Rojnameya Heftane

Fikar ne tenduristî aborî ye!

Tevî hişyariyên sazî û dezgehên tenduristiyê, rayedarên dewletan pêvajoya asayîbûnê da destpêkirin û xetereya li ser tenduristiya civakê zêde bû. Ji ber vê zanyaran banga bikaranîna rûpoşan li gel kir

Navenda Nûçeyan

Şewba vîrusa koronayê (Covid-19) bandorê li tevahiya cîhanê dike. Li gel rakirina tedbîran vîrus hê jî li her qada jiyanê bi bandor e. Li gorî daneyan heta niha nêzî 7 milyon kes bi vîrusê ketine û nêzî 400 hezar kesan jî canê xwe ji dest dane. Bandora vîrusê didome û bi sistkirina tedbîran rîsk zêdetir dibe.

Rayedarên dewletan ji bo sererastkirina aboriyê hewl didin û yek bi yek tedbîr rakirin. Bi vî awayî civak bi vîrusê re rûbirû tê hiştin. Her çend di hêla dîtbarî de tedbîrên tên wergirtin xuya dikin jî li gorî daxuyaniyên sazî û dezgehên tenduristiyê rewşa heyî rê li ber xetereyan vedike. Her çend pêvajoya asayîbûnê li tevahiya cîhanê hat destpêkirin jî, belavbûna vîrusê hê  jî didome. 

Xetere didome

Di 1’ê hezîranê de li Tirkiyeyê pêvajoya asayîbûnê hat destpêkirin û kafe, baxçeyên çayê, xwaringeh û otel hatin vekirin. Bi destpêkirina pêvajoyê re civak jî dest ji tedbîran berda. Gel ji bo cezayê pere nede dewletê, li cihên kontrolê bi taybetî maske bi kar tîne lê wekî din jî xwe naparêze. Ev tişt nêzîkatiya polîtîkayên dewletê ya ji bo berjewendiyên xwe diafirîne nîşan dide. Rayedarên dewletê di daxuyaniyên xwe de hem rewşê asayî nîşan didin û hem jî peyamên pêla duyem didin.

Di serî de heta îro ji bo karker û kedkarên di pêvajoya vîrusê de dixebitin tu ewlehî nehatine wergirtin. Her wiha ji bo girtiyan jî heta îro tu sererastkirin nehatin kirin. Tevî pirsgirêkên heyî nehatine çarekerkirin jî niha hemû tedbîr ji holê hatin rakirin û civakê bi mirinê re rûbirû hiştin.

Ji bo aboriyê tedbîr rakirin

Prof. Dr. Gulrîz Erîşgen a di heyeta Şopandina Covîd-19’ê  ya Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) de cih digire, pêvajoya asayîbûnê nirxand û got: “Pêvajoya asayîbûnê pir zû hat destpêkirin. Pêvayoja asayîbûnê ji ber fikarên aboriyê ket meriyetê ne ji ber tenduristiyê. Bi rakirina qedexeya gerê wê tespîta bûyeran jî neyê kirin. Rakirina qedexeya gerê wê tespîta bûyeran gelek zehmet bike. Dibe ku ev pêla duyemîn jî bîne û hejmar bi carekê zêde bibe. Ji ber vê divê em tedbîrên xwe wek her tim bigirin û heta ji destê me tê cihê xwe neguherînin. Di vê pêvajoyê de ne pandemî, aborî hat birêvebirin.”

Rûpoşan bi kar bînin!

Platforma Tenduristiyê ya Amedê, diyar kir ku xetereya pêla yekemîn didome û welatî hişyar kirin. Platforma Tenduristiyê ya Amedê di hişyariya xwe de wiha got: “Îqtidar fikarên xwe yên aboriyê dixe pêşiya tenduristiya gel. Di bin navê asayîbûnê de bi tenduristiya civakê dilîzin. Ji ber vê yekê talûkeya şewbê ya li ser tenduristiya gel hêj didome. Hêj talûkeya şewbê ya pêla yekemîn bi dawî nebûye. Tedbîra herî baş a li dijî şewbê paqijî û mesafeya fizîkî ye. Divê teqez welatî li cihên qelebalix rûpoşên xwe bi kar bînin û li mesafeya fizîkî baldar bin.”

