Rojnameya Heftane

Jina pêşeng a dema xwe; Hypatia

Navenda Nûçeyan

‘Dema mêrek xweşikiya laşê jinan dibîne divê bi şehwet nekeve dû lêgerîna fetihkirina wê. Şûna vê, divê fêm bike ku xweşikbûna wê, rûyê xweşikiya…

Karapêtê Xaço û Yêvaya Hagop

Salihê Kevirbirî

Karapêt wiha digot:”Xwezî min mirina Yêvayê nedîta, xwezî nebûma şahidê mirina wê. Xwezî Xwedê pêşî canê min bistanda. Wê jî zehf kişand. Êşên wê, di…

Folklor, oksîjena kurdan e

Lezgîn Akdenîz

 

Ziman, ne alaveke sîyasî ye ku mirov wî ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne, ew şertê hebûna neteweyekê ye û divê hemû partî bi vê cidiyetê xwe bidin ber meseleyê. Plan, plansazî, polîtîka û bernameya me ya zimanî tune be, em ê têk biçin

 

Nivîskar û zimanzan Bahoz Baran li ser giringî, wate û metirsiya li ser zimanî pirsên Xwebûn’ê bersivandin.

Em di serî da qala folklorê bikin, wê pênase bikin. Em çawa maneyê bidinê, çima ewqas girîng e folklor ji bo me? Lazim e em çi bikin ji bo wê?

Wextê dibêjin folklor, ji ber bandora tirkî ye, govend tê bîra gelekan. Folklor, zanist e, zanista gelî ya hezar salan e ku ji tecrûbeyên wî niziliye heta roja îro hatiye; bi her awayî, di her warî de. Ji awayê xweyîkirina heywanan bigirin, heta dirûtin û girêdana cil û bergan, ji hekîmiyê bigirin heta zanîna li ser dar û ber û giyayan, ji ajotina erdan bigirin, heta çandinî û cotkariyê, heta awayê nêçîrvaniyê, ji dawetan bigirin heta şînan…Yanî em qala jiyana neteweyekê dikin. Ji bo ku mirov xwe û neteweya xwe nas bike, lazim e serê ewil mirov folklora xwe baş nas bike, jê ne dûr be; tê de be, ji ber ku ê me kurdan, em parçe bûne, bi zimanê xwe perwerde nebûne, em gelek caran awayê jiyana herêma xwe, folklora herêma xwe, carna yê gundê xwe tenê dizanin; lê folkloreke giştî hebe, ya kurdan e û warê wê jî Kurdistan e. Folklor awayê resen ê jiyana neteweyekê ye. Folklor nayê teqlîtkirin, nayê kopîkirin, lê tê dizîn. Neteweyên din gelekan jê sed du sed sal berê, keresteyên folklora xwe qeyd kirine, li ser wan xebitîne, ew tesnîf kirine. Di ser folklora xwe re hîmên neteweya xwe xurt kirine, ji edebiyatê bigirin, heta warê zanistê, li her derê hûn rastî şopên folklorê tên. Ew ne tiştekî mirî ye, berdewam dike. Ji bo hûn muzîkeke baş hilberînin gerek hûn guh bidin folklora xwe, guh bidin awaz û gotinên berî xwe, zanîna gelê xwe, ji bo edebiyata we baş bibe, gerek zimanê we baş be, zimanê we bigere, zimanekî bi ekl ji we re lazim e, dermanê van hemiyan jî di nav folklorê de ye. Folklora kurdan pir zengîn e, lê kurd pir zêde hay jê tune ne, ji vir sed sal berê di kovara Jînê de nivîskar û rewşenbîrên me kurdan qala zengînî û berhevkariya folklorê dikin; lê folklora me, çand û kelepora me, bi qasî biyaniyan bala me nekişandiye, belkî jî em di nav “wê” de ne loma em nabînin û wekî giyayê hewşê lê hatiye. Lê bi min kesên ku pêşengî kirine, kesên ku di warê weşangeriyê de xebitîne, wan qîmeta vê yekê baş nezaniye. Di kovarên Hawar, Ronahî û Roja Nûyê de, folklor heye her wiha kurdên Kafkasyayê di warê xebatên folklorê de xurt in.

Lê li Bakurê, xebateke baş nehatiye kirin. Wextê berhemeke folklorîk çûye ber destê weşangeran ecêbmayî mane gelek jê. Çimkî ew gelek caran hînî metnên rêzimanî bûne û nema zanîne çi bikin ji wan metnên devkî. Ev jî bûye sebeb û bi salan di warê folklorê de zêde berhevkarî nehatiye kirin û pirtûk pir hindik hatine çapkirin. Nizanim ji ber çi ye, lê kurdan bêhtir bala xwe daye rêzimanê, rêziman bi cihekî de naçe, lê folklor diçe, jiyana kurdan diguhere, êdî wekî berê rîtuel nemane, şevbihêrk û ode tune ne. Wextê pîrek, kalek dimire, hezar tişt bi wan ra dimirin, loma divê pêşî wekî karekî ferz, em folklora xwe qeyd bikin, em karê berhevkariyê bikin.

