25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Fîlmên min ziman û çavên gelê kurd in

Evîn Hesen

Sînemaya kurdî dergehek e ji bo rizgariya gel û welatê me. Rûyê zimanê me, kirasê zar û zêmara me ye. Her wiha kurd hewl didin xwe bi sînemaya xwe bi cîhanê bidin nasîn. Di vê hejmarê de, derhênerê kurd Mano Khalîl ji me re behsa serpêhatiya xwe û sînemaya kurdî kir. Ka em bi hev re dêhn û bala xwe bidinê.

Te kengî dest bi xebata sînemaya kurdî kir û çi tiştî te ber bi wê ve kişand, nexasim ku heta astekê di wê demê de ev xebat xerîb dihatin dîtin? 

Di salê 80`yî de bû, piştî ku min bakeloriya xelas kir, ez çûm Şamê, min 6 salan li wir Yasa û Dîrok xwend. Di wê demê de ji aliyê rêjîma Baas a faşîst a Sûriyeyê ve zordariyeke tûj li dijî gelê kurd dihat meşandin, kultur û zimanê wî qedexe dikir.
Di wê demê de ez wekî ciwanekî kurd, welatparêz û çepgir bûm; li serê min xist ku ez sînemayê bixwînim. Min her tişt da ber çavên xwe, ji ber ku bi rastî kêfa min gelek ji fîlmên sînemayê re dihat. Çêkirina fîlman wekî xebateke bo azadiyê bû, xebatek bû ku min pê derd û kulên gelê xwe nîşan dida. Yanî armanca min ji xwendina sînemayê, ne ew bû ku ez fîlmên komedî yan jî dramayên erzan çêbikim, lê kul û derdên gelê kurd şanî dinyayê bidim. Min jî wekî xortekî kurd, bala xwe dayê, madem ez çekê ranakim û naçim serê çiya û şehîd nakevim, belkî ez çend salan ji wan şehîdan zêdetir bijîm û tiştekî ji wan re bikim, belkî bibim dengê wan, dengê dayik û bavên wan û ev jî bi rêya sînemayê re dê pêkan be. Ji ber ku ez wekî karê şervanekî, li karê xwe dinêrim, rojekê ji rojan ev kar ji hola hêviya azadiya gelê kurd derneketiye û her û her ez hewl didim ku fîlmên min bibin ziman û çavên gelê kurd.

Tu texmîn dikî ku sînema dê ji pirsgirêkên gelê kurd re çareseriyê bîne?

Her kes dizane ku rêjîmên dîktator bi çi rengî ji sînemaya azad ditirsin, çawa dixwazin ku sînema û fîlmê bixin bin destên xwe û wekî propagandayê bo berjewendiyên xwe bi kar bînin. Fîlmê min Davîdê Tolhildan diviyabû ku li Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî bihata weşandin, em hazir bûn, xelk jî hatin, lê berî pêşandana fîlmê bi çend saetan, xeber hat ku Wezareta Kulturê ya Mîrnişînên Erebî nameyek ji rêjîma tirk standiye ku fîlmê Davîdê Tolhildan li dijî Tirkiyeyê ye û doza parçebûna Tirkiyeyê dike. Ev meseleya hanê, li Sîngaporê jî pêk hat, konsolosxaneya Tirkiyeyê ya li Sîngaporê bi rengekî fermî ji hikûmeta Sîngaporê xwest ku fîlmê min ji festîvalê biavêjin, ji ber ku li dijî berjewendiyên Tirkiyeyê bû û ji ber ku li ser azadiya kurdan diaxivî. Sînema dikare karê dinyayê biguherîne… gava ku mirov bi hurmet li sînemayê temaşe kir û qedr û qîmet dayê, sînemayê ne wekî karekî bêserî anî ber çavan, dê mirov tê bigihêje ku sînema beşek ji beşên avakirina civaka azad e. Em dizanin, bê çawa rêjîmên faşîst û dîktator welatê kurdan dagir kirine, vê yekê di fîlmên xwe de bi cih kirine û gelê kurd bi çi rengî nîşan dane. Wekî mînak, gelek fîlmên tirkan hene ku gelê kurd wekî gelekî hov û kovî û nemirovnas nîşan didin, da ku bibêjin: “Binêrin kurd nikarin welatekî serbixwe ava bikin…”

Li vir jî erkê li ser milên sînemavanên kurd ew e ku li dijî vê rûreşiya rêjîmên faşîst şer bikin. Divê sînema û fîlmên kurdî, wekî şerê çekdarî doza azadiyê û xebata gelê kurd bikin. Li ser vê yekê, çi qasî dijmin ji karê min aciz be, wilo, ez dizanim ku karê min pîroz e û rêka min sererast e û çi qasî ku dijmin ji karê min û fîlmên min dilxweş û kêfxweş be, wilo, ez dizanim ku ez xizmeta wî dikim û li dijî gelê xwe kar dikim. Sînema şoreşeke bêkuştin û bêxwînrijandin e. Mixabin heta roja îro dezgehên kurd û hikûmetên kurdî ev tişt bi cidî negirtine.