Raperîna civakê rawestiya

Tedbîrên  mayîna li malê li gelek deverên cîhanê çalakiyên li dijî bêedaletî û newekheviyê rawestand. Hikûmetan jî ev yek ji bo xwe weke firsendekê dîtin û ji bo bidawîkirina nerazîbûna civakî ketin nav hewldanan. Li hin welatan derfetên çavdêrî û kontrolê hatin zêdekirin, hin welatan jî qedexeyên li ser civîn û xwepêşandanan dirêj kirin, bi vî rengî li bendê man ku nerazîbûn bi dawî bibin. Hin welatên antîdemokratîk jî vîrusa koronayê kirin nêçîra muxalifan. Li Lubnan, Fransa, Şîlî, Spaya, Iraq, Îran, Hong Kong û gelek welatên din, par çalakiyên xurt ên şermezarkirinê hebûn.

 Çalakî li başûrê Kurdistanê

Di pêvajoya vîrusê de li hin deverên başûrê Kurdistanê li dijî polîtîkayên aboriyê yên hikûmetê gel daket qadan. Esnafên bazara Hesen Qewan a navçeya Xurmatûyê ya bi ser parêzgeha Selahedînê ve çalakiyek li dar xistin û gotin êdî rewşa wan aboriyê têk diçe, karmendên Başûr ên bi peyman ji bo mûçeyên xwe çalakî li dar xistin. Welatiyên navçeya Ranyayê ya girêdayî îdareya Germiyanê li dijî têkçûna aboriyê û polîtîkayên hikûmetê daketin qadan.

Şîlî, Bolîvya û Kolombiya

Hefteyên dawî li gel vîrusa koronayê jî li welatên cuda li dijî birçîbûnê serhildanan dest pê kir. Li Şîliyê ku şewbê bandoreke giran lê kir, şêniyên taxên xizan pîvana mayîna li malê binpê kirin û daxwaza alîkariya lezgîn a xurekan kirin. Çalakgeran diyar kir ku ew ne karantînayê, lê belê xwarinê dixwazin û bi polîsan re şer kirin.

Li Bolîvyayê jî rewşeke bi heman rengî rû da. Sendîkayan xwest ku tedbîrên karantînayê bên sistkirin û bi lezgînî ji bo hilbijartinên serokkomariyê demek bê destnîşankirin. Li Kolombiyayê ku xizanî lê zêde bûye, gel bi daliqandina paçikên sor ên şûştina firaxan daxwaza xwe ya ji bo alîkariyê anî ziman.

‘Zikê wî têr e, gelo yê te?

Li Lubnanê tevgera protestoyî ji cotmeha 2019’an ve dewam dikin. Şewbê krîza aboriyê girantir kir. Bêkariya girseyî, zêdebûna buhayê tiştan li welatê nîvê şêniyên wê xizan e, hêrsa gel zêde kir. Dawiya meha nîsanê li welat di çalakiyên protestoyî de li hemberî polîsan şer kirin, kesekî jiyana xwe ji dest da, bi sedan kes birîndar bûn. Çalakiyên bi rengekî aştiyane dest pêkir, ji ber ku hikûmetê bersiv neda daxwazên wan dijwartir dibin. Ji dema destpêkirina tevdîra mayîna li malê û vir ve her roj çalakiyên protestoyî hene. Belavokên bi wêneyên endamên hikûmetê tên belavkirin û li ser wan jî wiha tê nivîsandin, “Ew temamiya mûçeyan werdigire, baş e tu çi digirî?”, “Zikê wî têr e, gelo yê te jî têr e?”

