spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Fîsk jiyana xwe ji dest da

Nivîskar û rojnamegerê îngilîz Robert Fîsk (1946) di 74 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Fîsk wek rojnamegerê Rojhilata Navîn dihat nasîn.

Fîskê ku nûçegihanê pispor ê rojnameya The Independentê bû, zêdetirî 30 salan bi taybetî li ser mijarên wek Beyrût, şerê di navbera Amerîka- Afganistanê de, dagirkirina Iraqê ya 2003’an û gelek şer û şoreşên li Rojhilata Navîn pêk hatin lêkolîn kirin û ew li cih dişopandin. Der barê van mijaran de jî gelek pirtûk nivîsine.

Robert Fîsk ê buyerên li Çelêya Colemêrgê xistin nûçe, di 2 gulana 1991’î de bi fermana Hayrî Kozakçioglu hat binçavkirin û dersînorkirin.

Fîsk ê gelek xelat wergirtine, gelek nivîsên ku Amerîka û Îngilistanê bi awayekî tund rexne dikin, ji bo dagirkirina Iraqê nivîsandibûn.

Rojnameger Fîsk ji bo ku operasyona dewleta tirk û hevkarê wê OSO’yê( Artêşa Suriyeya Azad) bişopîne hatibû

Efrînê û çavdêrî û lêkolînên xwe yên der barê şer de weşandibûn. LONDON