Tu gelek caran di fîlmên xwe de behsa êşeke siyasî dikî, heta kîjan astê sînema peyamekê yan jî peyaman radigihîne?

Fîlm eger ne ji ruhê gel be, feydeya wî nîne. Ez wekî kurdekî diaxivim, kurdek ku hebûna wî, kultura wî hatiye bindestkirin. Em dibînin ku çawa dijminên kurdan gefan li hebûna kurdan dixwin, jin û zarokên kurdan direvînin û wan dikujin. Her kurdek îro bi kuştin û tesfiyeyê têne tehdîdkirin. Ji bo hemû beşên Kurdistanê, divê sînema gav bi gav bi şoreşa gelê kurd re be. Ev zordariya sed salan ku li ser kurdan tê pêkanîn divê were aşkerakirin. Ji bo me di cîhanê de ‘heval’ lazim in. Emosyon ne lazim in. Sînema hevalan çêdike. Lê belê ez wiha bibêjim: “Ev sînemaya min e… Ev fîlmên min in. Ez konsolosekî sînemaya kurdî me li cîhanê… Sed hezar mirov li fîlmên min, li sînemaya min temaşe dikin, bi milyonan xelk, di televîzyonên Ewropayê de li fîlmên min temaşe dikin. Ez çîrokên kurdan dibim malên Ewropiyan. Ez kurdan dikim mêvan li cem wan. Ez hezkirina xelkê bo kurdan ava dikim. Ev karê min e.”

Heta Mano xewna xwe ya xwendina derhêneriya sînemayê bi cih anî, pir westiya û ked da, gelo ewqas zehmetî ji vê xwendinê re diviya? Nexasim ku te dikarîbû li şûna wê bi rihetî bijîşktiyê bixwenda?

Rast e, gava ku mirov kurd be, berî her tiştî, bê welat be, dezgehên ku alîkariya me bikin tune bin, ji bo tu xewnên xwe bigihînî serî dê gelek astengî derbikevin. Eger hikûmeta me ya kurdan hebûya, dibe ku wê jî dê wekî xwendekar alîlkariya me kiriba. Her tiştê birûmet, fedakariyek jê re divê. Mirov divê bide pey xewnên xwe, tu carî qels nebe, çi qasî jî mirov zehmetî bikişîne, wê dawî jê re hebe.
Hêvî azadî ye. Hêviya şehîdên kurd jî azadî bû.
Eger hêviya keç û xortên me ji azadiyê tune bûya, ew jî nediçûn şer û jiyanên xwe ji dest nedidan. Îca mesele ev e. Gava ku hêvî, xewn mezin be, zehmetî jî pir in.
Tiştek bi erzanî bi belaş nayê, her tişt qîmeteke wê heye, buhayeke wê heye.

Te derhêneriya gelek fîlman kir, gelek xelatên cîhanî jî wergirtin, Mano bi van fîlm û xelatan re xwe li ku dibîne?

Rast e, min gelek belgefîlm û fîlmên lîstikvaniyê çêkirin. Gava ku mirov kar dike, fîlmekî çêdike a girîng ew e ku bigihêje xelkê, temaşevan jê re hebin. Li sînemayê û li ser televîzyonê bêne belavkirin. Ev çîrok li nav gelan bên belavkirin.
Gava ku fîlm li festîvalekê xelatekî digire, ne meseleyeke mezin e bo min. Bo min a girîng ew e ku fîlmê min bê belavkirin. Meseleya min ew e ku ez xwe bighînim temaşevanên xwe. Li Ewropayê tu ferq û cudahî di navbera fîlmên dokumentar û lîstikvaniyê de nîne. Fîlmê min Mêşvan der dora 4 mehan di sînemaya Swîsre û Almanyayê de hat temaşekirin, li ser televîzyonên welatên wekî Almanya, Swîsre, Fransa, Awustirya hate temaşekirin û bi sedhezaran mirovan ev fîlm dît. Ev xelata herî mezin e bo karê min. Ez di fîlmên xwe yên dokumentar de behsa êşekê dikim û pê rehet dibim.