Betalî zêde dibe

Bi vîrusa koronayê re asta bêkariyê li tevahiya cîhanê gihîşt asta herî bilind. Li gorî Rêxistina Kar a Navneteweyî (ÎLO) mehên dawî li tevahiya cîhanê 135 milyon mirov bêkar man û her wiha 1.6 milyar mirovên bêqeyd dixebitin jî dibe ku bêkar bimînin. Her wiha ji Zanîngeha ODTU’yê Prof. Dr. Ebru Voyvoda û ji Zanîngeha Bîlkentê Prof. Dr. Erînç Yeldan têkildarî bandora vîrusa koronayê ya li ser aboriyê rapor amade kir. Li gorî raporê dê li Tirkiyeyê rewşa betaliyê ji sedî 14’an derkeve ji sedî 33’an, hejmara kesên betal jî dê ji 4,7 milyon kesan derkeve 11,7 milyon kesan.

2 hezar û 125 jinan li dijî şîdetê alîkarî xwestiye

Di pêvajoya vîrusa koronayê de li tevahiya cîhanê şîdeta li jinê zêde bû. Li Tirkiyeyê di 3 mehên dawî de 2 hezar û 125 jinan telefonê xeta lezgîn a Federasyona Komeleyên Jinan a Tirkiyeyê (TKDF) kiriye. Di meha adarê de 904 jin, di meha nîsanê de 730 jin û di meha gulanê de jî 491 jinan telefonê xeta lezgîn a federasyonê kiriye. Her wiha ji 11’ê adarê heya 20’ê gulanê 51 jin hatine kuştin. Seroka TKDF’ê Canan Gullu, anî ziman ku di meha ewil a şewbê de, jinan telefonê xetên lezgîn ên di bin banê dewletê de kirine, lê belê ji ber ku bersiva wan nehatiye dayîn serî li rêxistinên jinan dane. Gullu, diyar kir ku rêxistinên jinan demildest xwe bi rêxistin kirine û di şert û mercên şewbê de jî xebatên xwe domandine û bi vî awayî xwestine daxwazên jinan pêk bînin. Gullu, bal kişand ser daxuyaniyên rayedaran jî û got: “Daxuyaniyên wekî ‘cînayetên jinan kêm bûne’ daxuyaniyeke pir talûke ye.”

 Bi texrîbkirina xwezayê re nexweşî belav dibin

Li gorî ekolojîst û zanyaran ji ber texrîbkirin û zirara li xwezayê nexweşiyên şewbê derdikevin holê. Hîndekara Fakulteya Daristanê Prof. Dr. Doganay Tolûnay, têkildarî şewban û belavbûna wan diyar kir ku piranî  nexweşî piştî ku mirov heywanan kedî kirine derbasî mirovan bûne û got: “Bi texrîbata ekosîstemê re temasa bi heywanên nexweşiyên vektorî di xwe de dihewînin zêdetir dibin. Gava mirov bêtir daxilî nav xwezayê bibin bêtir belav dibin. Bi texrîbata ekosîstemê re heywanên kovî koç dikin. Bi vî hawî nexweşî jî bi wan re diçe. Yanî mudaxaleya herî biçûk a li xwezayê jî pergala ekosîstemê diguherîne û ev jî dibe sedema gelek nexweşiyan.” Tolûnay, diyar kir ku yek ji sedemên belavbûna vîrusa koronayê texrîbata xwezayê ye û wiha axivî: “Divê em fêm bikin ku her çiqas em li bajaran bin jî pêwendiya me ya bi xwezayê re qut nebûye. Ji ber ku her mudaxeliyeke li xwezayê wekî bûmerangê; wekî nexweşî, şewb, ziwabûn, lehî, krîza avhewayê li me vedigere. Loma êdî divê em wekî çavkaniyeke belaş li xwezayê nenêrin. Her wiha dibe ku di pêşerojê de dîsa windahiyên aboriyê yên ji ber vîrusê pêk hatine bikin hincet û careke din berê xwe bidin texrîbkirina xwezayê.”