spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Firînên mirinê

Firînên (an jî balafirên) mirinê (bi spanyolî: vuelos de la muerte) yek ji rêbaza kuştina bêdaraz e. Kuştina bi vî rengî ku ji hêla hêzên leşkerî ve bi balafiran tê bikaranîn, navê xwe ji dema dîktatoriya Arjantînê (1974–1983) digire: Kesên tên binçavkirin, ji balafir an jî helîkopteran ber bi mirinê ve tên avêtin: nav okyanûsan, nav çemên mezin an jî ser çiyayan… Li gorî raporên rêxistinên mafên mirovan û lêkolînên saziyên piştî cûntayê, hejmara kesên bi vî awayî li Arjantînê hatine kuştin, di ser çar hezarî de ye. Bi fermana amîralê cûntayê Luis María Mendía kesên muxalif û şoreşger di bin çavan de bi îlacên tiryakê dihatin bêhişkirin û wan bi saxitî ji balafiran diavêtin nav Okyanûsa Atlantîkê. Ji girtiyan re dihat gotin ku dê wan bifirînin azadiyê. Hîn jî rêxistinên malbatên windayan û saziyên dadwerî û li dijî jibîrkirinê li pey şop û doza windahiyan in. Pir kesên berpirsiyar qet nehatin darizandin û hesab ji wan nehat pirsîn.

Ev rêbaza ‘şerê qirêj’ ku navê xwe ji sedema van amûrên bêexlaq û derî mirovahiyê digire, ne tenê pratîka cûntaya Arjantînê ye. Her wiha li Şîliyê di bin dîktatoriya Pinochets (1973-1981) de girtiyên siyasî ji firokeyan dihatin avêtin. Piştî girtî dihatin kuştin, di torbeyan de dihatin veşartin da ku laşên wan neyên ditîn û ew diavêtin nav okyanûsê yan jî serê çiyayên Andê. Beriya Arjantîn û Şîliyê li Cezayîrê di şerê azadiya Cezayîrê ya li dijî kolonyalîzmê de gerîlayên Eniya Azadiya Neteweyî (1954-1962) ji hêla hêzên fransî yên mêtinger û dagirker ve bi vî awayî dihatin qetilkirin. Lingên qurbaniyan da ku dîsa dernekevin ser rûyê erdê, bi betonê dihatin dorpêçkirin. Dîsa di Serhildana Madagaskarê (1947-1949) ya li dijî dagirkeriya Fransayê de bi sedan girtî, jin û sivîl ji balafiran hatin avêtin. Dîktatoriya Mobutu (1965-1997) li Zaireyê hejmareke nediyar qurbaniyan bi firokeyan avêtin nav çem û rûbarên Zaîreyê.

Ev rêbaza dîktatorî û mêtingeriyê ku bêyî darizandina mirovan tê pêkanîn, bi giranî li dijî kesên ku di bin çavan de agahiyên ku tên xwestin nadin, tê bikaranîn. Cudahiyê naxe navbera gelê sivîl û gerîlayan/şoreşgeran û bi vî awayî dixwaze  bandora tirsê mezin bike. Her wiha wekî bi mînakên jor jî hat dîtin, di amûrên qetilkirina mirovan de cûnta û mêtingerî bi hev re kar dikin. Ji hev û dinê sûdê werdigirin. Lewma yê her çiqas navê dewlet û teşeya birêvebirinê biguhere jî navê ‘şerê qirêj’ naguhere.

Di mijara şerê qirêj de hosteyê hosteyan dewleta tirk e. Tê zanîn tu cûnta û mêtingerî nagihîje dawiyê. Helbet li derekê tên sekinandin. Di darizandinên der barê dîktatoriya Pinochets de yek ji qumandarê Pinochetsê li xwe mikur hatinê li wir bihêle, di dadgehê de gotibû: “Xwezî me wan biavêta nav volkanê, dê çêtir bûya.” An jî yên li xwe mukir hatibûn, hemû sûcên xwe li ber dadgehê rave kiribûn.

Di kevneşopiya dewleta Tirkiyeyê de ji firokê avêtin ne mijara îro ye, tê dizanîn. Bi taybetî di şerê li dijî PKK‘ê de dewlet hemû amûrên ‘şerê qirêj’ bi kar tîne. Hem di raporên rêxistina mafên mirovan de, hem jî di şahidiyên leşkerên kevin de ev qetlîam tên bilêvkirin. Dewleta tirk hem çanda xwe ya cûnta û dîktatoriyê û hem jî mêtingeriyê ji çar milan ve li Kurdistanê dide meşandin. Yek cudahiya dewleta tirk a ji mînakên jor, di bilêvkirina bûyerê de ye. Tu dewlet û tu cûnta/dîktatorî di vî warî de nikare av li destê wê bike. Pergala xwe li ser berevajîkirin û çewtkirina rastiyan ava kiriye. Li şerê xwe yê qirêj xwedî dernakeve. Hem aşkera ye, him piştperde ye. Walîtiya Wanê li ser bertekan di daxuyaniya ku da meşandin de ji bo Server Turgut ku jiyana xwe ji dest da got: “Dema reviya ji zinaran ket.” Wezîrê Karên Hundir Soylu jî gotibû: “Deriyê firokê berî deyne, venabe.”

Divê xwedê dijmin jî bide yê rast û dirust bide, ne yê dekbaz û fêlbaz! Di dema darizandinên xwe de dê ev xwe û bavên xwe tev înkar bikin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê