18 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Fermandarê pêşmergeyan: Êrîşa li hemberî pêşmergeyan êrîşeke asîmanî ye

Fermandarê pêşmergeyan Qadir Xoranî yê ku niha di nav Wezareta Pêşmergeyan de fermandariyê dike der barê teqîna maşîna pêşmergeyan û mirina pêşmergeyan de axivî. Xoranî ku di heman demê de pisporê leşkerî ye jî li ser rûpela xwe ya Facebookê parvekirinek kir û bal kişand ser êrîşa li herêma Metîna ku li hemberî hêzên pêşmergeyan qewimîbû.

Xoranî di parvekirina xwe de got ku maşîna zirîpoş ya pêşmergeyan ku di 5’ê hezîranê de li herêma Metînayê hat hedefgirtin ji aliyê balafirên şer yê F-16 an jî balafirên bêmirov ve hatiye bombebarankirin.

Xoranî di sê xalan de vê babetê zelal kir û wiha got:

*Ez bi xwe jî li maşîna zirîpoş siwar bûme. Ev maşîn gelek qayîm û zexm e.

*Li ser maşîna zirîpoş tu şopên guleyan tune ye, heke bi mûşekan jî êrîş lê bihata kirin diviya çarmedorê maşînê jî biketa an jî tekerên maşînê parçe bibûna.

*Li gorî axaftinên pêşmergeyên birîndan şer neqewimî. Pêşmergeyên birîndar diyar kirin ku ji asîman ve êrîş li hemberî wan pêk hatiye. Li gorî wêneyên hatine parvekirin jî diyar dibe ku yan balafirên F-16 yan jî balafirên bêmirov maşîn bombebaran kirine.

Qadir Xoranî di dawiya peyama xwe de wiha got: “Li gorî min ev kiryara terorîstî yan bi balafirên F-16 an jî bi balafirên bêmirov ve ji aliyê hêzên terorîst yên li dijî pêşmergeyan e pêk hatiye. Ev êrîşeke bi plan e, armanc ji vê êrîşê ew e ku di navbera kurdan de şer gurr bikin, kurdkujiyê pêk bînin û Kurdistanê wêran bikin.” 

Çi qewimîbû?

Di  5’ê hezîranê de serê sibehê hêzên pêşmergeyên PDK’ê êrîşê kampeke gerilayên HPG’ê ya li herêma Metînayê kiribûn. Dema wesayît û maşînên leşkerî ber bi Metîna ve diçûn teqînek pêk hat. Di teqînê de maşîneke zirîpoş ya pêşmergeyan teqiya û 5 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dabû û gelek pêşmerge jî birîndar bûbûn.

PDK’ê ragihand ku hêzên HPG’ê êrîşê wan kiriye. Li ser vê yekê hêzên HPG’ê ev yek qebûl nekirin û xwestin ku heyeteke pispor bê lêkolîn bike.

Her wiha serê sibehê ragihandina PDK’ê pêşî di nûçeyên xwe de got ku balafirên şer bûne sedema teqînê lê dû re guherandin.