16 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Fermana axayan

Nasir Aslan

Dema ku Mistefa kemal komar îlan kir, pê re fermana axayan jî rakir. Agahî li her çar aliyên welatê Kurdistanê jî belav bû. Xebera fermanê hat gihîşt qezaya me yanî navçeya me Kercewsê jî. Gelê me yê Kercewsê hemûyan malên xwe li dû xwe hiştin û hema dev ji navçeyê berdan û ji bo berxwedanê ber bi çiyê ve meşiyan. Di rê de rastî şivanekî kercewsî hatin şivan jî kulavê wî li ser milên wî li ber serê pez e.
Şivan ji wan pirsî : “Xêr e çi bûye, çi qewimiyê, ev çi kelecana we ye. Hûn ê tev bi ku ve herin.”
Xelkê ji ber gotina dê ferman li ser serê wan çêbibe navçeya xwe berdabûn, gotin ku: “Ma tu nizanî ataturk fermana me axayan rakiriye.”
Şivan hema ji nişkê ve kulavê ser milên xwe davêjê û dibêje: “Çima hûn ji min re jî nabêjin malneket. Dev ji keriyê pez berdide û ew jî ber bi çiyê ve baz dide.”
Berhevkar: Nasir Aslan

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê