20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ferman, hewar û koçberî

Feyzî Mîrhesen

Ferman (emir) di hemû zimanan de tê wetaya biryardayîna karekî erênî an jî neyînî. Lewra ferman ji bo karên qenc an jî xirab têne dayînê. Ferman ji hêla kesên xwedî hêz, civak û desthilatdariyê ve têne dayîn. Lê belê em dibînin, di desthilatdariya têkoşînên bawerî û neteweyan de, pir hatiye bikaranîn. Ev yek heya roja îroyîn jî tê bikaranîn û berdewam e. Lê ji bo fermanek were dayîn, divê desthilatdariyek hebe. Yanî ji bo ev desthilatdar peywira xwe bîne cih û sîstema xwe bide meşandin, divê hin şert û merc jî hebin. Ez mînakekî bidim; hêza leşkerî, siyasî û aborî. Me got, peywir an jî (desthilatdarî) lê belê di hemî dîn û baweriyan de, divê helal, heram û dad jî esas were girtin. Her wiha di tekoşînên neteweyan de, divê demokrasî û wekhevî jî hebin. Du tekoşînên esas hene:
1- Ji bo mezlûm werin parastin, li hemberî zaliman û zalim li wan zilmê nekin.
2- Zalim li mezlûman zilmê dikin û mafên wan binpê dikin.
Baş e, gelo mirov çawa dikare, zalim û mezlûman ji hev binase? Ka werin em li têkoşîna Hz. Îbrahîm û zalim ê Nemrûd binêrin:
Nemrûd li Rihayê desthilatdar bû, hemî peywir û ferman di destê wî de bûn. Qaşo wî jî bi navê ‘dad’ (edaletê) desthilatdariya xwe di meşand û ji xelkê re digot: “Ez qiral û padîşahê we me.” Li dora wî bi hezaran leşker û siyasetmedar hebûn. Lewre desthilatdarî di destê wî de bû. Lê Hz. Îbrahîm jî bi serê xwe li hemberî pûtan û Nemrûd rabû. Nemrûd dît ku Hz. Îbrahîm li hemberî wî û pûtên wî rabûye, text û payên wî dihejîne. Lewma Nemrûd fermana jiholêrakirina Hz. Îbrahîm da û bi awayekî zalimane Hz. Îbrahîm avêtin nava agir. Di vir de, em rind dibînin ku doza mezlûm û zaliman dest pê dike. Lewma Hz. Îbrahîm neçar ma ku ji ber zilma Nemrûd bibe muhacir û berê xwe da Welatê Ken’anî Misirê. Di vir de him mezlûmiya Hz. Îbrahîm û him jî koçberiya wî dertê holê. Ev tê wateya tekoşîna Hz. Mûsa pêxember ku li hemberî zilma zalimê Firewn dabû destpêkirin. Firewn serê bi sedan zarokên Israîliyan (cihûyan) jê dike, mixabin ev zilm û zordarî heya dewra Hz. Muhammed tê û hê jî berdewam e.

Kevneşopiya zordestiyê

Lewra ku tekoşîna Hz. Muhammed û Ebûcehîlan dest pê dike. Hz. Muhammed jî bi fermana Xwedê Teala têkoşîna ji bo parastina mafê mezlûman dide destpêkirin, li hemberî Ebû Sufyanan. Lê belê vana naxwazin peywira di destê mekeyiyan de, têkeve destê Hz. Muhammed. Ji ber zilm û zordariya wan, Hz. Muhammed neçar ma ku bibe muhacir û koçî Medîneyê bal ensariyan bike. Li vir dewleta Îslamê ava dike û Peymana Medîneyê îmze dikin. Lê piştî wefata Hz. Mûhammed di xelîfetiya îmamê Elî de Muawîyeyê lawê Ebû Sufyan ku walîtiya Şamê dikir li hemberî Hz. Elî rabû.
Di dawiyê de ji hêla Evdirehmanê Mulcem ve, Hz. Elî hate şehîdkirin. Muawîye bû xelîfe û peywir û erk hemî ketin destê wî. Lewra Yezîdê kurê xwe kir fermandarê leşkerî. Di serhildana zarên Hz. Elî, Hz. Hesen û Hz. Huseyîn de, malbata wî û Ehlê Beyt (malbata Hz. Elî) kuştin. Hz. Huseyîn lawê Îmamê Elî şehîd kirin û mixabin serê wî jêkirin. Lê belê sed heyf û mixabin Muawîyeyê jî bi navê ‘edaletê’ van bûyerên dilsotîner kirin. Sed heyf û mixabin, piştî van bûyeran, em dibînin ku dînê îslamê ji holê rakirin; dînê seltenat, padîşahtî û koşk û serayan avakirin. Lewma ji wê demê vir de ferman û biryaran bi navê dîn û baweriyan dan û hê jî wisa berdewam dikin. Bêguman kes an jî civakên ku li hemberî wan rabûn, wan yeko yeko tune kirin. Lewma di nava umeta îslamê de, fitne û ewaniya bi navê mezheban dest pê kir. Wek mezhebê Şîa û Sunî, li hemberî hev û him jî li hemberî civakên nemisliman bi kar anîn. Lewra, emewî, ebasî, selçukî, osmanî û heya zordarên îroyîn ku bi navê dînê îslamê serê mirovan jêdikin û jin, keç û namûsan ji xwe re helal dikin û dikin cariye. Lê carna vê yekê bi navê biratiya dînî li hemberî civakên din, ên mîna xiristiyan, êzidî, elewî û neteweyên mayîn jî dane destpêkirin. Dema ku karên wan qediyan, îcar berê xwe dan me; kurdên sunî, elewî û êzidî lewra van bobelat û karesatên ku kesî nedîtî bi serê me de anîn. Bi hezaran ermen di komkujiyê re derbaskirin.

