bêşkêş bike û wiha axivî: “Di hilbijartina zaraveyan de, min tu cudakarî nexistiye navbera şêwezarên kurdî yên sereke. Min cudakarî nexistiye navbera kurmancî, soranî û zazakî. Ferhenga bijîşkî bi xwe sêzimanî ye. Bi Înglîzî- Erebî- Kurdî ye.”