Rojnameya Heftane

Bi pirtûka xwe civakê rakir ser pêyan

“Dilê min ji ber xemgîniya hovîtî û neheqiyên ku gelê min ji koleyan re reva dibîne, parçe dibe. Hin şevan dema li gel te radizam dayikên kole ku zarokên wan ji destê wan tê girtin difikirim…

Bîlançoya zilma li ser kurdan

Li Tirkiyeyê êrîşên ku ji hêla dewlet û nijadperestan ve li kurdan tên kirin, didomin. Hefteya borî ev êrîş derketin asteke bilind ku dilê kurdan dag kirin û qet nayên qebûlkirin. Di êrîşan…

Ferman an jî çirûskek hêvî 

Mem Farqînî

Bi rastî li ser vê axa qedîm heta niha gelek gel û bawerî hatin û çûne lê belê yek ji van gelên qedîm li hember her cure zilmê li ber xwe da û heta  roja me hebûna xwe domand. Her çiqas di roja me de di nav gelên heremê de hin cudahî, di aliyê baweriyek de hin taybetmendî hebin jî di cewhera xwe de tev yek in. Ji yek çavkaniyê bingeha xwe digirin.

Di vî alî de mînaka herî biçûk dikarim li ser gelê kurd bidim. Bi hêsanî dikarim bibêjim ku tav û agir di nav hemû kurdan de pîroz in. Tu dixwazî bila misliman bin, dixwazî bila qizilbaş, ehlê heq an jî yarsanî bin, bi awayekî li malên tevan yek ji perr û baskên melekê tawis heye. Dibe ku vêya ji alî hin kesan biçûk bê dîtin lê di aliyê  netewebûnê de, di hestên civakî de ew jî gavek e.

Carna hin tişt hene ji nişka ve diqewimin û li pey xwe êşeke mezin dihêlin. Lê di rastiya xwe de ev êş  jî dibin ûjdan ji bo ku mirov xwe nas bike. Mirov dema xwe bi vana ve girê bide dikare di nav xwe de hestên netewebûnê biafirîne.

Ev gotin ji bo min çiqas zehmet be jî ez li vir qala çeteyên  DAIŞ’ê û êrîşên wan ên li ser  gelê kurd dikim. Heta niha jixwe li ser wan çeteyên hov û armanca wan gelek tişt hatin gotin û hatin nivîsandin. Kêm zêde bi hemû nirxandinan re me. Lê ez ê ji aliyekî din ve van êrîşan binirxînim.

Tê zanîn ku li hember  van êrişên hovane kêm zêde gelê heremê tev êş kişand lê ev rastî jî heye ku di  nav gelê heremê de tu gel wek kurdan ne li ber xwe da, ne jî  êş kişandin. Her çiqas lîstikên pir qirêj li ser gelê me hatibin lîstin jî mirov pir hêsan dikare du sebeban derxe pêş.

Yekemîn tişt ev bû ku  piştî şoreşa Bihara Ereban gelê kurd  jî bi vê bêhna xweş, bi bêhna azadiyê cegerên xwe tije kirin û xwestin xwe bi rê ve bibin. Helbet dewletên  heremê li hember vêya bertekên tund nîşan dan û ji bo armancên xwe yên veşarî û lîstikên kirêt têxin meryetê ev wek firsend dîtin.

A duyemîn jî di aliyê bawerî û olê de xwe nîşan da. Di nav kurdan de her çiqas hejmarek pir zêde mislimanên sunî hebin jî, hinek ji wan qizilbaş, yarsanî, kakaî ehlê heq, fileh û hinek jî ji wan êzdî bûn û qetilkirina vana helal bû. Jixwe heta niha ji bo baweriya xwe heftê û du caran fermana hatibû rakirin. Ma kê wê ji bo van  “ kafiran “ xwe bida kuştin. Ma wê kê xwe bigihandina hewara wan. Lewre wan carekê baweriya xwe bi melekê Tawis anîbû!

Dema çeteyên DAIŞ’ê êrşî Şengala pîroz kir, ji demsalan havîn bû. Li esmanê Şerefdîn û Çilmeran stêrk diçirisîn lê her tişt ji nişka ve serobino bû. Ewrên reş stêrka nuxumand. Kelegerma havînê têr nedikir, di vê nîvê şevê de ji dêvla hewaya hênik guleyên ji çekên çeteyên DAIŞ’ê derdiketin xwîna wan dirijand ser axa pîroz. Carekr din ev axa pîroz wê bi xwîna sor bihata şûştin.

Di demeke pir kin de qirkirin dest pê kir. Û hema hema  wê îcar bigihişta armanca xwe jî. Lewre di demeke pir kin de bi sedan mêr û xortên êzidî hatibûn kuştin. Bi hezaran jin û keçikên êzidî hatibûn revandin. Çeteyan hinek ji wana kiribûn ‘jinên xwe’ û hinek ji wana jî şandibûn bazarên hin paytextên welatên cîranan ku bifroşin

Di aliyê derûnî de birînek bê derman vebûbû. Di ser vana de nezanî, xizanî, têkçûyîn, reva ji mirinê… Li gorî êrîşkeran her tişt qediyabû! Helbet ji bo êzidiyan jî. Lewre heta niha di dîroka vî gelî de tu kes tu kurdek nehatibû hawara wan; ta wê rojê. Ta ku heft pêlavsor derdiketin ser dikê. Dîroka xiyanetê, xizaniyê, têkçûyîn û neçariyê serobino kir.

Xwedê giravî dema min pênûsê girt destê xwe, dilê min hebû ku li ser pirtûka “Şengal Vejîna Çilmêran” çend tiştan binivîsim. Min xwendinê qedandibû û bi wê kelegermê min ê li ser pirtûkê nêrînên xwe bianiya ziman lê belê her çiqas dilê min vê bixwaze jî, pênûsa min ez ber bi aliyek din ve birim. Nehişt ez ji we re behsa xweşikbûna Êzidxanê û çiyayên Şefredînê bikim. Nehişt ez behsa xwedêda, xezal, tijda û yên din bikim. Nehişt ez qala berxwedanê û îxanetê bikim.

Hibra pênûsa min wek avê di nav cihoka xwe de herikand. Dest û piyên min girê dan. Nasîna vana ez ji we re dihêlim. Hûn bi xwe vê pirtûkê bixwûnin û fêr bibin di demeke pir kin de her tişt çawa li bin guhê hev dikeve, serobino dibe. Hîn bibin bê ka meseleya Xanesor û Çilmêran çi ye?

Pirtûk ji aliyê Azad Ararat ve hatiye sivîsandin û ji weşanxaneya Aryanê ve gihişt ber destê xwendekaran. Ji aliyê ziman de herikbar e. Mirov ne tenê di alî êrîşan de, di aliyê baweriyan de jî gelek  tiştan hîn dibe.

Bixwînin, bidin xwendin û bibînin ka çawa ew kurdên tu car nehatine ba hev, li ber tîrêjên rojê xwe diafirînin…