Duşem, Çile 25, 2022

Foreign Policy: Sala nû wê ji bo Tirkiyeyê dijwartir bibe

Li gorî anketên herî dawîn serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di sala borî de bi gelek zehmetiyan re rû bi rû ma. Di encamê de baweriya tirkan bi hikumetê kêm bû. Di 2021`an de nirxê lîreya tirk gelek kêm bû. Li rex wê jî guhertinên hewayî yên wêranker rû dan.

Kovara Foreign Policy a amerîkî raporek têkildarî rewşa Tirkiyeyê li gel desthilata Erdogan, AKP`ê û pêşbiniyên sala 2022`yan amade kir.

Li gor raporê beriya pandemiyê Tirkiye bi keraseteke madî re rû bi rû mabû û hewl dida xwe ji kesadê xilas bike. Gelek deynên Tirkiyeyê hebûn, nirxê lîreyê tirk kêm bûbû û enflasyon zêde bûbû.

Polîtîkayên Erdogan rewşê aloztir dike

Polîtîkayên aborî yên Erdogan û israra wî ya kêmkirina faîzê, rewş aloztir kir û nirxê lîreya tirk di 1`ê çileya 2021`an de gihişt 7.4 ‘an. Lê dolar di 20`ê kanûnê de gihişt 18.36 TL’yî.

Ji ber pirsgirêkên aboriyê dewleta tirk neçar ma têkiliyên xwe bi Ermenistan û Îmaratê re sererast bike. Di mijdarê de Erdogan û bi şahê Îmaratê Ebû Dabî re gelek proje îmze kir. Ebû Dabî 10 milyar dolar da Tirkiyeyê.

Her wiha Tirkiye tevî nakokiyên zêdetirî sed salan ku bi Ermenistanê re dijî jî hewl da ku têkêliyên xwe xurt bike.

Îxtîmala hilbijartinên pêşwext heye

Di havînê de azarên li Tirkiyê zêde bûn. Daristanên li seranserî beravên başûr şewitîn. Şewat ji ber zuhabûnê û guhertina rewşa hewayê û bikaranîna nebaş a jêderên avê rû da.

Binpêkirina mafên jinan û kêmneteweyiyan herî zêde di 2021`an de rû da. Di adarê de dewleta tirk ji peymana Stenbolê vekişiya. Di heman mehê de ji ber armancên siyasî doz li HDP’ê hat vekirin.

Tê texmînkirin ku qeyrana aboriyê kûrtir bibe. Dibe ku Erdogan neçar bibîne banga li darxistina hilbijartinên pêşwext bike. Dê enflasyon bigihêje ji sedî 50 û nirxê lîreyê tirk heta rêjeya ji sedî 25 an 30 kêm bibe.