Ji bo kurdan çima ewqas girîng e?

Folklor, hîmên netewetiyê, yekitiyê di xwe de dihewîne. Me ber bi hev ve tîne. Ji bo em di gelek warên din de bixebitin ji me re dibe pişt. Ma em ê çawa guh li tecrûbeya hezar salan a gelê xwe nekin? Ji vê mîrasê xurtir çi heye li ber kurdan? Kurd, neteweyeke folklorîk in, xwedî gelek rîtuelên cuda û zengîn in, zargotina wan okyanûsek e. Folklor, oksîjena kurdan e. Mesela biwêj, beşek ji zargotinê ne û yek ji nîşaneyên zengîniya zimanekî ne, li gorî em dibînin ji sed hezarî zêdetir biwêjên kurdî hene. Celadet Alî Bedirxan jî vê zengîniyê di Hawarê de dîyar dike û dibêje, li dinyayê tu ziman nikare qayişê bi folklora kurdan re bikişîne. Her giya li ser koka xwe şîn dibe, ji bo her tiştî zemînek lazim e. Em mecbûr in li ser çand û kelepor û folklora xwe, xwe ava bikin, xwe heyî bikin. Folklora me, pişta me ye. Mirov peyva xwe, gotina xwe nas bike, nikare wê derbas bike.

Kurd çima û çawa  ji foklora xwe dûr dikevin?

Jiyana kurdan hat guhertin û diguhere, bi hezaran salan kurd li ser axa xwe bûn, bi zimanê xwe bûn. Gotina kurdan, urf û edetên kurdan her neqil dibûn û dihatin. Di dema osmaniyan de jî medreseyên kurdan hebûn, mîrîtî, eşîrtî hebûn, kurdan xwe parast. Lê îro ne wisa ye, bi milyonan kurd ji gund û warên xwe bûn, ji neçarî hatin ketin bajaran. Dewletê ew ji warên wan –kelehên wan– derxistin, esil dewletê li gundan bi kurdan nedikarî, gund, kelehên asê ên kurdan in, hîn jî gelek gund wisa ne. Ji bo kurdan bihelînin, qir bikin, ji bo kurdan ji jiyana wan dûr bixin ew anîn di bajaran re derxistin. Jiyana bajaran li wan û li zimanê wan nefesilî. Wekî gelek tiştên wan, zimanê wan jî li gundan ma. Kurd, li bajaran bi kurdî najîn. Kurdên li bajaran ji kurdîtiya xwe ketine. Kurdî îro li bajaran aşbetal e, naxebite, naafirîne. Em ji kîsê yên berî xwe dixwin. Civata kurdan feşkilî, ne urf û edet man, ne ode û şevbihêrk. Ev, rewşeke pir   trajîk e.

Ev dûrketin di paşerojê de dê wêneyekî çawa derxe meydanê?

Hema em li roja me binêrin, paşeroj tê texmînkirin, nifşê nû, zimanê xwe, çanda xwe baş nizane. Ew dê û bavên ku em mezin kirin, wextê li me temaşe dikin, guhdarî dikin, dixwînin nema ji me fam dikin. Kurd e, hatiye ketiye bajaran, li bajarî jiyaneke bi kurdî tune ye. Kurd wextê ji zimanê xwe dûr dikevin, esil ji xwe dûr dikevin. Nema dizanin çawa tev bigerin, nema dizanin çi ji devê wan derdikeve. Xerîb in. Dar û devî û giya û xweza jî ji wan re xerîb e. Ziman bîr e, tu wê ji bîr bikî, tu ji bîra xwe dibî, ka dê yekî bîrko dê ji me re çi bibêje? Muzîk û edebiyat û hunera ku îro gelek jê ji vê bîra ko xweyî dibin, loma tim qels in, loma nikarin bandora xwe li ser gelî çêbikin. Tehmsarkî ne, ji cewherên xwe dûr in, bê ekl in, bê kok in.

Hûn bi salan e dersên zimanî didin, çîrokan dinivîsin, li ser folklorê dixebitin, niha jî karê weşangeriyê lê zêde bû, lê bişaftin jî dewam dike, kurd gelek jê bi kurdî naaxivin, lazim e mirov çi bike? Sîyaset çi dike? Me çi nekiriye?

