19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Fêrî zaravayê soranî dibin

Li bakurê Kurdistanê ji ber ku perwerdeya bi kurdî qedexe ye, ji salên 2000’î ve bi qursan dersên kurdî tên dayîn. Ji bo vê yekê navend û ango komeleyên ku van qursan bidin hatin vekirin. Ji bo xebat û fêrkirina kurdî destpêkê Komeleya Lêkolîn û Pêşvebirina Zimanê Kurdî (KURDÎ-DER) hat vekirin.

KURDÎ-DER heta sala 2016’an bi hezaran kesî fêrî kurdî kirin. Piştî ewqas ked û zehmetî, di sala 2016’an de KURDÎ-DER bi KHK’ek hat girtin û pêşî li gelek xebatên kurdî hat girtin. Pişt re bi dehan sazî û dezgehên ku li ser kurdî dixebitîn û xizmet didan jî hatin girtin.

Ders hefteyê rojek e

Di meha sibata sala 2018’an de ji bo ku li Amedê qursên kurdî careke din bên dayîn, ji aliyê hin mamoste û xebatkarên zimanê kurdî ve Komeleya Lêkolîna Çand û Ziman a Mezopotamyayê (MED-DER) hat avakirin. Komele ji sala 2018’an ve li Amedê bi zaravayên kurdî; kurmancî û kirmanckî qursan dide.

Komeleyê beriya 6 hefteyandersa zaravayê soranî jî li qursên xwe zêde kir û niha bi beşdariya 20 kesan dersa soranî jî li komeleyê tê dayîn. Axlêbeya van kesan mamosteyên kurmancî, rojnamevan û xwendekar û mamosteyên zanîngehê ne. Ders hefteyê rojek bi 2 saetan e.

Bi alfabeyê dest pê kirine

Em li komeleyê bi mamosteyê zaravayê soranî Ramîn Rebî’î re hatin gel hev û têkildarî fêrkirina soranî ya li bakurê Kurdistanê pê re axivîn. Rebî’î, bi kurtasî behsa kar û barên xwe kirin û der barê dersa soranî de bi rojnameya me re agahî parve kirin.

Li bakurê Kurdistanê alfabeya latînî tê bikaranîn, lê dersa soranî ya li komeleyê bi alfabeya aramî ye.Rebî’î têkildarîdersa soranî ya bi alfabeya aramî diyar kir ku wan bi alfabeyê dest bi dersa xwe kiriye û sê hefte li ser alfabeyê xebitîne û wiha got; “Li gor min pêwîst e ku kurdek herdu alfabeyan jî bizanibe.Li gor min xweş e ku alfabeya soranî were hînkirin ku em bizanibin ka Ehmedê Xanî çawa nivîsandiye û dikaribin berhemên klasîk ên wêjeyê bixwînin. Ji ber vê me biryar da ku em dersê bi alfabeya aramî bidin.”

Eleqeya xwendekaran baş e

Mamoste Rebî’î, destnîşan kir ku piştî fêrkirina alfabeyê, dê dersa xwe bi rêziman û mijarên wêjeyî bidomînin û ev tişt anîn ziman:”Hînkera soranî ya yekemîn derketiye lê negihîştiye destê me. Em ê li gor hînkerê biçin, dewreyek hînkera yekemîn e. Heta wê çaxê ew ê hînkerên din jî derkevin; asta duyemîn û sêyemîn.”

Rebî’î, bi lêv kir ku eleqeya hin xwendekarên wî ji bo soranî baş e û ew bi wan bawer e ku dê karibin di demên pêş de bigihîjin wê astê ku bibin perwerdekarê zaravayê soranî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber hîn haya gelek kesan ji vekirina qursa soranî çênebûye, niha xwendekarên me tenê 20 kes in.Ez bawer im, di demên pêş de dê hejmara xwendekarên me zêde bibe.”

Her du alfabe jî pêwîst in

Di berdewama axaftina xwe de Rebî’î, ji bilî mijarên qursa soranî, qala nîqaşên kurdan ên li ser alfabeyên latînî û aramî jî kir û herî dawî der barê mijarê de ev tişt gotin: “Bikaranîna alfabeyên cuda pirsgirêk e. Herdu alfabe jî têrî axaftina bi zaravayên kurdî nakin. Mesela di alfabeya latînî de hinek tîp tune ne. Erê rast e ev piranî ji erebî hatine lê tên bikaranîn. Ev rewş di aramî de hinek baştir e lê mesela di aramî de jî tîpa dengdêra kin’i’ tune ye.Hem li Başûr hem jî li Bakur berhemên ku bên veguhastin pir in. Ji ber vê jî bi rastî ne tiştekî zehmet e ku saziyên ziman hewl bidin herdu alfabeyan jî bidinfêrkirin. Hê jî li Rojava gelek kes bi alfabeya aramî dinivîsin.”

[accordions]
[accordion title=”Ramîn Rebî’î kî ye?” load=”show”]Ramîn Rebî’î ji bajarê Mahabadê yê rojhilatê Kurdistanê ye. Li Rojhilat ji beşa endezyariya mekîneyê ya zankoyê derçûye. Piştî zankoyê li akademiya taybet a muzîkê perwerdeya muzîkê dibîne. Di heman demê de bi salan endamtiya odeya wêjayê ya li Mahabadê dike ku di bin banê Wezareta Çandê ya Îranê de ye. Rebî’î 4 sal û nîv e li Amedê ye û li Konservatûara Aram Tîgran, Zarok TV xebatên muzîkê bi rê ve birine. Niha jî li MA Muzîkê perwerdeya muzîkê û li MED-DER’ê jî dersa soranî dide.[/accordion]
[/accordions]