20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Fîlozofê xwezayê’ Apê Mûsa

Sala 2020’an her çiqas di hafizaya civakên li vê dinyayê wê cihekî xwe yê mustesna tune be jî, jiyan bi awayekî diberide. Vîrusa koronayê, şer, pevçûn, xizanî, birçîbûn, mirin, êş û azar; helbet hindik be jî car bi car şadî û bextewarî hebana sala 2020’an bi ewqas hest û dilînên cihê devedev tijî bû. Yekûn û barekî belkî jî mirovahî nikare rabike hemû ketin nav salekê ku ev sal hêj dawî lê nehatiye.

Dema em zarok bûn û dinya têra xwe mezin bû îlla me rêyekê peyda dikir ku em xwe bi xwe sebra xwe bînin. Hema em ji nav malê direviyan ber bi baxçeyan ve. Ne bi tenê em direviyan hevalên me giş direviyan. Ji ber ku jiyan, ziman, tevgera mezinan em aciz dikirin (îro em jî mezin in û jiyan, ziman û tevgera me zarokên me aciz dikin ku ev paradokseke mezin e).

Em li derve hîn bûn. Em li derve bûn civak, me bi lîstikan hev nas kir û xwe nas kir. Îcar ez ê li vir behsa kesayetekî bikim ku ew wî zarokê di nav dilê xwe de ti carî nehişt mezin bibe. Ez ê li gorî xwe hinek behsa Apê Mûsa bikim. Apê Mûsa wî çinarê mezin îsal bû 100 salî. Te dî ji bo edîban, hunermendan, siyasetmedaran van salrojên qerase bi seremoniyan tên xemilandin. Îcar her çiqas bi seremoniyek ne be jî em nifşa sisêyan a çapemeniya kurdî bi minnetdarî vî felyesof û xwezahezê kurd yad dikin.

Ew bi serê xwe pireyek e di navbera nifşa yekem û nifşa sêyem de. Ew hafizayeke xurt a çapemeniya kurdî bû jî. Di heban û tûrikê wî de li kêleka mewijkên tore teqez hin peyv û gotinên devê me pê şîrîn dibû jî hebûn. Wî ti carî zimanê xwe neherimandibû. Zimanekî welê ku dema pê li hemberî ‘dijmin’ jî diaxivî, bi wan gotinan zimanê serdest lal dikir. Bersivên welê dida ku ‘mezin-serdest’ şaş û metel dima.

Li yewnana antîk beriya serdema feylefosiya fermî serdemek heye û hin kesayetên wê serdemê hene ku sere xwe bi bûn û bi beridîna bûnê ango hebûnê êşandine. Ji wan re dibêjin feylesoyên xwezayê. Ew kes bûne hîmê felsefeya cîhana rojavayî. Îcar Apê Mûsa hem feylesof û hem jî xwezayî bû. Ew serê xwe ji bûn û hebûnê wêdatir li ser armanca hebûnê ango li ser azadiyê diêşand. Îcar ne li ser azadiya şexsî jî li ser azadiya qewmekî ku hê jî di çavê serdest û mezin de ‘lanetiyên dinyayê’ tên dîtin.

Em îro roj bi minetdarî wî bi bîr tînin û hewl didin ku bi layiqî li ser şopa wî û hevalên wî bimeşin. Em gelek caran xwe bi xwe jî mitale dikin û dibêjin, em ê zimanê serdemê çawa biafirînin, em ê rêwiyên rêya felatê çawa zêde û xurt bikin. Ziman, nuktedanî, moral, motîvasyon têra xwe li cem Apê Mûsa dibe mamûl. Ma ne gotine: “Şev ti carî ne rip î reş e.” Em çiqas bikaribin rêpîvana wî esas bigirin, ango em çiqas bikaribin xwe bigihînin û yên di hebana xwe de bikin malê gel û parve bikin, em ê ewqas hebûna xwe nêzî azadiyê bikin. Yan na di bûnê de mayîn hinekî jî genîbûn e.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê