18 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ferîd Şenyaşar: Dayika min êdî nikare vê zilmê rake

Nobeta “edaletê” ya Malbata Şenyaşar di roja 149’emîn de didome. Emîne Şenyaşar a 65 salî ji ber rewşa wê ya tenduristiyê nebaş bû nikaribû tev lî çalakiya nobetê ya îro bibe û nobetê li mala xwe ya navçeya Pirsûsê didomîne.

Ferîd Şenyaşar ligel hewaya germ a bajêr jî li ber avahiya edliyeya Rihayê nobeta xwe domand. Ferîd Şenyaşar destnîşan kir ku nobeta wan a edaletê ya li pêş edliyeya Rihayê bênavber didome û wiha got: “Em îro 149 roj in bi tena serê xwe têkoşîna edaletê didomînin. Dayika min 65 salî ye û nexweş e. Lêvên dayika min terikî ne û zimanê wê kul bûye, dayika min êdî nikare vê zilmê rake.”