Mirov divê ji tecrûbeyên xwe yên berê sûd wergire. Gelek xetayên me kurdan hene di warê zimanî de, yek jê divê em bizanin wextê boykot û kampanya û tiştên wekî wan derbas bûye. Hemû rêxistin û pêşeng û siyasetmedar û rayedarên kurdan lazim e xwe rexne bikin û xetayên xwe yên di warê zimanî de bibînin. Siyasetmedarek ku giringiya zimanî nezane, nikare siyasetê bike. Tu wekîlê gelê xwe bî, divê tu wekîlê zimanê gelê xwe bî jî. Mirov bi kesên din nikaribe jî bi xwe dikare. Gerek em ji xwe dest pê bikin.

Baş e, derfet e, lê bi tenê avakirina çend beşên kurdî û dersên bijarte, ev mesele hel nabe. Îro derfeta wê tune ye, zimanek nebe zimanê perwerdeyê, nebe zimanê bazarê bi kurtasî nebe zimanê jiyanê nikare bijî. Ziman organîzma ye ku însan pê axivîn heyî dibe. Heke tu dev jê berdî dê têk biçî. Li vir metirsiya esasî li bajaran e, zimanê bajaran tirkî ye. Berê kurdan jî li bajaran e. Hesab bikin li bajarekî wekî Amedê wextê li derve hûn dibînin kurdek bi zarokê xwe re bi kurdî diaxive kêfa we tê. A ev tiştekî sosret e!

Ziman, di ser siyasetê re ye, tişta ku kurdan hemû digihîne hev ew e. Lazim e hemû sazî û dezgeh û kesayet bên cem hev û li dora meseleya zimanî bibin yek. Li dinyayê em kurd tenê nehatine bişaftin, gelek neteweyên din jî hatine bişaftin, li dinyayê rê û rêbaz û bername bi çi awayî ne? Mirov li hemberî bişaftinê lazim e çawa û li gorî kîjan siyasetê tê bikoşe? Divê em li hev rûnin û bernameya xwe, plansaziya xwe amade bikin. Û helbet divê em zorê bidin qada siyasetê, çimkî di vî warî da gelek şaşiyên wan hene. Ziman, ne alaveke siyasî ye ku mirov wî ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne, ew şertê hebûna neteweyekê ye û divê hemû partî bi vê cidiyetê xwe bidin ber meseleyê. Plan, plansazî, polîtîka û bernameya me ya zimanî tune be, em ê têk biçin. Ev diyar e.

Sartre dibêje, mirov ne tenê ji tiştên kiriye, ji tiştên nekiriye jî berpirsiyar e. Eger em li gorî vê çarçoveyê li meseleyê binihêrin, em dê bibînin ku gelek tiştên me ji bo zimanê xwe nekirine hene. Yek jê em li meseleya zimanî hûr nebûne, xisûsî siyasetmedarên me, me qîmeta zimanî zêde fam nekiriye. Me di sazî û dezgehên xwe de zimanê xwe bi cih nekiriye. Me peyvên zimanê xwe berhev nekirine, me ferhengeke vî gelî amade nekiriye, me hişmendiya zimanî li nav gelî belav nekiriye..

Di vê meseleyê de em nikarin xwe bidin benda siyasetmedar û rayedaran. Ji ber ku jiyana wan bi piranî tirkî ye û di vê meseleyê de piştkul û xemsar in, ew nikarin pêşengiyê bikin. Mirov ku hişyar nebûbe, nikare însanan hişyar bike. Di vê meseleyê de kurdên xwenda, kurdên zana, kurdên xemxur, kurdên nivîskar û hunermed eger bigihîjin hev dikarin tiştekî bikin. Wekî din zor e.

Gerek em nebêjin, hezar salan e zimanê me heye, heta îro hatiye dê hertim jî hebe. Gund kelehên asê yên kurdan bûn, bajar jî ji wan ra bûn goristan. Kurd, li bajaran najîn. Çimkî li cihê ku zimanê te lê tune be, tu tune yî; tu tune dibî! Em hîn nemirine, lê em tên kuştin. Em li “kuştina” kurdî, yanî li kuştina “xwe” temaşe dikin. Lê haya gelek kurdan ji vê yekê tune ye.

Dîcleyê beşa perwerdeyê xelas kiriye û li Zanîngeha Artûklûyê di beşa kurdî de lîsansa xwe ya bilind temam kiriye. Edîtor û yek ji avakarên Weşanxaneya Wardozê ye.

Berhemên wî:

Rêzimana Kurmancî A baş Derb
Ferhenga Bişaftinê Motik Rêzimana Kurmancî
Qîza Bavê Xwe.