spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Feyza me weke Nîl e lê em Dîcle û Ferat in’

Seyidxan Anter

Pesinên Mezopotamyayê pirin. Li gorî saloxan, Mezopotamya dergûş (landîk) a şaristanîyê ye. Beriya her warî, li bakur û başûrê Mezopotamyayê li gund û bajar li peravên rûbaren Tîgrîs û Feratê ji alîye hûrî- mîtanî, sumerî, akadî elemî û yên din ve gund û bajar  ava bûne, çandinî û xwedîkirina pez li vir dest pê kiriye; teknîk, matematîk û zanist li vir bi pêş ketiye.

Du sembolên mirovatiyê yên giranbuha alfabe (pîktogram û ideogram ên dema sumeran) û çerxe (teker, dolab) li Mezopotamyayê nuve bûne.

Beşek mezin ji Mezopotamyayê Kurdistan e. Ji ber dewlemendî, spehîbûna xwe û her du kezîyên xwe yên hunandî, rûbarên Tîgrîs û Ferat, pesnê  Kurdistanê   wek “Cenneta Bakî” ango aden an jî buhuşt, dane.

Di nav her du çeman de û li peravên wan, ji roja roj ve, mirovahîyê cî dîtîye. Ji etîmolojiya navan bigire heta bi tabletên sumeran; ji tofana Nûh heta bi nivîsên di pirtûkên pîroz de; ji mîtolojîyê heta bi wêje û folklora îro; ji serçavî heta dawîya Tîgrîs û Feratî, li her du rûbaran çi cure masî û ajal peyde dibin; ji bazirganiya bi kelekan heta bi zebeşên Amedê û bendavên hatine avekirin… çi hatîye serê Kurdistanê, ji bo me gelekan ne diyar in.

Kambaxîya dolemendîyên serax û binax, zanyarî, hişmendîya dîrokî, wêje, ekolojîya Kurdistanê ji alîyê dagirkeran ve ne karekî nû ye. Dagirker û pergala wan kapitalîzm a îro, ev wêranî roj bi roj pît û zêdetir dibe. Dê buhuştê li me bikin dojeh!

Vê dema dawî hin rewşenbîr li hember wê kambaxê radiwestin û bi kêmanî me û nemaze nifşên nûgihayî di wê xalê de hişyar dikin; kedek pêwîst, karekî zext û barekî giran. Yek ji van mamostê me Amed Tîgrîs e. Wî vê carê her du rûbarên, her du “şahdamarên” Kurdistan û Mezopotamyayê ji xwe re kiriye mijar. Bi çavkanî û belgeyên dewlemend, weşanxana APEC’ê,  berhema Amed Tîgrîs  “Dîcle û Ferat” çap kiriye.

Kurdistan û rûbarên Kurdistanê bûne hoya gengeşîyên nav dewletan, an jî mîna ku Amed Tîgrîs dibêje: “Dîcle û Ferat jî du çemên tixûbdêr in. Her du jî ji Tirkiyeyê derbasî Suriyeyê û ji wir jî derbasî nav tixûbê Iraqê dibin. Bi çêkirina bendavên li ser Dîcle û Feratî re her ku diçe sal bi sal di nav van her sê dewletan de gengeşî û nexweşîyên li ser avê bêtir û tûjtir dibin. Her sê jî  weke wawikan ku li ser lêş bi hev kevin, li ser ax,av û petrola me li hev nakin.”

Amed Tîgrîs xebatek ansîklopedîk kirîye. Ev berhem hêja ye di her malê de be, nemaze di malên ku gedê wan diçin dibistanan de, hebe. Her wiha ji bo dibistanan – dibistanên bi perwerda kurdî û zarokên kurd zimanê dê li derveyî welat dixwînîn-  re, xezîneyek zanyarî û naskirinê ye. Li vir erkek tê ser riya me ku; pedagog, zimanzan û nivîskar û weşangerên bi wêjeya kurdî re mijûl in, dest bidin hev da ku ji bo “Dîcle û Ferat” kitebeke kar (arbetsbok) saz bikin.

Li vir û li wir hin şaşîyên ziman peyde dibin. Lewra diyar e ku mamostê me Amed Tîgrîs ev berhem bi kêf û heskirinek berz nivîsîye ku mirov bi xwe re bi rûbarên Tîgrîs û Feratî re cûş dike.

Li nav û peravên Tîgrîs û Ferat çi heye, çi hebûye, çi bûye û çi dibe? Bersiva pirsên çi, çawa, kengî û çima dide. Îca ger hinek rabin, bi tecrûbe, zanyarî û çavkanîyên xwe vî karê berfirehtir bikin dê kurd li ser Tîgrîs û Feratê bibin xwedî ansîklopedîyek dolemend û ji nû ve dolemendîyên xwe ji talanan rizgar bikin.

Hêja ye tu vê berhemê peyda bikî û bixwînî.

Nebêje te negot ha..!