spot_imgspot_imgspot_img
19 Mart, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Fermana sêyemîn ‘fermana spî’!

Salvegera 6’emîn a fermana 73’yemîn nêz dibe. Lê lîstik û plangeriyên metirsîdar, li ser Şengal û êzidiyan didomin. Şeş sal berê bi destê DAIŞ’ê ku li ser zibilgeha zilhêzan derketî, fermaneke hovane pêk hat. Di sedsala 21’emîn de mirov bi saxî xistin gorên komî, hatin şewitandin û li bazaran hatin firotin!

Niha jî li hemberî Şengal û êzidiyan plangeriyeke metisîdar tê honandin. Heta niha 73 ferman li ser civaka êzidî hatine pêkanîn. Lê di dîroka nêz de sê ferman hene ku hêjayê nirxandinê ne…

Salên 1960-70’yî li tevahiya cîhanê pêla şoreşgerî û tevgerên rizgariya neteweyî pêş ketî, bandor li Kurdistanê jî kiribû. Li Başûrê Kurdistanê bi pêşengiya Merhûm Mele Mistefa Barzanî li hemberî rejîma Baasê (Iraqê) têkoşîn hatibû destpêkirin. Yek ji cihên herî zêde ev têkoşîn lê pêş ket Şengal bû. Civaka êzidî li hemberî faşîzm û qirkeriya rejîma Baasê ligel pêşmergeyên Kurdistanê cih girtibû.

Piştî ku di sala 1975’an de bi peymana Cezayîrê ya di navbera Îran û Iraqê de pêk hat, her du dewletan bi hev re tevgera kurd anîn ber têkbirinê. Lewre beşeke girîng a tevgara kurd penaber bû û beşek (şêx, axa, mela, mîr, serokeşîr) jî hevkarî û nokeriyê qebûl kir!

Piştî ku tevgera kurd belav dibe, civaka êzidî jî bê palpişt dimîne û bi hovîtiya rejîma Baasê re rûbirû dimîne. Piştî salên 73’yan rejîma Baasê bi hemû xezeba xwe ve tê ser Şengalê. Gundên êzidiyan ên li çiyayê Şengalê hatî avakirin, tên xirabkirin û şewitandin; heta kanî û bîrên avê jî bi betonê tên xitimandin ku careke din neyên bikaranîn!

Komalgehên niha yên li deştê ne wê demê tên çêkirin. Rejîma Baasê, siyaseta ku li herêmên Qeredax, Silêmaniyê, herêma Barzan hwd. meşandî, li Şengalê jî dimeşîne; gundên ku giyana kurdîtî û welatparêziyê xurt e ji bo careke dîtir zindî nebe, xelkê wan li ser komalgehan li deştê belav dike.

Bi vê pêvajoyê re dest bi ‘fermaneke spî’ (ferman, komkujî, tertele, enfal hwd. li her çar beşên welêt ev hatine pêkanîn) dike. Hewl dide civakê ji çand, jiyan, adet, kevneşopî û nirxên wê dûr bixe!

Sala 2014’an, tişta nekarî bi rêbazên ‘nerm-spî’ bike, vê carê bi DAIŞ’ê ku bi pêşengiya nijadqirên tirk, baasiyên kevin, tevgerên îslama selefî-radîkal û îstîxbaratên dewletên cîran (dewleta Qeterê jî tê de) pêk tê, kir. Jixwe encama vê pêvajoya trajîk tê zanîn. Hê jî birînên wê nehatine kewandin!

Bi destwerdana Tevgera Azadiya Kurdî re civaka êzidî ji qirkirinê hat rizgarkirin. Piştî wê bi pêşengî û asankariya tevgera kurdî, civaka êzidî û hemû pêkhateyên Şengalê, ji bo ku careke dîtir ferman neyên serê wan, di aliyê siyasî, îdarî, leşkerî, ewlehî hwd. de xwe birêxistin kirin. Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) hat ragihandin û hemû saziyên pêwîst di bin banê wê de hatin avakirin.

Ligel ku dewleta Iraqê tu berpirsiyariyên xwe yên li hemberî şengaliyan pêk neanîn, nebû alîkar ku civaka êzidî birînên xwe yên fermanê bipêçe jî. Niha ketiye nav dek û dolaban ku vê pergala li Şengalê çêbûyî belav bike. Lê belê vê ne bi rêbazên hişk; bi rêbazên ‘nerm-spî’ dike!

Mînak demek e li ser Şengalê êrîşên hewayî yên dewleta tirk pêk tên. Her kes dizane ku heke bi destûr û erêkirina dewleta Iraqê nîn be Tirkiye nikare wiha bêprewa êrîş bike…

Bi riya munazemeyan (qaşo saziyên xêrxwaziyê!) ku li Şengalê vekirine, ji bo serê civakê tevlîhev bikin, nexasim jî ji bo endam û xebatkarên ku di saziyên Xweseriya Demokratîk de dixebitin teklîfa pere û meaşên zêde dikin.

Dîsa ligel ku nexweşiya koronayê, qedexeya çûn û hatinê heye; şargirt û xwendekarên êzidî yên perwerde kirine, niha bi cil û bergên xemilandî bi formayên ‘kêşer’ bi hêsanî derbasî Şengalê dikin, dibin li komalgehan digerînin, dîmenên wan parve dikin…

Kesên birine li ba xwe perwerdeya leşkerî dane wan, her roj li ser tevnên civakî û çapemeniya xwe wêne û dîmenên wan parve dikin, payeyên bilind ên leşkerî didin wan. Dîsa li gorî zanyariyên malbatên vedigerin Şengalê, ji malbatan re şertê ku zarokên wan di nav artêşa Iraqê de cih bigirin destûr didin vegera wan!

Bi vî awayî dîsa weke ‘Alayên Hemîdî’ weke ‘Qiyadeyî Muweqete’ (cehş) Mustefa Kazimî dixwaze hêzên noker çêbike û bi destê wan, hêzên rêxistinkirî, ya li Şengalê heyî bi rêbazên ‘nerm-spî’ belav bike û civakê dîsa weke berê bê parastin, bê rêxistinî bihêle ku deriyê fermanên nû vekirî bimîne!

Lê belê heke niyeteke baş a dewleta Iraqê ji bo êzidiyan hebe, gava yekemîn divê di parlamentoya Iraqê de komkujiya êzidiyan nas bike û mafên wan ên civakî, komalî, olî hwd. bixe bin ewlehiya destûra bingehîn.