Yekşem, Hezîran 13, 2021

Fermanên li ser êzidiyan bingeha xwe ji ku digirin?

Îbrahîm Êzidî

Gelê Şengalê û bi taybetî civaka êzidî ku di dîrokê de rastî 74 fermanan hatine û kesên bûne sedemên van fermanan nehatina darizandin, wisa kiriye ku êzidî êdî li pey projekî din bigerin ku ew xwe bi xwe karibin hesab ji kesên fermanên li ser wan rakirine,  bipirsin û rê li ber fermanên nû bigirin. Herî dawî li gorî lêkolînên Neteweyên Yekbûyî (NY) di destê wan de gelek delîl hene ku DAIŞ’ê di fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de li hemberî êzidiyan sûcê qirkirinê pêk aniye. Li gorî vê lêkolînê gelek gorên komî hatine tespîtkirin. Ligel evqas dane û delîlan gelê ezidî di roja me ya îro de hê jî bi qirkirinan re rûbirû ye.

Em ê behsa Fermana 3’ê Tebaxa 2014’an ku di bin navê DAIŞ’ê de bi desteka dewleta tirk, PDK û  hin kesên di nava hikûmeta Iraqê de pêk hatî, bikim. Ev ferman bingeha xwe ji ku  derê digire û çi bû sedem ku rê li ber fermanên  herî dawî yên li ser êzidiyan hatine, bê vekirin.

Hikûmeta Baasê  û ‘Fermana Spî’

Di sala 1975’an de bi hinceta ku êzidî destek didin pêşmergeyan,  biryara hat dayîn ku êzidî ji çiyayê Şengalê derkevin û li deştê dest bi jyaneke nû bikin. Di serî de dixwazim behsa girîngiya çiya ji bo civaka êzidî bikim.

Êzidiyan di dîrokê de û heya roja me ya îro karîne xwe di nava çiya de biparêzin û ev yek bûye sedem ku êzidî li ol, ziman û çanda xwe xwedî derdikevin. Di aliyê din êzidî di aliyê aborî de dikarin bi çandina rezên dar, xwedîkirina pez û çandina tûtinê xwe bi xwe bi rê ve bibin.  Bi vî awayî gelê Şengalê pêwîstiya wan bi wê nebû ku berê xwe bidin derve û ji xelkê re bi pare kar bikin. Ji ber çiyayê Şengalê pir asê ye, êzidî ji xwe bi bawer bûn û tu biryarên dewletê li ser xwe qebûl nedikirin. Mirov dikare bêje civakek xwezayî û xwedî îrade hebû, pişta xwe bi xwe girêdide.

PDK’ê ku bû sedema fermana 3’ê Tebaxa 2014’an li sala 1975’an bû sedem ku êzidî rastî qirkirinek spî werin. Di serî de pêşmergeyan dest avêtin çend kesayet û muxtarên êzidiyan û bi dayîna pere ew kirîn.  Dema PDK’ê karî bû destekê ji çend kesên êzidî werbigire êdî hewl da pêşmergeyên xwe li çiyayê Şengalê binecih bike. Çiqasî hejmarek pir kêm pêşmerge li çiyayê Şengalê hebûn lê ev yek bû hincet ji hikûmeta Baasa wê demê re. Lewra biryar hat dayîn ku êdî êzidiyan ji çiyayan qut bikin û serkeftina bi ser çiyayan bi temamî bête qedaxekirin.

Iraqê di despêka payîza sala 1975’an ku dinya êdî sar dibû hêdî hêdî ber pi zivistanê ve diçû, rabû bi xirakirina gundên êzidiyan ê li nava çiya û her çend gundan li hev komkirin û li deştê Komalgeh ji wan re çêkirin. A balkêş ew bû ew komalgehên hatine çêkirin navên bajaran ereban li ser wan hatin danîn.

Civaka êzidî û ‘Hepsên Servekirî’

Wê demê ji van komelgehan re  digotin ‘Hepsên Servekirî’. Dema destê êzidiyan ji çiyayan qut bû êdî  ew çand û baweriya kevnar û heta zimanê  êzidiyan ber bi hilandinê ve diçû. Ew civaka ku di dîrokê de li beranberî artêşa osmaniyan û  fermana Firîq Paşa li ber xwe didan û bi îradeyekî bi hêz xwedî li nasnameya xwe derdiketin, vê carê bê ku pê bihisin êzidî êdî ber bi teslîmbûnê ve diçûn,  ew jiyana xwezayî ku êzidiyan li ser dijiyan, êdî nema, lewra  her kesekî êzidî ku neçûba li bajarên Iraqê karkerî nekiriba nikarî debara xwe bike.  A din ji ber dûrîtiya ji çiya û êzidî êdî ketibûn bin kontrola dewletê êdî nikarîn xwe biparêzin û heta çekên di destê wan de di bin navê qanûnê de ji destê wan hatin derxistin.  Bi vê awayî di aliyê aborî de tişteka ku êzidî li ser bijîn nema,  ji ber qanûn li ser wan hat ferzkirin,  wan nikaribû xwe biparêzin loma bûn wek amûrekê di destê desthildariyê de.

Ferman hê jî dewam dikin

Di sedsala 21’an de fermanên li ser êzidiyan ji vir destpê kir. Mirov  dikare bêje  ew  fermana ku li salên 75’an de destpêkirî heta roja me ya  îro li ser beşekî ji civakê dewam dike. Wek encama wê fermanê, çawa êzidî dest ji çiya berdan rojane ciwanên êzidî ji aliyê erebên derdora Şengalê ve dihatin revandin û bermaberî azadkirina wan pere ji êzidiyan dihat xwestin, ji ber êzidî cihê xwe di rêveberiya Iraqê de negirtin ji aliyê qanûnî ve jî êzidiyan nikaribû tu mafê xwe bi dest bixin. Malbtanên êzidiyan neçar man ji Şengalê derkevin û ji bo çandiniyê berê xwe bidin herêmên ereban. Li vir belavbûn di nava êzidiyan de çêbû û her kesekî êzidî ji bo derbara jiyan xwe li pey madiyatê ketin, dema mirov bi madiyatê bên kirîn desthildarî dikare bi hêsanî wan li derdora xwe kom bike. Yek ji encamên vê fermana spî, teqîna li Teilzêr û Sîbaşêx Xidîr bû ku di sala 2007’an de pêk hat û di encamê de zêdetirîn hezar kesî bûn qurbanî. Jixwe fermana 3’yê Tebaxa 2014’an her kesî şahîdiya wê kir. Mirov dikare bingeha van hemûyan jî ji biryara sala 1975’an  bigira dest. Di fermana 3’ê Tebaxê de êzidiyan di aliyê xwerêvebrinê de hema bêje karibûn xwe bigehînin wê astê ya beriya salên 75’an.  Çawa wê demê ferzkirina biryaran li ser êzidiyan pir zehmet bû , nihe di bin sîstema Netewa Demokratîk de civaka êzidî bûye xwedî îrade û her biryarek ji ku derê bê eger ne di berjewendiyan wan de be li ser xwe qebûl nakin. Ji van biryara herî ber bi çav Peymana 9’ê Cotmeha 2020’an bû ku êzidî û pêkhateyên Şengalê li beramberî tank û zerîpoşên Iraqê xwe kirin mertal û rê nedan ku car din bikevin nava Hepsên Servekerî.