Tu ji çalakiyên sînemaya kurdî razî yî û çawa? Şert û mercên sînemaya kurdî çawa dinirxînî?
Ev bûye derdora 30 salî ku ez karê sînemayê dikim. Heta roja îro tu hikûmetên kurdan an jî saziyên rewşenbîran, dezgehên kurdî alîkariya min nekirine. Îca karê çêkirina fîlmên min, ji destê min û bi alîkariya welatên cîhanê têne çêkirin. Tu dezgeh, saziyê kurdî ne bi qencî û ne bi xerabî bi min re nebûne alîkar.

Bo wilo ez nikarim razîbûn û nerazîbuna xwe şanî bidim. Ev ne karê min e. Ez ne qadî û miftî me, dîplomeyên welatparêziyê û kurdîtiyê li xelkê belav bikim. Fîlmê min ê dawî min der dora 2 milyon û nîv heta 3 milyon dolar lê xerç kir, tu kesî negot ev firavînek bo te û stafê fîlmê te. Min sed însan anîn başûrê Kurdistanê, tu kesî ew mirov dawet nekirin û negotin: “Hûn bi xêr hatin welatê me.” Min jî wek her kesî vîze stand û min li wir karê xwe kir û qediya. Îca ez ê çi bêjim, heqê min nîne li ser karê xelkê biaxivim.

Sînema dahênana peyam û mebestan e û afirandina ji gelekî ye. Gelo di vê babetê de sazî yan jî aliyên pê eleqedar dibin hene?

Rêjîmên kevneperest û dîktator şerê hemû cureyên hunera azad dikin û yek ji wan jî sînema ango fîlm e. Ji gelên bindest re, wekî kurdan, sînema û fîlm gelekî girîng e.
Lê mixabin dezgehên kurdan heta roja îro ev tişt fêm nekirine. Mînak, televîzyon û kanalên kurdan fîlmên tirkan, yên rêjîma Sûriyeyê û Îranê yên dikirin û diweşînin ku tê de ew li dijî kurdan şer dikin. Ew feraset li cem wan hîn çênebûye, ku fîlmên kurdî fînanse bikin, fîlmên kurdî bikirin û belav bikin. Mînak, fîlmê min li televîzyonên Ewropayê tên weşandin, gel û xelk lê temaşe dikin. Lê heta roja îro kanalek, televîzyoneke kurdî -ku bi sedan e – negotine ka em fîlmekî te temaşe bikin. Mînak wek derhênêrekî, min fîlm li ser her aliyê Kurdistanê çêkiriye; fîlmê min Enfal-bi navê Allah, Baas û Seddam li ser jenosîda Enfalê ye û fîlmê Hechecîk li ser cehşên Seddam e, li dehan televîzyonên Ewropayê hatin weşandin. Lê kanalek ji televîzyonên kurdan ew weneşandin û belav nekirin.
Fîlmê min Davîdê Tolhildan û Mêşvan li ser kurdên me yên Bakur e û tu dezgeh an jî enstîtuyê yan jî televîzyonan rojekê ji rojan negotin ka em wan fîlman biweşînin.
Mînakeke din; fîlmê min ê dawî Cîran ku niha dest bi belavbûna xwe kiriye. Bi rastî min gelek zehmetî dît heta ku me ev fîlm çêkir. Cara yekem e ku fîlmek, li ser parçekirina Kurdistanê, li ser sînorê ku di nav kurdan de heye, li ser zilm û zordariya ku li ser gelê kurd li rojavayê Kurdistanê pêk tê û li ser erebkirina erdên kurdan, hat çêkirin. Kesî negot te ewqas zehmetî dît ka were em alîkariya te bikin. Dibe ku ev fîlm bibe stuna sînemaya kurdî ya li rojavayê Kurdistanê, lê mixabin bi bêdengiya xwe ve man.

Wekî derhênerekî kurd tu pêrgî çi keleman tê?

Sînema fînans e, sînema pere ye, karê sînemayê profesyonel e, aborî jê re lazim e. Heta roja îro ev mesele nehatiye zelalkirin û hikûmet, dezgeh û enstîtuyên kurdî ev tişt hîn fêm nekirine… Wek mirovekî kurd ku fîlmê min tev li ser kurdan e, problem hene; ez pera bidim ser hev û van fîlman çêkim. Yanî hikûmeta Swîsreyê heqê wê heye bibêje, ma bo çi em ê fîlmên kurdan fînanse bikin? Bira kurd fîlmên xwe bi xwe fînanse bikin…
Lê ez vê xebatê dikim, ez her dem di jiyana xwe de dibêjim: “Qenciya ‘xêrê’ bike û biavêje behrê.”