24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Fermandarê pêşmergeyan: Kurdkujî bernameya dewleta tirk e

Fermandarê pêşmergeyan ê YNK’ê Wahap Sertîp di axaftina xwe de ya bi ajansa ANF’ê re kir, der barê êrîşên dawî yên dewleta tirk ên li hemberî başûrê Kurdistanê, Avaşîn, Zap û Metînayê de axivî.

Wahap Sertîp di axaftina xwe de diyar kir ku êrîşên dijminan û şerê navxweyî bûne sedem ku gelê kurd di vî halî de bimîne û wiha got: “Mîrektiyên wekî Baban, Erdelan, Botan, Behdînanê û gelek mîrektiyên kurdan yên mayîn ji ber şerê navxweyî hilweşiyan. Nexasim Babanî ji ber şerê çend birayan hilweşiya. Di dema zarokatiya me de, di şerê Celalî-Melayî de bi sedan zarokên kurd mirin. Li parçeyên din jî şerê navxweyî bi heman awayî diqewimîn.”

Sertîp got ku ev rewşa dutîrebûn û dubendiyên navxweyî bûne sedem ku kurd qels bikevin û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Armanca Tirkiyeyê lawazkirin û parçekirina kurdan e. Çawa em dixwazin li dijî dijmin bibin xwedî hêz dijmin jî hewl dide me bêhêz bike.”

PKK ji bo dewleta tirk tenê hincetek e

Wahap Sertîp di axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên tirkiyeyê û got ku armanca Tirkiyeyê ne tenê tunekirina PKK’yê ye û ev yek anîn ziman: “Dema dijminatiyê li tevgerên kurd dikir, dema dixwest mîrektiyên kurdan ji navê bibe hingî PKK li holê tune bû. Bi hinceta PKK’ê dixwaze destkeftiyên kurdan hemûyan tune bike.”

Fermandarê pêşmergeyan Wahap Sertîp diyar kir ku bernameya Erdogan û dewleta tirk a li dijî kurdan aşkera ye û ev yek jî înkarkirina kurdan e û wiha got: “Sedam Huseyîn bi xwe tu carî kurd înkar nekir. Erdogan û MHP bi awayekî aşkera dijminatiyê li kurdan dikin. Ji bo mirov vê nebîne divê mirov kor bibe. PKK xwedî hêzeke çekdarî ye baş e lê çi yê HDP’ê heye ku ewqasî zextan lê dike, parlamenteran, hevşaredaran û rêvebirên wê digirin? Çi yê Selahattîn Demîrtaş hebû ku hatiye girtin, bi salan e girtî ye, ji bilî têkoşîna demokrasiyê wî çi kir?”

Tifaqa PDK’ê dê serê kurdan bixwe

Wahap Sertîp di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser tifaqa di navbera PDK û Tirkiyeyê de û wiha pê de çû: “PDK’ê tifaqeke nebaş bi Tirkiye û Erdogan re çêkiriye, ew bi vê tifaqê ve hatiye girêdan. Ew peymana 50 salî mînakeke şênber a vê yekê ye. Pirsgirêkên ji ber vê peymanê rû didin ne ji ber PKK’ê ye, ji ber dewleta tirk e. Çavkaniya Pirsgirêkan Tirkiye û Erdogan e. PKK dijminê PDK’ê nîne. PKK dostê PDK’ê ye. Li şûna ku dijminatî li PKK’ê bê kirin divê piştgiriya wê were kirin. Gelo li gorî kurdîtiyê ye ku bi dijmin re rûnê û li dijî PKK’ê tifaqekê çêbike û şer bike. Ev şer heram e û me tune dike. Li kîjan parçeyî dibe bila bibe em ê li ber rabin.”

‘PKK li wir e ji ber ku ew der Kurdistan e’

Fermandarê pêşmergeyan Wahap Sertîp der barê teqîna maşîna PDK’ê ya li Metînayê de jî ev yek anîn ziman: “Maşîn ji jor ve ji aliyê dewleta tirk ve hatiye rûxandin. Hin kes dibêjin PKK çima li vir e? Baş e bila PKK bi ku ve biçe? Ma ne tevgereke kurd e? Ma ew der ne Kurdistan e? PKK li wir e ji ber ku ew der Kurdistan e. Em çima çûn Îranê û Rojhilat? Hê jî li ser sînorê Rojhilat, cihê ku em lê bûn malên me hene. Em hêzeke şoreşger bûn, li dijî Sedam û BEAS’ê me şer dikir. PKK jî hêzeke şoreşger e û li dijî dewleta tirk têdikoşe. Tirkiye bi hemû derfetên xwe êrîş dike ew jî xwe vedikişîne cihên ku dê bikaribe xwe li wir biparêze. Wekî din dê bi ku ve biçe?”

Divê şerê di navbera kurdan de bê heramkirin

Fermandarê pêşmergeyan Wahap Sertîp di dawiya axaftina xwe de bang li YNK, Goran, partiyên îslamî, partiyên komunîst-sosyalîst, rêxistin, kesayet û gelê kurd kir da ku li dijî şer eniyekê ava bikin û şerê di navbera kurdan de heram bikin. Sertîp axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Gel vî şerî napejirîne. Şerekî ku gel nepejirîne bi destê gel dikare bê rawestandin. Divê partiyên kurdan jî bi gel re tevbigerin û ev şer were rawestandin. Divê şerê kurdkujiyê yê di navbera kurdan de bê heramkirin.”