Kurdbûn tekane sedem e

Zaliman di şerê Çaldiranê de bi hezaran kurdên elewî tune kir. Di şerê Bedirxaniyan de, bi hezaran komkujî pêkanîn û sirgûnê Girîtê kirin, bi zilmane dest dan ser mal û xezîneyên wan, ji xwe re birin. Îcar piştî osmanîyan desthilatdariya Kemalîstan dest pêkir. Bi fermandayîna xwe li Koçgiriyê, Agiriyê, Şêx Seîd û Seyid Riza tune kirin. Xwestin ku carna bi dîn û baweriyê, kurdên êzidî û elewî jî ji holê rabikin. Carna bi navê demoqrasiyê, kurdên sunî di komkujiyan re derbas kirin. Medrese û zimanê me kurdî qedexe kirin. Çawa di diyaneta tirkan de, baweriya gelê me yê elewî û êzidî qedexe ye, her wisan di fermiyetê de mezhebê îmamê me Şafiî jî tune tê hesibandin.
Sedema wî jî bi tenê ew e ku bi pirranî kurdên sunî girêdayî mezheba Şafiî ne. Lewra tirk dibêjin: “Yek Dewlet, yek milet, yek ziman, yek ala, yek mezheb.” Ew jî divê bi tenê li ser mezhebê Henîfî yan be. Ez li vir dixwazim viya bibêjim hin kes û ‘niviskarên me’ dibêjin, bi navê dînê îslamê kurdên êzidî û elewî, dikujin rast e, lê belê bi navê îslamê, kurdên misilman jî dikujin. Yanî di kuştinê de ti ferqê naxin navbera kurdên elewî, êzidî û misilman. Mînak Şêx Seîd kurdekî sunî û mela bû, bi tevî 47 hevalên wî bi dar ve kirin. Piştî Şoreşa Azadiyê, bi hezaran gund şewitandin û serê zarokên me jêkirin, gelo ew bi piranî ne misilman bûn?! Li Îranê jî Qazî Mihemed. Seyid Riza kurdekî ehlî beyt bû. Li vir mebesta min ne ew e ku ez bi tenê kurdên misilman biparêzim, lê ez dixwazim bi bîr bixim ku di vir de ne bi tenê kurdên elewî an jî kurdên êzidî di kujin û di jenosîdan re derbas dikin. Lewra rastî ew e ku zalim bi fermandayînên xwe dixwazin me bi hev ra tune bikin. Jixwe tu wextî ferqê naxin navbera me û nabêjin ev sunî, elewî an jî êzidî ye.”

Ger hebûya ji bona me xudanek

Lewra li vir mezheb an jî dîn û baweriya me kurdan çi dibe bila bibe, dema ku em bibêjin em xwedan doz û neteweya xwe ne, em ziman û mafê xwe û azadiya xwe dixwazin û koletiyê napejirînin; wê gavê zalimên desthilatdar me dikujin û mal, milk û namûsa me talan dikin. Ku ne wisa be bi hezaran kurdên me hene, li ba desthilatdaran e û di qanalên televîzyonan de, ji nirx û rûmeta me re çêr û gotinên xirab dikin, ma çima? Ew qet rojekê zilm û zorekî nabînin!. Rastî ew e ku kurdên me yên êzidî û elewî ji ber baweriyên xwe helbet bi dehan ferman dîtine û dibînin. Li Kobanê, Amed, Şengal û Hewlêrê ji ber ku azadîxwazên me yên dibêjin em xwedan doza xwe ne û kurd in, bi awayekî hovane tên kuştin. Talan dikin û mal û canê wan ji xwe ra helal dikin. Lewra li vir dîn û baweriya wan zalim û dagirkeran ji me re ne pêwîst in. Ên ku dixwazin gelê me ji holê rabikin suniyên henîfî û şîa nin. Lewra ew bi awayekî zalimane me dikujin û em ê jî li ber xwe bidin, bibin yek. Çawa ku seydayê Xanî li ser yekitî û îtifaqa me kurdan gotiye:
Ger hebûya ji bona me xudanek
Âlî kerem letîfe danek
‘İlm û huner û kemal û ezan
Şi’r û xezel û kitêb û dîwan..

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê